Tirşik-Pirtûk


Cûreyên pirtûkan
Roman, Çîrok, Helbest, Lêkolîn, Dîrok, Dîn, Ziman, Zarok, Bîranîn, Şano, Bîyografî, folklor, Çand, Tendûristî, Tip, Hevpeyvîn, Portre

Weşanxane
.
alan Yayıncılık
Altın kitaplar
American Psychiatric Association
Anansi International
APEC
Aras
Ava
avesta
Ayrinti
ayrinti yayinlari
Azad
Belkî
Bilgi yayınevi
Bloomsbury
Cambridge University Press
Chatto & Windus
Dara
deng
dipnot
Doğan Kitap
Doğan solibri
domingo
Doubleday
Doz
Element
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
epsilon
Everest
Evrensel basım yayın
Gollancz
Harper Perennial
Hedef Ay Yayınları
hêlîn
hîva
İletişim
İsmail Beşikci Vakfı
ithaki
J&J
Kolektif Kitap
kor
lîs
Malpera torê (https://sites.fas.harvard.edu/~iranian/Kurmanj
Metis
morî
Na
nûbihar
Nûdem
Penguin Books
pêrî
peywend
Pinar
PM Press
Riverhead Books
Ronahî
Roşna
Rûpel
sewad
Sîtav
Teach Yourself
Thames & Hudson
Tmmob
Touchstone
tubitak
TÜRKİYE İŞ BANKASI KÜLTÜR YAYINLARI
tutku
Vadî
vate
Vintage
Vintage International
wardoz
weqfa mezopotamyayê
Weqfa Tahîr Elçî
Weşanên Aram
Weşanên AVA
Weşanên avesta
Weşanên Bangaheq
Weşanên berbang
weşanên Dara
weşanên darayê
Weşanên do
Weşanên J&J
Weşanên Kurdistan - Kurdistan Verlag
weşanên lîs
Weşanên Lîsê
Weşanên Na
Weşanên Peywend
Weşanên Ronahî
Weşanên si
Weşanên Vate
weşanên wardoz
weşanên wardozê
Weşanên Welat
Weşanên Weqfa Navneteweyî ya Jinên Azad (International Free
weşanxaneya belkî
weşanxaneya j&j
weşanxaneya sîtav
weşanxaneya wardozê
weşanxaneya ykyê
Weşanxaneyê Roşna
yapi kredi
YAY
Yordam Kitap
Yurt Kitap Yayın
Yurt Kitap-Yayın

gotinên gunehkar

 Hesenê Metê

 

 Avesta


 2007


 Kurdî (Kurmancî)

 

 151

 Novel

 2015.01.10 18:56

 

 Ev pirtûka Hesenê Metê qala ciwanekî dixwaze xwe nêzî Xwedê bike lê di dawiya çîroka xwe de ji hemû ol û baweriya xwe sar dibe û dev ji ol berda dike. Ciwanê bi navê Behram diçe bajarekî ki wir dest bi Zanîngehê beşa ilma îlahî dike. Li wir mirovekî nas dike. Û rojek ji rojan diçe mala xwediyê xaniyê xwe yê ku kirê kiribû. Ha li wir çîroka wî dest pê dike. Behram li wir wê malbatê nas dike, Lûlû Xan û Geştîna Xanim û zarokên wan ên cêwî Aryan û Nagîna(Demora). Bûyerên efsûnî pêk tên û Behram di nav demê de dikeve nav rêwîtiyeke dirêj de. Di vê rêwîtiyê de rasta Mekrûs Efendî (Markus) û komkujiya Ermeniyan û ji wir ji bo "bizane" diçe cem Mîrê Mezin (Ehrîmen, Şeytên) û çîroka Ehrîmen û Xwedê û gunehkariya Xwedê dibîne. Û vedigere ji bo vê serhatiya xwe ji herkesî re bêje. Dev ji zanîngehê her tiştên xwe diberde dikeve rêyan ji bo gunehkariya Xwedê ya di afirandina mirovan de ji mirovan vebêje. Lê kes guhdar nake...


gotinên gunehkar - Tirşik

gotinên gunehkar


1. pirtûka Hesenê Metê yê bi navê Gotinên Gunehkar şeşemîn pirtûka nivîskar e. Pirtûk giştî li ser jiyana xwendekarekî beşa îlahiyatê hatiye rûniştandin. Xwendevanê lehengê pirtûkê bi çûna warekî pîrozwer, rastî tiştên gelekî seyr tê.

"li gel ku ez Wî înkar dikim, Ew bi min dizane û ez bi Wî dizanim.." [Muhiyeddîn îbn Erebî]
(Ji destpêka pirtûkê)

Di vê serpêhatiya xwe de xwendevanê bi navê behram, evînê nas dike û dide pê. Di pêvajoya van serpêhatiyan de Behram rastî çîroka qirkirina Ermenan jî tê. Bûyerên ku diqewimin hêdî hêdî Behram û baweriyên wî dibin cihekî cuda. Her ku diçe, êdî bûyer dikevin riyekî sersuriştî. Di dawiya pirtûkê de him xwendevan him jî Behram dikeve nav aloziyekî; aloziya ku ka kî xweda ye û kî şeytan e? An jî cudahiya wan çi ye? Bûyerên pirtûkê li van pirsan vedikole.

weke hemû pirtûkên hesenê metê eseh hêjayî xwendinê ye.

Cure: Roman
Çapa Yekem:2007, Stenbol
Weşanxane: Weşanên Avesta
Rûpel: 151 rûpel



2. pirtûka ku bi destê muhsin kızılkayayî bi ser navê tanrı oku dedi yaz demedi li zimanê tirkî hatiye wergerandin..



3. tirkiya wê wek "günah" hatiye wergerandin



4. nava pirtûkê de tişten hemayî pir hebûn. di nav pirtûkê de leheng ne hatiye şeyaserkirin, ji ber vê yekê ez dibem behram û nagîna hemayê adem û havva ye ne. tu derê behsa fizîka lehenga nake. qey ev leheng ne ji vê dinyayê ne. ya rastî hesenê metê vê pirtûkê de me dike mevanên xwedê û şeytên.



5. ez gotinên şeytên dikim lê nîmetê xwedê dixwûm.



6. Ev pirtûka Hesenê Metê qala ciwanekî dixwaze xwe nêzî Xwedê bike lê di dawiya çîroka xwe de ji hemû ol û baweriya xwe sar dibe û dev ji ol berda dike. Ciwanê bi navê Behram diçe bajarekî ki wir dest bi Zanîngehê beşa ilma îlahî dike. Li wir mirovekî nas dike. Û rojek ji rojan diçe mala xwediyê xaniyê xwe yê ku kirê kiribû. Ha li wir çîroka wî dest pê dike. Behram li wir wê malbatê nas dike, Lûlû Xan û Geştîna Xanim û zarokên wan ên cêwî Aryan û Nagîna(Demora). Bûyerên efsûnî pêk tên û Behram di nav demê de dikeve nav rêwîtiyeke dirêj de. Di vê rêwîtiyê de rasta Mekrûs Efendî (Markus) û komkujiya Ermeniyan û ji wir ji bo "bizane" diçe cem Mîrê Mezin (Ehrîmen, Şeytên) û çîroka Ehrîmen û Xwedê û gunehkariya Xwedê dibîne. Û vedigere ji bo vê serhatiya xwe ji herkesî re bêje. Dev ji zanîngehê her tiştên xwe diberde dikeve rêyan ji bo gunehkariya Xwedê ya di afirandina mirovan de ji mirovan vebêje. Lê kes guhdar nake...



7. di kitêba pêsîrên dayê de hesenê metê wiha dibêje: "pêşî çîrokeke bi navê 'krucîfîks' bû. min ew çîrok dirêj kir, ev roman jê derêxist lê ev çîrok wisa di halê xwe de ma. niha wê car dî diweşînim."
teknîk, şêwezar, gêrranewe/narration, bi her tiştê xwe ve romaneke 'ecêb e.



8. vê pêlê min nûçeyek xwend li welatekê ewropayê keşeyek bi mebesta ku ateîstan ji nêzik ve nas bike û fêhm bike, biryar dide ku heta çend mehekî wekê xwudênenasekî bijî û hereket bike, lê di dawiya vê pêvajoyê de camêr dev ji dîn berdide, di nûçeyê de digot ku min tu mantiqeke hevgirtÎ ji bo ku ez bawerî bi xwudê û bi dînekî bînim nedît ji ber wê ez li ser ateîzmê mam..



9. novela hesenê metê ku vê hevokê gelekî bala min kişand, neviyê mekrûs efendî kurê lûlû xan û geştîna xanimê, birayê nagîna/demora aryan dema xwe dişewitîne vê notê li dû xwe dihêle:
"Min çêbûna xwe hilnebijart, min navê xwe hilnebijart û dibêjin meriv mirina xwe jî hilnabijêre... dibêjin ev jî wersireke xwedê ye. Lê ez ê vê wersira xwedê têk bibim. Ez ji axê çêbûm, lê ez ê nevegerim axê!..."*** û xwe dişewitîne.
***rûpel: 148



10. pirtûka hesenê metê ye ku, êdî wergera wê ya ingilîzî jî he ye. ji alîyê Dr. Sabahat Karaduman ve hatiye wergerandin, navê wê yê ingîlîzî: sinful words e. ji weşanxaneya Author House hatye çapkirin. êdî di piyaseya wêjeya ingilîzî de ye. berg:



11. (bnr: xeyb) :d



Berga pirtûkê:
Berga pirtûkê
Puana tirşikê= 87
pûanê bide pirtûkê: