96
2018.10.06 13:03
Pirtûka çîrokan "Peyarêk" a Çiya Mazî ye ku ev berhema wî ya 6'an e û ya çîrokan ya 4'an e. Pirtûk ji 7 heb çîrokan pêk tê; her çîrokek ji jiyana mirovekî kurd pêk tê ku tenê jiyane. Yên ku li bajaran mezin bûne, yên ku koçî bajaran bûne an jî ji ber zor û zexta civakê terkîwelat bûne an jî terkîcivak bûne, bûne mijara vê pirtûkê ne. Herwiha mirovên ku li nava civaka kurdan û koç nebûne lê tenêtî di nava civakê de êş kişandine û jiyane an jî bî û nezevicî mane jî bûne serlehengê çîrokên Çiya mazî. "Peyarêk" ji 96 rûpelan pêk tê û ji weşanxaneya "Berbang"ê di meha îlona 2013'an de li Stenbolê çap û belav bûye.