185
2020.03.17 13:34
Pirtûk ji hilbijarteyê nivîskarê biqîmet murathan mungan pêk tê. Ji 23 nivîskara çîrok kom kirî ye. 23 çîrokê dêrsimê. Mîna ku mungan di serî de jî aniye ziman "wêje meriva nake dijminê hev, wêje bîre. Û ev berhem jî ji bo ku bûyer neyê jibîrkirin hate nivîsandin." Bi rastî êdî wehşet û hovîya li ser dêrsimê hatiye kirin me gelek caran ji dev û meseleyên cûda bihîstîye. Lê ez bawerim zimanê wêjeyî nêrînek cûda û hestiyariyek bi kul wê bide we. Xwendina van çîroka ne ewqas hêsan e, ji bo nerehatiya dil amade bin.