Tirşik-Pirtûk


Cûreyên pirtûkan
Roman, Çîrok, Helbest, Lêkolîn, Dîrok, Dîn, Ziman, Zarok, Bîranîn, Şano, Bîyografî, folklor, Çand, Tendûristî, Tip, Hevpeyvîn, Portre

Weşanxane
.
alan Yayıncılık
Altın kitaplar
American Psychiatric Association
Anansi International
APEC
Aras
Ava
avesta
Ayrinti
ayrinti yayinlari
Belkî
Bloomsbury
Cambridge University Press
Chatto & Windus
Dara
deng
dipnot
Doğan Kitap
domingo
Doubleday
Doz
Element
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
epsilon
Everest
Evrensel basım yayın
Harper Perennial
Hedef Ay Yayınları
hêlîn
hîva
İletişim
İsmail Beşikci Vakfı
ithaki
J&J
Kolektif Kitap
kor
lîs
Malpera torê (https://sites.fas.harvard.edu/~iranian/Kurmanj
Metis
morî
Na
nûbihar
Nûdem
Penguin Books
pêrî
peywend
Pinar
Riverhead Books
Ronahî
Roşna
Rûpel
sewad
Sîtav
Teach Yourself
Thames & Hudson
Tmmob
Touchstone
tubitak
TÜRKİYE İŞ BANKASI KÜLTÜR YAYINLARI
tutku
Vadî
vate
Vintage
Vintage International
wardoz
weqfa mezopotamyayê
Weqfa Tahîr Elçî
Weşanên AVA
Weşanên avesta
Weşanên Bangaheq
Weşanên berbang
weşanên Dara
weşanên darayê
Weşanên do
Weşanên Kurdistan - Kurdistan Verlag
weşanên lîs
Weşanên Lîsê
Weşanên Na
Weşanên Peywend
Weşanên Ronahî
Weşanên si
Weşanên Vate
weşanên wardoz
weşanên wardozê
Weşanên Welat
Weşanên Weqfa Navneteweyî ya Jinên Azad (International Free
weşanxaneya belkî
weşanxaneya j&j
weşanxaneya sîtav
weşanxaneya wardozê
weşanxaneya ykyê
Weşanxaneyê Roşna
YAY
Yordam Kitap
Yurt Kitap-Yayın

ferhenga têgihên hiqûqê

 Bahîz Omer Ehmed Beyar Tahir Seîd Bîlal Zîlan Cemîl Çelîk

 

 weqfa mezopotamyayê


 2019


 kurdî îngilîzî erebî farisî tirkî

 kurdî

 224

 ferheng

 2019.12.29 19:29

 xendekî

 Ev ferheng, yekemîn ferhenga têgihên hiqûqê ya kurdîya kurmancî ye ku pênaseyên têgihan jî tê da cih digirin. Di vê ferhengê da du beş hene ku beşa sereke ango ya yekem, li ser bingeha kurdî hatîye dariştin û tê da hem kurdîya têgihan hem jî pênaseyên bi kurdî hene. Beşa din jî wekî pêveka vê ferhengê ye û tirkî, kurdî, îngilîzî, farisî û erebîya têgihan hatîye rêzkirin. Di vê pêvekê da tirkî peyva serî ye û armanc ji vê jî ew e ku gelek kes li gor tirkîya têgihan, li têgihan digerin. Bi vî awayî, kesên ku kurdî kêm dizanin yan jî nizanin jî dikarin ji vê ferhengê sûdê wergirin. Di vê ferhengê da, tenê têgihên zanista hiqûqê yên sereke hene. Di ferhengê da têgehên şaxên wekî hiqûqa sizayî, hiqûqa medenî, hiqûqa karî, hiqûqa bingehîn, hiqûqa gelemperî, hiqûqa navneteweyî, hiqûqa kargêrî, hiqûqa bazirganî, hiqûqa îcrayî û herweha têgihên giştî yên hiqûqî cih digirin. Ji bo ku têgih bi hêsanî bihên famkirin, pênaseya wan û herweha hevokek mînak jî hatîye pêşkêşkirin. Di pênaseya têgihan da sûd ji nûtirîn çavkanîyên hiqûqî hatîye girtin. Herweha di pênaseya têgihan da pergalên hiqûqî yên cuda jî li ber çavan hatine girtin.


ferhenga têgihên hiqûqê - Tirşik

ferhenga têgihên hiqûqê


1. ferhengeka ji hêla komxebata hiqûqê ve bi xebata 4 salan çêbûye. ev komxebat ji alîyê weqfa mezopotamyayê û baroya amedê ve hate birêve birin. di serê projeyê de tahir elçî jî hebû, ji ber wê ferheng îthafî wî hate kirin. komxebat pêşîyê wek civînên mezin pêk dihat, paşî biryar hate dayîn ku parêzer û zimanzanên li bakur di nav xwe de pêşîyê bicivin û paşî civînek mezin çêbe, di civîna mezin de biryara dawî dihate dayîn. ez jî piştî vê biryarê tevlî bûm, hema bêje di hemû di civînan de hebûm, ji tirsik.netê du nivîskar tevlî vê xebatê bûn, yek ez yek jî roberz bû. gelek civînên piçûk çêbûn, 4 civînên mezin çêbûn; civînên piçûk li Amedê (carina li weqfê carina li baroyê), civînên mezin yek li gola hezarê, yek li wanê, yek li Mêrdînê, ya dawî jî li stenbolê pêk hat. di civînên piçûk de parêzer ji baroya amedê û mêrdînê, ez ji baroya şirnexê tevlî dibûn, sabîr ebdulahîzade ji rojhilatê Kurdistanê niha li wanê dijî wek pisporê hiqûqê tevlî dibû, mikaîl bilbil wek zimanzan tevlî dibû. di civînên mezin de ji bilî kesên di civînên piçûk de cih digirtin her wiha mehdî cehferzade ji rojhilatê Kurdistanê tevlî dibû, ji başûr parêzer û zimanzanên payebilind tevlî dibûn. biryara her peyvê di encama nîqaşên dûvdirêj de derdiket, di civîna mezin de careka din nîqaşên mezin çêdibûn. heta ji me hat me digot bila nêzîkî zimanê gel be, di nav xelkê de çi tê gotin em li pey peyvan diketin. her wiha yek ji prensîbên me nêzîkkirina zaravayên Kurdî bû, me pêşîyê dimeyzand soran ji bo têgihê çi dibêjin, paşî farisîya wê çi ye, paşî îngilîzî, paşî zimanên din. ferheng ji du beşan pêk tê. beşa ewil kurdî - kurdî ye, têgih û pênaseya wê ya kurdî û di nav hevokekî de bikaranîna wê. beşa duyem têgih bi zimanên din çi ye ji me re dibêje, tirkî - kurdî - îngilîzî - farisî - erebî. hêvî dikim xebatên bi vî awayî yên profesyonel ji bo Kurdîya dewam bikin. destê weqfê û baroya amedê û hemû hevalên ku ji wextê xwe fedakarî kirîn terr û sax be. komxebata hiqûqê ji van kesan pêk hat: Bahîz Omer Ehmed, Beyar Tahir Seîd, Bîlal Zîlan, Cemîl Çelîk, Ebdilah Casim Receb, Ebdilah Çager, Ebdilwehab Xalid Mûsa, Fexrî Karakoyunlu, Gevrîye Atli, Hekar Findî, Mehdî Caferzade, Mîkaîl Bilbil, Nasih Husên Silêman, Rênas Xendekî, Sabîr Ebdulahîzad, Sebah Reşîd Qadir, Selehedîn Elçî, Semîre Nergîz, Serdal Ogmen, Sezgîn Dînç, Veysel Vesek.



2. niha li ser pirtukakurdi.com'ê tê firotin. hûn dikarin ji vê lînkê sparîş bikin: Here lînkê



3. Sed carî pîroz be. Kedeke hêja, esereke lazim e. Îşellah ez ê çendekan ji hevalên xwe re diyarî bikim. Keda nivîskaran tevde pîroz be. Destxweş... Sihhetxweş.



4. xebatek dîrokî ye. ji ber ku li gor texmÎna min gelek têgih ji nû ve hatine afirandin. belkî piştî 50 salan, weke dersa sala yekem a li fakûlteyên hûkûkê were xwendin.



