Tirşik-Pirtûk


Cûreyên pirtûkan
Roman, Çîrok, Helbest, Lêkolîn, Dîrok, Dîn, Ziman, Zarok, Bîranîn, Şano, Bîyografî, folklor, Çand, Tendûristî, Tip, Hevpeyvîn, Portre

Weşanxane
.
alan Yayıncılık
Altın kitaplar
American Psychiatric Association
Anansi International
APEC
Aras
Ava
avesta
Ayrinti
ayrinti yayinlari
Azad
Belkî
Bilgi yayınevi
Bloomsbury
Cambridge University Press
Chatto & Windus
Dara
deng
dipnot
Doğan Kitap
Doğan solibri
domingo
Doubleday
Doz
Element
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
epsilon
Everest
Evrensel basım yayın
Gollancz
Harper Perennial
Hedef Ay Yayınları
hêlîn
hîva
İletişim
İsmail Beşikci Vakfı
ithaki
J&J
Kolektif Kitap
kor
lîs
Malpera torê (https://sites.fas.harvard.edu/~iranian/Kurmanj
Metis
morî
Na
nûbihar
Nûdem
Penguin Books
pêrî
peywend
Pinar
PM Press
Riverhead Books
Ronahî
Roşna
Rûpel
sewad
Sîtav
Teach Yourself
Thames & Hudson
Tmmob
Touchstone
tubitak
TÜRKİYE İŞ BANKASI KÜLTÜR YAYINLARI
tutku
Vadî
vate
Vintage
Vintage International
wardoz
weqfa mezopotamyayê
Weqfa Tahîr Elçî
Weşanên Aram
Weşanên AVA
Weşanên avesta
Weşanên Bangaheq
Weşanên berbang
weşanên Dara
weşanên darayê
Weşanên do
Weşanên J&J
Weşanên Kurdistan - Kurdistan Verlag
weşanên lîs
Weşanên Lîsê
Weşanên Na
Weşanên Peywend
Weşanên Ronahî
Weşanên si
Weşanên Vate
weşanên wardoz
weşanên wardozê
Weşanên Welat
Weşanên Weqfa Navneteweyî ya Jinên Azad (International Free
weşanxaneya belkî
weşanxaneya j&j
weşanxaneya sîtav
weşanxaneya wardozê
weşanxaneya ykyê
Weşanxaneyê Roşna
yapi kredi
YAY
Yordam Kitap
Yurt Kitap-Yayın

ji bo rastnivîsînê ferhenga kurdî kurmancî tirkî

 m. malmîsanij mistefa aydogan zana farqînî newzad hirorî

 

 rûpel


 2012


 kurdî tirkî

 

 307

 ferheng

 2020.05.07 13:08

 biruya hayao miyazaki

 ferhenga rastnivîsînê ya bêjeyên pirguherto (pirvaryant) yên kurmancî


ji bo rastnivîsînê ferhenga kurdî kurmancî tirkî - Tirşik

ji bo rastnivîsînê ferhenga kurdî kurmancî tirkî


1. ferheng bi armanca standardkirina guhertoya nivîskî ya peyvan hatiye amadekirin. di esasê de ev xebat ji bo pêdiviya LE MONDE DIPLOMATIQUE KURDÎ hatiye destpêkirin. ji ber ku di nav nivîskarên wan de di nivîsîna heman peyvê de cudahî hatiye dîtin û ev jî ji bo dîmena zimên a rojnameyê nebaş daye xuyakirin. her wiha bi amedekariya m. malmîsanij û bi hevkariya mistefa aydogan, zana farqînî, newzad hirorî, huseyin kartal, remzî kerîm, mahmûd lewendî, m. emîn narozî û reşo zîlan ji weşanxaneya rûpelê derçûye. berê peyva hilbijartî (carcaran ji bo peyvek du guherto hatine hilbijartin) û heke hebe zayenda wê tê dayîn, piştre guhertoyên wê peyvê tê rêzkirin, piştre jî tirkiya peyvê tê dayîn. wele bila ne derew be, çi xêra tirkî tê de heye min fêm nekir, ji ber ku ev rêbereke rastnivîsînê ye, ne ferhengek du zimanî ye. ha, heke ji tirkî ber bi kurdî bibaya û li ber tirkî tenê guhertoya hilbijartî jî bidana wê gelek baş baya, bo wergeran. her wiha pirsgirêkek din jî ev e: ji xwe yên ku wê vê ferhengê bi kar bînî, ji bo guhertoya hilbijartî hîn bibe, wê ferhengê veke. ji ber wê ye, divê hemû guhertoyên peyvan bibin made û divê her made jî xwîner bibe ser guhertoya hilbijartî. çima? mîsal min xwest li vîrikê binêrim, ka gelo kîjan guhertoya vê peyvê hatiye hilbijartin. lê dinêrim ev di ferhengê de tuneye. divê ez zanibim ku guhertoyekê wê ya bi formê fîrik heye û ew hatiye hilbijartin. niha heke ez vê guhertoyê nizanibim, ez ê tu xêrê ferhengê nebînim. yan jî divê bi ya zanebûna xwe yek bi yek guherînên dengan biceribînim ku ev jî barek mezin dide bikaranîna ferhengê. helbet heke hemû varyant bikin sermade, wê hejmara rûpelan sê çar qet zêdetir bibe. lê mecbûr in, kesên ku guherîna peyvan nizanibe, û rabe di ferhengê de li peyva çevçevokê bigere, kê dikare wê peywirdar/berpirsyar bike ku divê rasterast here madeya şevşevokê. herkes ne zimannas in, an jî zimannasî nakeve zeviyên balkêşiya herkesî û ji xwe ya giringtir jî ev e ku ferheng ji bo hêsankirina vê hêranê hatiye amadekirin ne ku xelk bike zimannas. bi min hemû çapemeniya kurdî -rojname, kovar an jî weşanxaneyan divê vê ferhengê binirxîne da ku kamiltir bibe. îro meseleya herî mezin a kurdî ev e, ne î ya berî y yê ye. wekî mînak li wêneyê binêrin, peyvên pîrebok, kûsî, kergoşk/kerguh, piçûkçik, piçûk, pêşnîyaz, pêşnîyaz kirin tê de ye.



Berga pirtûkê:
Berga pirtûkê
Puana tirşikê= 70
pûanê bide pirtûkê: