Tirşik-Pirtûk


Cûreyên pirtûkan
Roman, Çîrok, Helbest, Lêkolîn, Dîrok, Dîn, Ziman, Zarok, Bîranîn, Şano, Bîyografî, folklor, Çand, Tendûristî, Tip, Hevpeyvîn, Portre

Weşanxane
.
alan Yayıncılık
Altın kitaplar
American Psychiatric Association
Anansi International
APEC
Aras
Ava
avesta
Ayrinti
ayrinti yayinlari
Azad
Belkî
Bilgi yayınevi
Bloomsbury
Cambridge University Press
Chatto & Windus
Dara
deng
dipnot
Doğan Kitap
Doğan solibri
domingo
Doubleday
Doz
Element
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
epsilon
Esmer Yayınları
Everest
Evrensel basım yayın
Gollancz
Harper Perennial
Hedef Ay Yayınları
hêlîn
hîva
İletişim
İsmail Beşikci Vakfı
ithaki
J&J
Kolektif Kitap
kor
lîs
Malpera torê (https://sites.fas.harvard.edu/~iranian/Kurmanj
MELSA
Metis
morî
Na
Navis
nûbihar
Nûdem
Penguin Books
pêrî
peywend
Pinar
PM Press
Riverhead Books
Ronahî
Roşna
Rûpel
sewad
Sîtav
Teach Yourself
Thames & Hudson
Tmmob
Touchstone
tubitak
TÜRKİYE İŞ BANKASI KÜLTÜR YAYINLARI
tutku
Vadî
vate
Vintage
Vintage International
wardoz
weqfa mezopotamyayê
Weqfa Tahîr Elçî
Weşanên Aram
Weşanên AVA
Weşanên avesta
Weşanên Bangaheq
Weşanên berbang
weşanên Dara
weşanên darayê
Weşanên do
Weşanên J&J
Weşanên Kurdistan - Kurdistan Verlag
weşanên lîs
Weşanên Lîsê
Weşanên Na
Weşanên Peywend
Weşanên Ronahî
Weşanên si
Weşanên Vate
weşanên wardoz
weşanên wardozê
Weşanên Welat
Weşanên Weqfa Navneteweyî ya Jinên Azad (International Free
weşanxaneya belkî
weşanxaneya j&j
weşanxaneya sîtav
weşanxaneya wardozê
weşanxaneya ykyê
Weşanxaneyê Roşna
yapi kredi
YAY
Yordam Kitap
Yurt Kitap Yayın
Yurt Kitap-Yayın

zûgotinok

 mihemedê kurdo

 

 wardoz


 2017


 kurdî

 

 49

 folklor

 2018.10.06 11:13

 simurg56

 Zûgotinok, beşek ji Folklora Kurdan e. Ji bo rewanîya zimên, ji bo hişyarî û baldarîya dafikên zimên, ji bo kêf û coşa lîstik û çîrok û xebroşkan, tên gotin. Di vê pirtûkê da “188” zûgotinok hene. Ev zûgotinok, hinek jê resen in hinek jê jî yên lîstikan in. “Heft hirç her heft hirç pişt bi pirç.” “Kurm, qurm qul kir.” “Sê sed û şêst û sê şemî.”


zûgotinok - Tirşik

zûgotinok


1. bi tirkî jê ra dibêjin "tekerleme".



2. şîv kundir, paşîv kundir, ez a rindtir naxwim kundir.



3. rovî li rê livî, rê li rovî livî.



4. şemo şemo, sê sêşeman, sê şo sabûn şabaş daye.



5. O mo mushkula ket bêrîka evdila evdila birê fatê keçik anî civatê keçik bîst û sisê bû ser kanîka bilqê bû hotik motik shivana lotik.



6. Fêsê fêsasê bê dînê bê kirasê heqlîn deqlîn çerik çumul bisk û umil lolê yasîn gurçik



7. li deverinan jê re dibêjin zûbêjok, zorbêjok, zûgotinok, zorgotinok, tiştanok, çîvanok, qinik, bizelêv, nezanok, bize lêvan, mamik, çistan, zanîşk jî.. belê bi tirkî jî dibêjin tekerleme û bi ÎngÎlîzî jî tongue twister.. wek nimûne; Tirr û tirp di kevçî de.. Mi tirp xwar tirr ma di cî de..''



9. Bûk li ser hespa, kes nizane nasîbe kêya.



11. "derziya min qul, derziya te qul
derziya te di qula derziya min de"
an jî
"darê min qul, darê te qul
darê te di qula darê min de"

û ev jî heye
"tevr û tirr
min tevrê xwar tirr ma li cî"

û ev jî
"gû germ, hirmê gêr bû, min hirmê xwar
hirme germ, gû gêr bû, min hirmê xwar"

û ev jî
"vîjik û guvîj
min guvîjê xwar vîjik ma li cî"

yê ku ji xwe bawer e bila van zûgotinokan zû bi zû li ser hev heft caran tekrar ke.



12. şalê te şalwarê te
zavayê mala xalê te
heke bête mala te
tê (tu dê) çi pê bidî



13. ez çûm nav rez
min dît hirçek tê de ye
vêca me xwe avêt hev:
min rît wê xwar
wê rît wê xwar
min rît wê xwar
wê rît wê xwar
...
..
.



14. lekim çê, lekim çê, lekim çê, lekim çê (her ku diçe wê bibe çêlek im çêlek im çêlek im....)



16. KON MA QÎRÊ VE
QÎR MA KONÊ ME VE



17. zimbara zimbara zimbara zimbara....DEMA MIROV SER HEVDÛ BIBÊJÊ MIROV DIBÊ BERAZ..



18. Du hevalê bimont
çûne bomontî yê.
ji bomontiyê
yek bimont,
yek bêmont
vegeriya.

têbinî: Dema min ev entrî nivîsî li (şişli-Bomontî) bûm û min ev zûgotin, min lihev(ne)anîye.



19. wekê din di kurdiya şîr û şekirîn de jê re; bizelêv, qinik û nezanok jî tê gotin..

ji folklora kurdî nimûneyeke argoyî;

Bi rîtma 3/4 tê gotin

Tasika hawiz
Berberî quz
Quz bi çolê ket
Kîr bi dorê ket
Ket newalê
go Şep û lê ket



20. "qîrê me ma li kunê me ve
kunê me ma qîrê me ve"

(li şirnex ji bo kon'ê dibêjin kun)



22. "ez çûm ber çem min du sing anî
min yek kuta kadîna kayê
min yek jî da destê dayê"



23. bese bese dil meqese kevirê rakin bang mêra kin mêr hecîne tifekçine xwîn xwarine pê mirine



24. - jajiyê şûziyan şor e
- heft teşt mist nîsk
- rûvî li rê zivirî, rê li rûvî zivirî
- kurm qurm qul kir



26. ya allah ya xwedê
melê bazda ser medÊ
bi qewl û resûlê xwedÊ



27. kurm qurm dixwe



28. qÎ ma konê me ve
konê me ma qiyÊ ve



29. heft hirç, heşt hirç
her heft hirç, her heşt hirç
her heft hirçé pişt bi pirç
her heşt hirçé pişt bé pirç



30. pişk Û mişk di qulê de
min pişk xwar mişk ma qulê de



31. şîvên sofî sîso şeş in:/



32. çêçik û kûçik di malê de. çêçik firiya, min çêçik xwar. kûçik
firiya, min çêçik xwar.

min tiliya xwe da qijikê, got “qij”. qijikê berê xwe da min, min
got “qij”



34. Ji botanê:
"Ez çûm mala Mele Remezan,
Min got bûka mala Mele Remezan
Kanî mera mala Mele Remezan"

"Heşt hirç, her heşt hirç, pişta wan pirç."



37. Xalê Bekir çavê xwe vekir
Eynik dani, li xwe mêze kir
Serê xwe şûşt, riyê xwe şe kir
Xuriniya xwe kir bi şîr û şekir
Şal û şapik li bejna xwe kir
Ne guh da min, ne bi peyva te kir
Rabû bi rê ket, çû Diyarbekir
Ax bêaqil Xalê Bekir.