5. ji rûdawê mihemed emin demir bi mikaîl bilbil re hevpeyvînek li ser ferhenga têgihên hiqûqê çêkirîye, hûn dikarin gelek kitekitên li ser xebatê di vê hevpeyvînê de bibînin: Here lînkê [spoiler: Mikaîl Bilbil: Ferhenga Kurdî ya Têgihên Hiqûqê dê bibe bingeheka baş ji bo xebatên akademîk Mihemed Emin Demir (paldayi: Li Amedê di 25ê Kanûnê de Ferhenga Têgihên Hiqûqê bi merasîmekê hat nasandin. Ev xebat ji hêla Baroya Amedê û Weqfa Mezopotamyayê ve hatiye kirin. Me jî li ser vê xebatê bi zimannas Dr Mîkaîl Bilbilî re hevpeyvînek kir ku yek ji edîtorên vê xebatê ye û koordînatorê Weqfa Mezopotamyayê ye. Wî pirsên me yên derheqê vê xebatê de bersivand. Di vê hevpeyvînê de Mikaîl Bilbil ragihand, ev ferheng bi xebateke 4 salan û ji aliyê akademîsyenên Kurd ên ji Bakur û Başûrê Kurdistanê ve hatiye amadekirin. Bilbil di vê baweriyê de ye, ku ev ferhneg dê bibe bingeheka baş ji bo xebatên akademîk ên nû.) Rûdaw: Hûn bi kurtahî dikarin behs bikin ku vê xebatê çawa dest pê kir? Mîkaîl Bilbil: Dema ku gorbihişt Tahir Elçî serokê Baroya Diyarbekirê bû, ji bo çêkirina ferhengeka hiqûqê ya bi hevkarî, biryar hatibû dayîn. Piştî şehîdbûna wî, Baroya Diyarbekir û Weqfa Mezopotamyayê, xwedî li wê biryarê derketin dest bi amadekirinan kir. Wekî gava pêşî jî lijneyek hat avakirin ku hem ji pisporên ziman hem jî yên hiqûqê pêk dihat. Dema em li lijneya amadekar dinêrin, em dibînin ku ji bîst kesan heşt kes ji Herêma Kurdistanê ne. Gelo tu dikarî hinekî behsa vê yekê bikî? Bi rastî ezmûna Herêma Kurdistanê ji bo me gelekî giring e. Li wir gelek zanîngeh hene û pisporên hêja yên hiqûqê û ziman peyda dibin. Me jî xwest em ji zanîna wan sûdê wergirin. Loma jî me hem pisporên kurdiya kurmancî hem jî yên kurdiya Soranî dawet kirin. Hinek ji wan pisporên ziman bûn hinek jî yên hiqûqê bûn. Wekî mînak ji Zanîngeha Zaxoyê Ebdulwehab Xalid Mûsa; ji Zanîngeha Duhokê, Bahîz Omer Ehmed; ji Zanîngeha Raperînê, Sebah Reşîd Qadir profesorên ziman bûn. Beyar Tahir Seîd, Ebdullah Casim Receb, Nasih Husên Silêman û Hekar Findî jî dîsa ji Herêma Kurdistanê dihatin û gelekî feydeya wan çêbû. Bi bawerîya me, mirov çi xebateka akademîk bike, eger mirov ji tecribeya Herêmê sûd wernegire dê gelekî kêm bimîne. Mala wan ava be, eger ew nebûna dê ev xebat bi vî şiklî pêk nehata. Baş e, bi kurtahî hûn dikarin behsa naverok û rêbaza çêkirina vê xebatê bikin? Wekî hin dizanin çêkirina ferhengên têgihan karekî pir zehmet e. Ji bo zimanên wekî kurdî ku di sed salên borî da hat qedexekirin û geşedana wê derb xwar, ev kar hîn zehmettir e. Loma me biryar da ku pêşî em têgihên sereke yên hiqûqê çêbikin. Ew jî nêzî hezar têgihan bûn û ji têgihên sereke yên hiqûqa medenî, sizayî, giştî, karî, kargêrî û bazirganîyê pêk dihatin. Me di vê çeroweyê da dest bi komxebatan kir û piştî bîst û du komxebat û çar salan ev xebat bi dawî bû. Taybetîyeka vê ferhengê jî ew e ku pênaseyên têgihan û mînakan jî cih girtine. Herweha di ferhengê da ji bilî kurdî, me bergindên têgihan yên îngilîzî, erebî, farisî û tirkî jî dane. Li gor bawerîya we dê ev ferheng bêtir bi kêrî çi bê? Bi bawerîya min ev ferheng dê bibe bingeheka baş ku xebatên din li ser ava bibin. Herçend hezar têgih ne zêde ne, lê ji ber ku yên sereke ne bi hêsanî dikare bê firehkirin. Herweha di dadgehan da gelek caran problemên wergerê çê dibûn û gelek zehmetîyan rû didan û ev xebat dê ji bo vê yekê jî alîkar be. Xebata we nêzî çar salan dewam kirîye. Xebatên weha demdirêj ne zehmet in gelo? Bi rastî yek ji serkeftina vê xebatê jî ew e ku bi îstiqrar û bi rêk û pêk çar salan berdewam kiriye. Berî hertiştî ev xebateka kolektîf e û xebatên weha kolektîf di kurdan da kêm in. Bi xêra van xebatan kurd hînî çanda xebata kolektîf dibin. Xebatên kolektîf bê guman ji yên takekesî zehmettir in. Lê me fam kir ku dema samîmîyet û israr hebe, hemû zehmetî ji holê radibin. Hinek ji komxebatên me, sê-çar rojan dewam dikir ku gelek kesan dest ji karê xwe berdidan û dihatin. Lê wekî me got, dema samîmîyet û israr hebe kar gelekî hêsan dibe.]



    Berga pirtûkê:
    Berga pirtûkê
    pûanê bide pirtûkê: