Tirşik-Pirtûk


Cûreyên pirtûkan
Roman, Çîrok, Helbest, Lêkolîn, Dîrok, Dîn, Ziman, Zarok, Bîranîn, Şano, Bîyografî, folklor, Çand, Tendûristî, Tip, Hevpeyvîn, Portre

Weşanxane
.
alan Yayıncılık
Altın kitaplar
American Psychiatric Association
Anansi International
APEC
Aras
Ava
avesta
Ayrinti
ayrinti yayinlari
Azad
Belkî
Bilgi yayınevi
Bloomsbury
Cambridge University Press
Chatto & Windus
Dara
deng
dipnot
Doğan Kitap
Doğan solibri
domingo
Doubleday
Doz
Element
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
epsilon
Everest
Evrensel basım yayın
Gollancz
Harper Perennial
Hedef Ay Yayınları
hêlîn
hîva
İletişim
İsmail Beşikci Vakfı
ithaki
J&J
Kolektif Kitap
kor
lîs
Malpera torê (https://sites.fas.harvard.edu/~iranian/Kurmanj
Metis
morî
Na
nûbihar
Nûdem
Penguin Books
pêrî
peywend
Pinar
PM Press
Riverhead Books
Ronahî
Roşna
Rûpel
sewad
Sîtav
Teach Yourself
Thames & Hudson
Tmmob
Touchstone
tubitak
TÜRKİYE İŞ BANKASI KÜLTÜR YAYINLARI
tutku
Vadî
vate
Vintage
Vintage International
wardoz
weqfa mezopotamyayê
Weqfa Tahîr Elçî
Weşanên Aram
Weşanên AVA
Weşanên avesta
Weşanên Bangaheq
Weşanên berbang
weşanên Dara
weşanên darayê
Weşanên do
Weşanên J&J
Weşanên Kurdistan - Kurdistan Verlag
weşanên lîs
Weşanên Lîsê
Weşanên Na
Weşanên Peywend
Weşanên Ronahî
Weşanên si
Weşanên Vate
weşanên wardoz
weşanên wardozê
Weşanên Welat
Weşanên Weqfa Navneteweyî ya Jinên Azad (International Free
weşanxaneya belkî
weşanxaneya j&j
weşanxaneya sîtav
weşanxaneya wardozê
weşanxaneya ykyê
Weşanxaneyê Roşna
yapi kredi
YAY
Yordam Kitap
Yurt Kitap Yayın
Yurt Kitap-Yayın

perik

 Selîm Berekat

 Jan Dost

 Ayrinti


 2013


 Kurdî(kurmancî)

 Erebî

 255

 Roman

 2020.04.04 15:06

 rizgarm

 Selîm Berekat çiqwas bi erebî binivîse jî; bûyer, jiyan û vegotinê wê bi tevahî bi arvanê kurdewariya hatiye hevîrkirin. Rastî û xeyal, başî û xerabî, rastî û xeletî û hwd. bi hostetî di nav hevû din de helandiye û romanek ku xwîn û xiyanetiya miletekî jê difûre pêşkêşî me dike. Berekat di nav xeyalan de behsa rastiyekî kiriye ku "welatekî çar perçe" û nivîskar lehengê vî wêlatê bi rêzdarî û xemgînî bi bîr aniye. Hesta têkçûyîn ê seranserê romanê pêçayî lê em ji bîr nekin ku ev pirtûka behsa qewmê me pezkoviyan dike û qedera me bi têkçûyinan re hatiye girêdan. Bi destê serlehengê me "Mem" bigrin ji bo lêgerîna Zîn' ekê..


