72
2019.02.10 15:26
Bêbavî ji serî heta dawiyê meriv dikêşe nava xwe û mereqê li meriv bilind dike ka ew ê bibe çi. Heta dawiyê jî bi xwendina xwe xweş e... Fînal tune û li wir metn dibe weke tabloyeke hunerî, tabloyeke surrealîst û êdî dimîne li ser xwendevan ku ji xwe re fahm bike, ji xwe re lezeteke edebî jê werbigire. Hesenê Metê Şêxo Fîlîk (…) xwendevên dike rêwî; ji “bersivên xumam” berî dide “pirsên zelal”. Na, di vê sehekê û pêhesînê de problemeke bêreng heye: ne mere dikare ji “bersivên xumam” bawer bike û ne “ji pirsên zelal”. Lewra ne tam bi awayekî pêewle, ji “berbelavbûnê” berê xwe daye “yekûnê”, û ne ji “yekûnê” berê xwe daye “berbelavbûnê”. Ji ber vê nepêewlebûnê, “pirs” û “bersiv”ên xwendevên jî daxilî nava “pirs” û “bersiv”ên çîrokê dibin û xeleka “yekûn” û “berbelavbûn”a tevgeriyayî, bergeha xwe firehtir dike. Her pirs, bersivekê dihukumîne û her bersivek pirsekê. H. Kovan Baqî
1. helbet ne çîroknûsekî xirab e, lê ji serî heya dawiyê di hemî çîrokan de rastî heman dengê hatim, mirov digot qey heman kes e di van hemî çîrokan de qiset dike. yek ev e ez aciz kirime. a din jî, terza wî bi kar anî di serî de xweşa min çû, tehma rhizomatic û tam nebe jî stream of consciousness dida, min hingê got wa rastî çîroknûsekî zehf balkêş hatim... lê bi demê re ev terz cîhê xwe da aciziyê hem bi dubarekirinan, bi yeknesanbûnê, û rê neda em tebîeta qerekterên çîrokan jî baş nas bikin... mijara sereke di gişan de aciziya takakesî ji endamên malbatê (dê, bav, bûk, xweh û hwd) bû. ev yek di wêjeya kurmancî ya hemdem de cihê şanaziyê, çiku gelek kesê bi nivîsê re qeleqedar bala xwe bêhtir didine tiştên komî, tu bêjî qey hemî kurd di heman egirê de dişewitin, û tiştên şexsî, êş û şadiyên takakesî hîç bala me nakişîne... şixûlandina îdyom û biwêjan gelek serketî bû, lê di afirandina berhemên edebî de hevoksazî, zimanekî temîz, û mijarên cihê wê her tim piştî formê bên. form jî tevî awayî gotinê, çawanîna vegotinê re bi ser dikeve. Helbet şixulandina associations, çaxrişima baş e lê divê rêkûpekiyek jî di nav hev de hebe, binêr virginia woolf her çendî di vê forma stream de şareza bû jî her gav paşxaneyek tije, kûr, vegotineke ligel bûyerên şênber roman û çîrokên xwe radixist ber çavê me. |
|