40. sê selik bi avê ve tên yek gû yek tû yek mû;
bi linga diçime gû
bi deva diçime tû
bi desta diçime mû. *



41. kî dikare hetanî kû şaş dike bêje

givîj û vîjik li rastê bû min givij xwar vijik ma


çume mala xalê mele remezan min go xalê mele remezan ka merra mala xalê mele remezan xalê mele remezan go merra mala xalêteyî mele remezan li mala mele remezane.

darê min qul darê bavê min qul darêmin di qula darê bavê minda

sê selêk bi avida tên
yek mû, yek tû,yek gû
bidesta çûm mû
bi deva çûm tû
bi pîya çûm gû



42. qîr dike, qir dike, kur dike..



43. Remo remo repisî
Çû ser darê reqisî.



44. Yek û yek teyrê belek
Zaza bilbil dermanê dil
Şekir û şima li ber çema
Çem çiqiya av tê nema
Ez kuncî tu kuncî
Li ser textikê birincî.



45. Rovî rovî rovî bi rindik
serê dûvê rovî kincik
rovî çûye mala xala
li rovî kirin barê dara
bihijmere nehijmere
jimera rovî bist û çar e.



46. di eslê xwe de ne zûgotinek e lê;

"Ez û karî li min bû tarî
Ez û qîvar li min bû êvar
Ez û kereng li min bû dereng"



47. Heft hesp heyşt hesp
Heft hesp heyşt hesp
Heft hesp heyşt hesp
...
..
.



48. Sê şebeş şebeşê şemsê mala şemsedîn mala yê şemsê



49. Havîn hat tişt û mişt
payîz hat li ser rûnişt
zivistané got ka
te ji min ra çi hişt



50. Pelo heydo
Simmu seydo
Rabe cineydo


Dema em bi pelik dilîstin me ev digot û pelik tavêt.



51. "hiş hinda dibin tişt hinda nabin"

li ser hevdû û zû bibêjin ka ez we bibînim *



52. Kurm qurm qul kir.



54. sêv gindirî min sêv xwar
Gû gindirî min sêv xwar.



56. lekimçê
lekimçê
lekimçê
..
.



57. "Sêv gindirî, min sêv xwar, gû gindirî, min sêv xwar." #105559, spas ji bo tevnepirk



58. "(paldayi: ez çûm çiyayê şerzê şeş pez kuştim bi rêzê tirrb, ez im kurê şeşpezkujê)" "konê me (bi) qîrê ve qîr (bi) konê me ve"



59. (paldayi: ''rê li rûvî zîvirî rûvî lêi rê zîvirî'')



60. Heşt hirş, her heşt hirçê piştbipirç.



61. Heft hirç, heşt hirç Her heft hirçê pişt bipirç Her heşt hirçê pişt bêpirç



62. 1) şîva Sofî sîso şîş in. 2) Tû û gû di kevçî da, min tû xwar gû ma di kevçî da



63. Ez çûme Şirîşansê Şeş seyê Şeroyê şirîşansî hebû Her şeş seyê Şeroyê şirîşansî şer dikirin Şer şerê şeş seyê şeroyê şirîşansî bû. (bnr: min bîriya dapîra xwe kir)



64. tir û tirp di kevçî de, mi tirp xwar tir ma cî da *



65. Zûgotinok hatin ji bîr kirin. Ka tin jî yekî binivîse,bila neyê ji bîr kirin* çîrokê,Çiçvanokê Golga xanê,Çû meydanê Ez kuncî,tin kuncî Ser textikê birincî ez firîm tû mayî cî



66. Mast dibe çeqilmast Çeqilmast nabe mast Mast xweştir e ji çeqilmast



67. hîvê (paldayi: hîvê hîvê zengilzîvê dîya min gilora şîr petîye gazî kurê mîr kirîye para min bîr kirîye)



68. Simbore şî dar ser ro, o gî werd mi gil werd



69. Tir, tivir di kevçî de; min tivir xwar, tir ma li cîh de. Hîn ez zaro bûm, li ser tvya Kurmancî li ser bernamakê de min ev bihîstibû. Îca hengî kêfa kalkê minî ku hezar rehm li ser gora wî bibare hatibû; ji piçûka heta mezinên malê xwe jêhatî dikin û xwe li ser vê zûgotinê diceribandin. Feqîra pir caran şaş dibûn û xwe dihetikandin wê wextê kalkê min ku zilamek gelekî giran bû ditîqtiqî... Min tir xwar û tivir ma li cî de (bnr: Bêlome)



    Berga pirtûkê:
    Berga pirtûkê
    pûanê bide pirtûkê: