344
2020.06.12 13:15
George Orwell bi hêza pênûsa xwe, bi şêweyekî dîsutopîk cîhaneke dûrî texmînên mirov ava dike. Di afirandina vê cîhanê de bi ser dikeve, lê mirovên ku di vê cîhanê de dijîn, di jîyaneke bextewer de bi ser nakevin. Lewre temama mirovên vê cîhanê di bin desthilatdarîya Partîya zordest de dijîn, li gor daxwaz û hêvîyên wê tevdigerin. Tiştê ku destûr jê re heye tenê hezkirin û îtaeta ji partîyê re ye. Dikarin heta ku ji wan were ji partîyê hez bikin, pê bawer bibin, jê re bixebitin, di vî warî de azad in. Lêbelê dîtina şaşî û kêmasîyên partîyê, rexnekirina wê ne azadî ye, dijminayî ye. Lehengê sereke Winston, ku endamê partîyê ye, ji alîyê tendirustîya xwe de qels e, nexweş e, lêbelê di hişmendîya xwe de hişyar û biaqil e. Şaşîyên ku partî dike dibîne. Di vê mijarê de fikirên xwe di rojnivîskekê de dinivîse... Winstonê ku endamê partîyê ye lewma destûra wî tuneye ji jinekê hez bike, rojekê pêrgî Juliayê tê. Li hemberî hemû qedexeyan, jîyaneke nepenî bi Juliayê re dijî, dil û mejîyê xwe jê re vedike û zayendîya xwe pê re dijî. Lê hayê wan jê tuneye ku çavên Birayê Mezin li ser wan. Di bin zilim û zora desthilatdariyên totalîter û despotîk de raman, evîn, dîrok, bi kurtayî mirovahî çawa dimeşe, di vê romanê de tê vegotin.
1. berhema george orwell, ya ku di nav de dinyaya paşerojê, sala 1984'an teswîr dikê ye. |
|
2. navÊ romaneke nivîskarê îngilîz george orwell e. li ser ûtopyaya kirêtiyê ye. |
|
3. (bnr: distopya) |
|
4. ê de george orwell bi min qala mejiyên bindest û tevlî pergalê bûyî dike. sala çapkirinê 2013 bihata nivîsandin minê bawer bikira welle ji ber ku astek maye jîyana îro bîgîhîje vê ûtopya Yê... |
|
5. kitêbeke hêja ye, divê her utopîst bixwînin û ji ber behican hêş li xwe bikin îsot* |
|
6. wergereke hêja ji versiyona wê ya kurdî hêvî nekin lewra bi qasî ku min bihîst wergêrê wê di qada wergerê de ne kesekî bi me'rîfet e. |
|
8. pirtuka dîstopîk a herdem tê behskirin û min qet nexewendibu. bi saya wergêr salih agir qoserî min pirtuk rasterast ji kurdî xwend, sipasdar im. li jor hinekan behsa gumana wergerê kirine lê wergera pirtukê baş e, mirov zêde zehmetî nakişîne ku bixwîne. li hinek mijarande ji ber zêdebuna têgehên mirov zorê dikişîne lê ew ne di destê wergerde ye. pirtuk li ser dîstopyaya desthilata bihêz û xwerû ya qet xema wê ya ji bo mirovan tiştekê bike tuneyî hatiye avakirin. honandin û bingeha pirtukê xurt e, felsefeya wê baş e. dewleta partıya INGSOSê hemu tevger û kirinên welatiyan dişobîne û gilîkirin jî buye tişteke ji rêzê. wextê mu pirtuk dixwîne filmê v for vendetta tê bîra mirov lê helbet gelek cudahî heye. piştî van buyerên dawî tirkiye jî hêdî hêdî wê bişibe wan dîmenên di pirtukêde. |
|
9. "Ne pêkan bû ku hestên we biguherînin; ku hûn bixwazin jî hûn bixwe jî nikarîbûn biguherînin. Ew dikaribûn Hemî kirinên we gotinên we û hizirên we bi hemî hûrgilîyan derxînin meydanê; lê hundirê nava dilê we raz û sira xwe ya ku hûn bixwe jî nizanin Çawa Dişixule, diparast." |
|
10. Pirtûka ku min beriya 7-8 salan Tirkiya wê xwendibû û gelek bandor li min kiribû. Hê jî di jiyana rojane de hema ji nişka ve ew hevoka navdar tê bîra min (bnr: Big brother is watching you ) |
|
12. Hîn jî yek ji wan kitêban e ku bandoreke zêde li mi kiribe. Slogana ku li kitêb derbas dibû hîn di bîra mi de ye: "War is peace freedom is slavery ignorance is strength" |
|
13. pirtûka ku nû ji min re bû nasîp bixwînim. hindik ma biqedînim. weke ku mirov li filmek temaşe bike, xwe dikşîne nava xwe. mirov dixwaze di cî de bixwîne û biqedîne. bi taybetî mirovek li tirkiyê dijî bixwîne û erdogan jî serokkomar be dikare empatî bike û pirtûkê gelek baştir fêm bike. |
|
14. George Orwell ku navê wî yê rastî Eric Arthur Blair e, bi hêza pênûsa xwe, bi şêweyekî dîstopîk cîhaneke dûrî texmînên mirov ava dike. Di afirandina vê cîhanê de bi ser dikeve, lê mirovên ku di vê cîhanê de dijîn, di jîyaneke bextewer de bi ser nakevin. Lewre temama mirovên vê cîhanê di bin desthilatdarîya Partîya zordest de dijîn, li gor daxwaz û hêvîyên wê tevdigerin. Tiştê ku destûr jê re heye tenê hezkirin û îtaeta ji partîyê re ye. Dikarin heta ku ji wan were ji partîyê hez bikin, pê bawer bibin, jê re bixebitin, di vî warî de azad in. Lêbelê dîtina şaşî û kêmasîyên partîyê, rexnekirina wê ne azadî ye, dijminayî ye. Lehengê sereke Winston, ku endamê partîyê ye, ji alîyê tenduristîya xwe de qels e, nexweş e, lêbelê di hişmendîya xwe de hişyar û biaqil e. Şaşîyên ku partî dike dibîne. Di vê mijarê de fikirên xwe di rojnivîskekê de dinivîse... Winstonê ku endamê partîyê ye lewma destûra wî tuneye ji jinekê hez bike, rojekê pêrgî Juliayê tê. Li hemberî hemû qedexeyan, jîyaneke nepenî bi Juliayê re dijî, dil û mejîyê xwe jê re vedike û zayendîya xwe pê re dijî. Lê hayê wan jê tuneye ku çavên Birayê Mezin(Big Brother) li ser wan e. Di bin zilim û zora desthilatdariyên totalîter û despotîk de raman, evîn, dîrok, bi kurtayî mirovahî çawa dimeşe, di vê romanê de tê vegotin. Orwell sernavê pirtûkê xwest ku bike ‘’Mirovê Dawî Li Ewropa’’ lê ev fikr guherand û sernavê pirtûkê kir 1984. Orwell ne tenê bi sernavê pirtûkê, di heman demê de li ser dirokê jî xwest ku guhertinê bike. Diroka ku xwest 1980 an jî 1982 bû. Lêbelê di dawiyê de biryar li ser 1984’an danî. Nivîskar dema ku pirtûk dinivisî di heman demê de jî bi nexweşiya weremê re di pevçûnê de bû. Orwell berî ku pirtûkê binivîse di BBCê de wek propagandakarekî dixebitî. Wekî ku Orwell pirtûk dinivîsand, ew bi rastî di bin çavdêriyê bû. Orwell ji bo gotar û xebatên xwe ji hêla hikumeta Brîtanî ve di bin çavdêriyê bû. Raporên istixbaratê eşkere kirin ku wî ‘’ramanên pêşbinî yên komunîst’’ û ‘’cilûbergên Bohemîan li xwe dike’’. 2+2=5 dirûşmeyek ku Partiya Komunîst bi rastî kar dikir.(di yekîtiya Sovyet de 2+2=5 binavkirin û nexşeya plana pêşveçûnê ya 5 salan bû) Orwell ji kargeha xwe ya li BBCê siruş girtibû û navê ku ‘’odeya no:101’’ lê kiribû ku wî di pirtûkê de cihê ku hûn ê li ber her cureyên şkenceyê bin. Tê texmîn kirin ku Orwell, lehengê Julia ji jina xwe yî duyem Sonia Brownell ê model girtiye. Orwell, 7 meh piştî weşana 1984’an mir. Wergera Kurdi ya pirtûkê Salih Agir Qoserî kiriye û ji weşanxaneya Lîs ê derketiye. -Fexrî Uluğ |
|
15. pirtûka george orwell ya ku li cihekî dîstopîk derbas dibe. dema mirov dixwîne nava yekî reş dike. pirtûka wî ya bi navê çewlika heywanan li gorî vê bêhtir kêfa min jê re hatibû |
|
16. Pirtûka ko di pêşbirkekê de dîyarî min kirine û li pirtûkdanka min de nola zarokek sewî bendî xwendina min e. Ne xelet bim qala paşerojek xirab û bêhêvî dike. Nav komekê de gava gotar derbasî pirtûka dibe, ev pirtûk gelekî tê qal kirin û ez cîdi xwe ji ber didim alî ko berî xwendinê tiştekî nehesim.:(( Lê wek hemû pirtûkên camêr, piştrastim ev jî zaf xweş e û lê hêja ye. |
|
17. pirtûka ku beşa wê yî ji nû ve avakirina zimên gelek bandor li ser mirov dike. ji bo xelk fikr û ramanê xwe bi azadî nebêjin zimanê xwe bi paş de dibin û qels dikin. careke din mirov têdigihije ku ziman tiştekî zehf girîng e.
spoilerê veke
|
|