376
2014.12.07 09:06
Şanoya Aleksandr Sergêevîç Pûşkîn “Mêhvanê Kevirîn / Don Juan” di nav weşanên Avesta de derket. Mêhvanê kevirîn ango Don Juan wergera kurdî tevî pênc zimanên ewropî û deh versiyonên ji hevûdin cihê. Wergera/lihevanîna vê şanoyê ne tenê ji bo versiyoneka kurdî ye, lê her wiha ji bo bi wergerên din re (4 versiyon fransî, 2 ingilîzî, 2 almanî û 2 jî bi îtalî ne) bê miqayesekirin. Ji bo hêsankirina xwendinê, her rêzek li gor rêza xwe ya ‘eslê ya ûrisî hatiye rêz û jimarkirin, bi vî awayî li gor hejmara rûpel, sehne û rêzan, mirov dikare ji zimanekî biçe zimanê din. Wergera kurdî (kurmancî) ji ber çapa rûsî ya yekem û ji ber ya nû hatiye wergirtin, herwiha bi operaya Dargomîjskî û şanoya Mêhvanê kevirîn [ji Trajediyên piçûk] û bi wergerên fransizî re hatiye miqayesekirin.