perik - Tirşik

perik


1. Mijara romanê qeyrana hebûnê ya kurdekî ye li hemberî bendewariya xurt a bavê wî yê ku hemû dîroka hilweşiyayî ya pêşiyên kurdan û xeyalên xwe yên paşerojê li milên kurê xwe bar kiriye. lê îdealîzma bav û pêşeroja bav tev li hev dibin û tesîrekê mezin dikin ser jiyana serlehengê romanê. dema min qedand min du tişt gotin: 1. xwezî bi kurdî hatiba nivîsandin. 2. divê ya tirkî jî bixwînim. (ji ber ku nikarim carekê din tehemulî wergera jan dost bikim. piştre ez ê werim ser vê meselê) Memê serleheng, di nav valahiyekê bêserûbin de ji ber armanç û hedefên xwe yên spêlebûyî û riziyayî ji qewetê dikeve. Berpirsyariya xwe ya li hemberî bav/miletê xwe winda dike û bi riya xwekujiyê mirinê nîqaş dike. Ev nîqaş bi robara hişê wî tê ber xwîneran a ku tê de rastî, xewn û xeyal ketine ber guhên hev û pir caran nayê ji hev qetandin. Ku bi vê lihevxistina navxweyî hinekî tecrûbeya serhildanekê ye li hemberî qedera hevşibayî yên kurden berê û helbet li hemberî bav. lê bi giranî di beşa dawî ya surrealîst de hemû rûpelên berê yên ku me bi berçavka egzîstanyalîzmê û pileyekê bilind bi neteweperweriyê xwendibûn, mîna kayên ber bê belawela dibin û heyirîn, matmayîn û şaşmayîn dewsa fêmkirin û empatiyê digirin. sedî ji sed. waaayy xwedêyo çi encamekê/dawiyekê nelihêvîbûyî! Mem prototîpa me ya kurdên nûjen e, yên ku ketine pira erafê û ne dikarin yekser xwe jê biavêjin ne jî derfet heye ku xwe jê xelas bikin. ji ber ku şert û merc dest û lingên mirovan digirin û dilşadî û kêfxweşiya jiyên qût dike û bi ser de xelas dike. ji xwe di wê kêliyê de tu wateyên neteweyî, dînî û hwd namînin. romanekê rastî bû. selîm berekat berhemekê xweş deraniye. bixwînin. lê werger... min romanên martînê bextewar û mîrnameyê yên jan dost xwendibûn û bi rastî min jê eklekê xweş standibû. zimanê wî, vegotina wî xweş bûn. lê belê di vê wergerê de min ciwanmerd kulek (versiyona 2013*)** dît. min digot qey yên rojavayî di bikaranîna kurdî de ji yên bakurî çêtir in lê ni-aa! di bikaranîna daçekan de (di...de, ji...re hwd) çewtî hingî pir in hemû xweşiyên wergerê xwe didin alî ku birastî cihên hevokên complex tê de tune ne, tê ra xwe herikbar û xwînbar in. lê hema di hêrana xwendinê de min got xwedêyo bila ev çewtî neyên ber min an jî ez wan ferq nekim. mixabin hingî pir in, tehemul di min de nema. wekî: * kêfa hemdî ji şêweyê vegotina ehmed ji raz û sihr û fasiqiya xwe re mîna zalimekî ku pê li her çolekê dike re dihat. * (...) min stûyê xwe di derî re bi alî wê aramiya ku ronahiya hindir a xilmaş wê diguvêşe de dirêj kir. her wiha di gelek-gelek mînakan de çewtiya lêkerên hevokên bingehîn û yên alîkar ketine ber hev, yên ku bi piranî di hevokên "ku"yê hatine avakirin. yanî di hinin mînakan de hevok hingî dirêj in, ew (qertafa) lêkara dawî (ya ku ketiya bextê lêkera alîkar) bê mane disekine û tu nikarî serwext bibe da wergêr xwestiye çi bibêje: * ew dibêjin ku meydan nêzîkî xeta ku herdu parçeyên giravê vediqetîne ye. [ev çewtî di tirşikê de jî pir tê kirin û wekî qeyîde jî hatiye qebûlkirin. lê di kurdî de tiştek wiha tune ye, nikare bibe.] * ew li dînoyê ku xwe di pişt çavên xwe yên kesk de veşartiye dizivire (...) * dema xwediya sola leşkerî wek her car pirsa motorsîklê ku me soz dabûye em jê re bikirin dike (...) * (...) kurikê ku ji karê wî ye ber bi dikançiyên ku sibehan ziringîniyê ji derabeyên dikanên xwe tînin de bazde, vegerand [li vir him bikaranîna daçeka bi..de çewt e û him jî wergera hevoka complex baş nehatiye wergerandin] yaw ev çewtî hingî pir in, min çar caran mola dan xwe. lê piştî hewqas gilî û gazincan jî ez pêşniyazî herkesî dikim ku hema ji xwe re bixwînin. û hêviya min ew e ku heke çapekê duda were kirin, jan dost van hemû çewtiyan rast bikin. (bnr: rêzepirtûkên zer yê weşanên ayrintiyê) nîşe: ecêbiyên din: 1. di pirtûkê de li hemû jêrên rûpelan "rezâ pirtûkên zer" hatiye nivîsandin. ne tenê kesê ku xwendina dawî kiriye, her wiha berpirsyarên bergsazî û tîprêzî jî bi xilmaşî kar kiriye.* *li paş rûpela pêşîn a pirtûkê, jînenîgariyên nivîskêr û wergêr hene. 2. li ba navê selîm berekat navê wî yê erebî nehatiye nivîsîn lê ya jan dost di nav kevanekan de hatiye rêdayîn. çima? ya ku erebînivîs selîm berekat e, niha çima ya jan dost hatiye nivîsîn lê yê din na? heke tiştek wiha pêdivî be?! 3. li nav jînenîgariya selîm berekat cih nedane berhemên wî, lê maşelleh yên jan dost rêz kirine. lê çima? yanî çi eleqa? li vir ya girîng nivîskar e ji ber ku ew romanê nivîsiye, ne wergêr. yanî di normalê de wiha nabe.



2. pirtûka min anha xelas an jî teva kiriye. ji ber giraniya famkirina pirtûkê ya tirkî jî kirî, da ber hev û ne hemû, tenê hin beşan bi hev ra xwendî. cara ewil e ku pirtûkek selîm berekat dixwînim. ji bilî famkirina hinek cihan bi gelemperî mijarê pirtûkê ecibandî. rastî û xeyalî, dema niha û dema borî bi avayakî hostayanê tevlihev dibin. bi min rexneyek tund ber bi nirxdaraziyên malbatê û cîvakê heye ku ev rexne bi bûyeran re bi awayekî nepenî hatiye vêgotin. peyamên sîyasî jî tev li pirtûkê kiriye nivîskar. dîrok, dîn, bîranînên zarokatiyê, nirxdarazên civakê tevlihev dibe. nivîskêr di dîrokê de keseyatiyên mîna hesen heyrî, melê selîm, qadi muhammed, sîmko hin beşan de tev li pirtûkê kiriye. ji bona famkirinê wan beşan zanîna dîrokê jî hinek hewce ye. famkirina hin beşan giran e. wekî bi hev ra axaftina balindeyan meriv ji famkirinê re hinek dijwarî dikşine. ji vêgotinan têkiliya di navbera serlehenga pirtûkê û birayê wî ya cêwî dîno û baş aniyê zimên. meriv carcaran di pirtûkê de tiştên ku ji zarokatiyê xwe jî digire an jî tê bîra meriv. çend peyvên ku bala min kişandiye di pirtûkê de ev in. herifîn: ez herifîm, “ben yikildim” panav: pehnav: zozanên bilind, deştên bilind. lê di pirtûkê de wate cîhê pan, panî, fireh û rast a pişta xaniyan, ber xaniyan ku ev gotin axpîn e. (axpîn :zeviyên kelekên xaniyan) mizicîn: beşişîn, bişirîn, girnijîn dergehê hesinî: deriyê hesinî kurisîn: diranên kurusî, kotî, kojî, rizî gewî: qure wekî ew balindeyekî gewî ye. likumîn: terpilîn, tewişîn, behitîn, setimîn mûsim: demsal, “mevsim” a tirkî karê şofêrtiyê jî asantirîn kar e di mûsîmê çinînê de ku zêdetirî dû mehan dom dikî. wesandin: xwastin, sîparîş wekî hemdî du qedehên din wesandin. pê şa bûn : cihê “okşamak”a tirkî hatiye bikaranîn. mem bi porê wê ye kinik digirt, pê şa dibû û digot. gotina nîwastin heye ku meriv dikare heman wateyê de birahije. heşandin: tijî kirina tiştekî diya wan hiriyê dişo û dijene da ku pê doşekan biheşîne mem bi hêl dikeniya bi hêl kenîn: kis kis gülmek ( li gorî wergerê) darstûnên golê: “kale direği” lîzgeha pêgogê: cihê ku gog tê lîstin. keslanî: teralî, lexerî hespê nebî: cûreyek kûlî ye. termxane: morg têrm: peyvên beşên mîna kîmya, edebiyatê term: cendek, bedena mirî raweşandin: xwe ba kirin, her du teyr kumikên xwe raweşandin perikên xwe raweşandin. zivir: hejgî, girnazî, girnoz, girûzî, zivrî, çenteyê binî zivir “sert, pûrtûklû” ya tirkî. keleboxa çayê: hilm, dûkela çayê. çoçik:hesk meriv rastî hin peyv an jî qertafên tirkî jî tê di nav pirtûkê de. ya rast hemberî nivisî çekmaçe……………….berkeşk dikancî………………….dikandar boyaxçi………………..boyaxvan çayçi…………………..çayger dondirme………………bestenî yaxaya gömleğe……….bestûka îşligê fayîzcî………………faîzger, faîzvan



Berga pirtûkê:
Berga pirtûkê
Puana tirşikê= 87.5
pûanê bide pirtûkê: