136
2020.03.08 22:00
Margosyan dîsa bi bêhna taxa fila li hemberî me ye. Mîna ku di serî de jî nîşan dide ku qala merivê taxê kiriye. Jiyana xweya zarokatiyê bi hemû awayê pêşkêşî xwendevana dike. Bi rastî bêhna biratiyê, hevrebûnê, xizantiyê, kêfxweşîyê di nava hinavê xwe de hest dike mirov. Ez bi xwe li wê taxê dema ku digerim heman çêjê jê wernagrim. Ji ber ku êdî tiştek ji dema Margosyan nemaye. Û bêhtir ew axaftina tevlihev gelek xweş e. Di nav zimanê Ermenî, Kurmancî, Zazakî ûTirkî de kes nikarê bêje dengê zengilê dêran û azanê minaran nehatiye gohê min. Ji Amedê, na na ji taxa fila wêneyê ku li ser rûyê merivan bişirînan peyda dike li benda we ye.