452
2020.04.12 01:38
seyh bedreddîn û mûrîdên wî, torlak kemal û borklûce; li hember zilm û zordariya osmaniyan û hemû desthilatdarên din, serî hildidin.
1. pirtûka nivîskarê rûs radi fiş e. pirtûk weke ji nav jî tê fêm kirin, di derbarê jiyan, felsefe û serhildana şêx bedreddîn e. şêx bedreddîn ê ku beriya 600 salan jiyaye, di serdema xwe de yek ji fîlozofên herî navdar ê dinyayê ye, bi mûrîdên xwe torlak kemal û Börklüce Mustafa, li hember zilm û zordariya dewleta osmaniyan û hemû desthilatdarên din serî hildide. nivîskarê rûs radi fiş, bi zimanek gelek xweş û weke mirov li belgefîlmek temaşe bike; hemû bûyer û rewşa civakî û felsefî a wê demê tîne ber çavê mirov. pirtûk ji aliyê mazlum beyhan ve li tirkî hatiye wergerandin. |
|
2. pirtûkek pir pir xweş e. ez ê ku qet dîrok bala min nakşîne; piştî vê pirtûke bi rojan ji tesîra wê xelas nebûm. radi fiş pîrozkirinek heq kiriye. mirov piştî demeke diçe beriya 600 salan û mirovên wê demê ên ku ketine derdê têr kirina zikê xwe, fêm dike. elbet di derbarê şêx bedreddîn de herkes wek hev nafikire. îdîayên dîroknasên ku li gor bîr û baweriya fermî diaxivin cûda ne, yên çepgir cûda ne. radi fil di pirtûka xwe de, weke nêrîna çepgiran nivîsandiye. wisa xweş kiriye ku di dawiya pirtûkê de mirov dike bigirî. tişta ku di pirtûkê de bala min kişand, carek tenê navê kurdan derbas nabe tê de. yanê sêx bedreddîn hema bêje hemû derê dinyayê digere. diçe bexdayê, diçe kahireyê, diçe îznîk, diçe bûlgarîstanê, kirimê, helebê bursayê, heta diçe semerkandê lê carek tenê riya wî nakeve kurdistanê û behsa kurdan nayê kirin. belkî jî nexwestine di pirtûkê de cih bidinê. belkî jî bihata kurdistanê wê, dîrok bi awayeke din bimeşiya. kî dizane.. |
|