Tirşik-Pirtûk


Cûreyên pirtûkan
Roman, Çîrok, Helbest, Lêkolîn, Dîrok, Dîn, Ziman, Zarok, Bîranîn, Şano, Bîyografî, folklor, Çand, Tendûristî, Tip, Hevpeyvîn, Portre

Weşanxane
.
alan Yayıncılık
Altın kitaplar
American Psychiatric Association
Anansi International
APEC
Aras
Ava
avesta
Ayrinti
ayrinti yayinlari
Azad
Belkî
Bilgi yayınevi
Bloomsbury
Cambridge University Press
Chatto & Windus
Dara
deng
dipnot
Doğan Kitap
Doğan solibri
domingo
Doubleday
Doz
Element
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
epsilon
Esmer Yayınları
Everest
Evrensel basım yayın
Gollancz
Harper Perennial
Hedef Ay Yayınları
hêlîn
hîva
İletişim
İsmail Beşikci Vakfı
ithaki
J&J
Kolektif Kitap
kor
lîs
Malpera torê (https://sites.fas.harvard.edu/~iranian/Kurmanj
MELSA
Metis
morî
Na
Navis
nûbihar
Nûdem
Penguin Books
pêrî
peywend
Pinar
PM Press
Riverhead Books
Ronahî
Roşna
Rûpel
sewad
Sîtav
Teach Yourself
Thames & Hudson
Tmmob
Touchstone
tubitak
TÜRKİYE İŞ BANKASI KÜLTÜR YAYINLARI
tutku
Vadî
vate
Vintage
Vintage International
wardoz
weqfa mezopotamyayê
Weqfa Tahîr Elçî
Weşanên Aram
Weşanên AVA
Weşanên avesta
Weşanên Bangaheq
Weşanên berbang
weşanên Dara
weşanên darayê
Weşanên do
Weşanên J&J
Weşanên Kurdistan - Kurdistan Verlag
weşanên lîs
Weşanên Lîsê
Weşanên Na
Weşanên Peywend
Weşanên Ronahî
Weşanên si
Weşanên Vate
weşanên wardoz
weşanên wardozê
Weşanên Welat
Weşanên Weqfa Navneteweyî ya Jinên Azad (International Free
weşanxaneya belkî
weşanxaneya j&j
weşanxaneya sîtav
weşanxaneya wardozê
weşanxaneya ykyê
Weşanxaneyê Roşna
yapi kredi
YAY
Yordam Kitap
Yurt Kitap Yayın
Yurt Kitap-Yayın

êvara perwaneyê

 Bextiyar Elî

 Besam Mistefa

 avesta


 2012


 kurmancî

 soranî

 304

 roman

 2014.12.07 11:18

 simurg56

 Êwarey Perwane, êvarekê nîşan dike kuPerwane û hevala wê Medya, du serlehengên çîrokê, di kombûneke mezin a mirovênoldar ên ku bawer dikin li dijî gunehkaran şer dikin de ji aliyê birayên xwe vetên kuştin. Pişt re, ev êvar dibe semboleke ku zivistan, mirin, têkçûn ûdinyayek girtî û dorpêçkirî nîşan dide. Taybetmendiya efsûniya realîst a romanêji destpêka çîrokê ku xwendevan bi bajarekî ku kuçe û kolanên wî bi xwînê tijîne, rû bi rû dimîne. Çend rojan li bajêr xwîn diherikî. ... Yek ji wechênromanê ya herî efsûnî pinpinîkên ku gelek caran xuya dikin. Navê serlehengaromanê Perwane ye ku di soranî de tê wateya pinpinîkê. Dema xweha Perwaneyê,Xendan, alîkarî jê dixwaze, di şeklê pinpinîkê de tê. Xendan pinpinîkan dixenav kitêbên li kitêbxanê. Dema fundemantalîst li bajêr kitêbfiroşxaneyekêdişewitînin bi hezaran pinpinîk dişewitin. Êvara ku Perwane û Medya tên kuştinli hewayê pinpinîk difirin. Komek keç û kur di jiyana xwe ya rojane de rastîgelek zehmetiyan tên ku wan ji jihevdûhezkirinê mehrûm dike. Her ku diçepirsgirêk mezin dibe û li bajar kuştina hin evîndaran, wan ji bo jiyanekhêjatir sewqî lêgerîna stargehek ewle, cihekî utopîk, cihekî ku tu tiştek û tukes nikaribe wan aciz bike. Lêgera wan a bi zor û zehmet wan di herêmek dûr ûçiyayî re derdixe ku pişt re ji aliyê rûniştvanên wê wek Aşiqistan û ji aliyêyên dijî wan wek ‘dehla tolazan’ tê qalkirin. ...Perwane û Medya li gundekî cihekî ewle peydadikin, lê pişt re ji aliyê sîxurên Mela Kewser tên dîtin ku ew di êvareke biberf de kuştina wan a li ber çavê gel pêk tîne. Romanên Bextiyar Elî, tevî berhemên wêjeyî ku jialiyê Gabriel Garcia Marquez, Tonî Morrîson, Derek Walcott, Taher ben Jelloun,Moniru Ravanipur û Salman Ruşdî dikare wek romanên realîst ên efsûnî bêntarîfkirin. Di romanên Bextiyar Elî de bi saya gelek referansên civakî, dîrokîû siyasî, yek bi hêsanî dikare bêje ku rûnandina berhemên wî bi realîteyaKurdistanê ve girêdayî ye. Haşim Ahmedzade, ji “Di romanênnivîskarekî kurd de Realîzma Efsûnî: Bextiyar Elî” (Romana Kurdî ûNasname) Keskin: Divê başûrî pirtûkên kurmancî wergerînin soranî Keskin destnîşan kir ku berhemên herdu diyalektan jî edebiyata kurdî ne û girîngiya wergera diyalektan wiha şîrove kir: “Xwendevanên vê derê ji ber meseleya alfabe û diyalektê nikarin jê îstifade bikin. Sinorê edebiyata kurdî berfirehtir dibin. Hemû xwendekarên kurd dikarin jê îstîfade bikin. Jixwe derefetên edebiyata kurdî kêm in. Bi vî awayî tesîreke baş dikin. Ji kurmancî jî divê ji bo soranî berhem bên wergarandin.” Xwediyê Weşanxaneya Avestayê Abdullah Keskin diyar kir ku wan heta niha 20 pirtûk ji soranî wergerê kurmancî kirine û li ber destê wan 20 pirtûkên ku ji soranî bo kurmancî werger bikin jî amade ne. Keskin, xwest dezgehên soranî jî weke weşanxaneyên li Bakur girîngiyê bidin wergera diyalektan û pirtûkan ji kurmancî wergerê soranî bikin. Weşanxaneya Avestayê pirtûka yekemîn a sala 2012’an ji soranî wergerê kurmancî kir. Pirtûka Bextiyar Elî ya bi navê “Êwarey Perwane” ji bo kurmancî bi navê “Êvara Perwaneyê” werger kir. Pirtûka ku li Başûrê Kurdistanê bûbû bestseller, bi kurmanciya Besam Mistefa di nav weşanên Avesta de derket. Keskin ji AKnewsê re ragihand ku ew ê 6 pirtûkên din ên Bextiyar Elî jî wergerê kurmancî bikin û wiha got: “Heta niha me ji 20 pirtûkan zêdetir ji soranî wergerê kurmancî kirine. Ên ku me qerar dane em ê wergerê kurmancî bikin niha nêzî 20 heban e.” Keskin destnîşan kir ku berhemên herdu diyalektan jî edebiyata kurdî ne û girîngiya wergera diyalektan wihaşîrove kir: “Xwendevanên vê derê ji ber meseleya alfabe û diyalektê nikarin jê îstifade bikin. Sinorê edebiyata kurdî berfirehtir dibin. Hemû xwendekarên kurd dikarin jê îstîfade bikin. Jixwe derefetên edebiyata kurdî kêm in. Bi vî awayî tesîreke baş dikin. Ji kurmancî jî divê ji bo soranî berhem bên wergarndin.” Keskin bal kişand ku heta niha ji kurmancî bo soranî yek pirtûkek jî nehatiye wergerkirin û aşkera kir ku ev berpirsyarî dikeve ser sazî û dezgehên Başûrê Kurdistanê. Keskin derbarê wergerê de wiha axivî: “Gerek weşanxaneyên Başûr ji kurmancî bo soranî werger bikin. Em difikirin ji soranî hin tiştan biceribînin. Derfetên me yên ku em ji kurmancî wergerê soranî bikin tune ye. Hem di warê diyalekt, werger û kadroyê de û hem jî di warên din de kesên ku bi vî karî re mijûl bibin, tune ne. Lê ev bar dikeve ser dezgehên başûr. Derfetên wan ji yên me çêtirin.” Hêjayî gotinê ye ku par Besam Mistefa sê pirtûkên Şêrzad Hesen jî ji Soranî kiribûn Kurmancî û weşanxaneya Avesta ew weşandibûn. aknews.com, 08.02.2012 Diyari bo Bülent Arınç: Êvara Perwaneyê! Romeneke nû ku ji alî Bextiyar Elî ve hatiye nivîsandin li wêjeya kurdî zêde bû. Weşana vê romanê û daxuyaniya ecêb ya cîgirê serokwezîrê tirk Bülent Arınç ku zimanê kurdî wek ´´ne-medenî´´ binav kir rastî heman rojan hatin û Bextiyar Elî bi vê romana xwe Arınç derewand. ... rojevakurdistan.com, 08.02.2012 Şikandin û guhertina kurmê vegotinekê: Êvara Perwaneyê Bextiyar Elî di Êvara Perwaneyê de, rastiya (ji) me ya hinek ji me wêdetir ji nû de nivîsandiye û bi vegotin û şêwaza xwe kurmê vegotinekê hem şikandiye hem jî guhertiye. Bêhn û sêhra romanê, rûhiyeta perperîkê (Perwane) ye ku xwe seranserî romanê raxistiye. Hiş û mêjiyê romanê, sedem û encama xwelîbûna perperîkê ye. Perwane, bi unsiyeta xwe ya ku xwe pê bi mane dike bibe nebe divê li der û dora maşûqê xwe bigere û di dawiya dawî de bişewite, bibe xwelî û bi hewayê bikeve. Di çarçoveya vê ‘efsûnê’ de Êvara Perwaneyê, bi riya karakterên wesle wesle bûyî bi rexek realîst û rexek derasayî û efsûnî vehunandineke bi hev ve mehandî ye. Bi rastiya xwe, bilêvkirina rastiya welat û gelekî ye. Bi îronî û rengên xwe rexneyeke tûj ya li ser dîn û dîndara ye. Bes melayek û Daye Telet û Pîr Mûsa bo navê Xwedê wek hebên inciyan li dij temsîliyeta mirovên oldar yên ku hema ‘def, şûr, asît û al‘ên wan di dest wan de li ba dibin û li pey şewitandin û pakkirina yên ji rêderketî ne di romanê de rû didin. Ev rastiya şirovekirî ku dikare wek arkaîk di qebhet û tevgerên Hesen Sebah, Hîzbulah û Talîbanê de bê dîtin wekî ku Fetane ji Xendanê re dibêje, ‘…ne êvara çîrokê ye, ne êvara xeyalê ye.’ Tesewûra dînî, bi hin şiroveyên taybet ji bo yên derdorê di hinek deman û deveran de jiyaneke zor li dar xistiye. Ev xusûsiyeta şiroveyê her wekî li paşerojê, di vê hênê de jî bi hin dîmenan pêkanbûna xwe diselimîne. Di vê çarçoveyê de Êvara Perwaneyê ji xeynê beşa ‘dawî’ bi hîkmeta huşbûna karakteran û bi riya bizimanbûna metnê, hiş û mêjiyê zihniyetekê rave dike. Nivîskar bi beşa dawî nêrîna xwe ya di derbarê dîn û oldariyê de bi xêra Xendanê rave kiriye û neyêniya di derbarê dîn de ku xwe di tevgerên karakterên berhemê de nîşan dide nermtir kiriye. Xwendekar dibîne ku nivîskar di şirovekirina Xwedê û dîn de di çi angaştê de ye. Bi vê angaştê di beşa dawî de hevok û ramanên bi vî rengî diyar dibin: “Di dawî de min digot, ‘ Xwedê mirov bi milyonan şêweyan dîtiye. Milyonan rûya daye wan; çawa li me dibore heke em tenê bi yek awayî bibînin, çawa li me dibore ger em, weke hakimekî bîrteng lê binerin, ku kitêbek di ber destê wî de ye û perên wê vedike û li gorî wê kitêbê biryar dide; momosteya min ev sivikatiyeke mezin e, daketin û kêmkirin e ji hêza berfireh û afirîner ya Xweda re.’. Zemanê romanê ne heta bi hetayê be jî ew zemanê “wê şevê, wê êvarê, wê rojê” ye û ev ketûmî rasterast ketûmiya realîzma efsûniyê ye lê bi “Şerê Kendavê”, bi “Kurdistan”, bi “Iran”, “Peşmerge” û bi şerê di navbera eşîr û partiyan de ev şêwaz xwe qevasî ser dara reelbûnê dike. Lê ev ketin nayê maneya ku roman ji xasbûna xwe ya efsûnî dikeve, bîlakis ev sembol û bibîrxinêr, paşeroj û pêşerojê di nav hev de dimehînin û dibin sînorên efsûnî û rastiyê ku xisletên vê cureya edebî ne. Di ser hev de geh li vi rexî geh li wî rexî ye vegotina romanê. Geh xewn û xeyal û welatê aşiqan geh sûkên kurdan û fîlmên misrî. Di paraleliya hev de carek li wargeha Perwane û Mîdya carek jî li wargeha Xendan û Fetane ku xwişkên hev in bi devê Xendana Piçûk bûyer û leheng derdikevin ser dikê. Xendana Piçûk, bûyerên ‘heyameke ku tê de jiyaye lê nedîtiye û fêm nekiriye’ bi hev dike. Karakterên romanê xwedî jiyan û serpêhatiyên trajîk û dramatîk in. Yan dilê meriv bi wan dişewite yan jî meriv ji wan ditirse. Dilê meriv bi diya Perwane û Xendanê û bi wan herdukan, Mîdyaya Xemgîn û xwişka wê Fetaneyê, Ferîdûnê Melek jî dişewite. Met, Mele Kewser, jinên defbidest, oldar û îmandar jî meriv ditirsînin. Hemû karakterên romanê ne ji xwe, ne ji bajarê xwe ne jî ji jiyana xwe razî ne. Parçebûn û hişkbûna kesayet û cimaeta li bajêr wesfê bindestan nîşan dide. Hin ji wan ji ber ku li pey jiyanek azad in di rewşeke awarte de ne hin ji wan jî ji ber ku emrên Xwedayê xwe bi temamî bi cîh naynin di nav xwe de dişewitin lê ne xwe yên ku li gor wan ji rêderketî ne dişewitînin û beden û rihê xwe, yên cimaeta xwe û yên derdorê ji şeytan xelas dikin. Tevger û bûyerên karakteran ji wan bêtir bal dikişînin ser xwe. Wek mînak dayika Perwaneyê bi awayek sînematografîk bi teşta xwe ji ser derencikê de dikeve xwarê û felcî dibe ji aliyê lawikên xwe û mêrên xwe ve dil heye ku bê hundakirinê xuya dibe. Lê dîsa jî karakterên romanê ne bes bi qewimîn û tevgerên xwe, ne bi temamî be jî bi fizîk, rih û psikolojiya xwe jî li holê ne. Car carna bi riya vebêjêr em rengê û şiklê cil û kincên karakteran jî dibînin. Bajêr bi gotina Nesredînê Bêhnxweş, ‘bi eşqên bêmiraz û nîvcomayî dagirtî ye’. Li bajêr jinên defbidest û oldar derdikevin, mêr bi şûşeyên asîtê li ber dibistanan digerin, hinek derdikevin nêçîra stranbêjên ku sirûdên welatperwer dixwînin. Jin di bin qesabxaneyên mêrkujan de derbas dibin. Heyama romanê ya ku li bajêr xuya dibe heyameke wisa ye ku kêmnetew jî tê de têne qirkirin ku dîsa ji realîteya kurdan ne wêdetir e. Gava ku oldar bi têkiliya Perwane û Feridûnê Melek dihisin dixwazin wan demikdest bigirin û bi destên xwe ceza bikin. Jinên îmandar û şopger bi pey herdukan dikevin. Di vê parçeyê romanê de xwendin û şêwazek serketî ya ku G. Garcia Marquez di Duşema Sor de li dar xistibû derdikeve pêşberî me. Di vegotina Elî de pace û deriyên ku heta niha qet venebûne jî vedibin. Her wekî ku xêr û xêratek be, her yek niştecihê bajêr tevli vê neçîrê nebe jî xwezî û azweriya wan ya bo nêçîra îmandaran ya bo aşiqên bêguneh aşkere dibe. Di kitêbxaneya ku Ferîdûn û Perwane hev dibînin ya ku tê şewitandin de di hêna vê şewitandinê de gelek tişt tên bîra mirovî. Her wekî ku tê zanîn gelek tişt û têgeh ne tazî ne, Piraniya wan têgehan bi bûyînên tije kul û keser dorpêçkirî ne. Şewitandina kitêbxaneya aşiqan ku di wê hênê de her der dibe perperîk û xweliya wan bibe nebe Sînemaya Amûdê tîne bîra mirovî ku ew 283 zarokên di wê sînemayê de wek perperîkan bûn. Di kitêbxaneyê de jî ji ber ku Ferîdûn aşiqê perperîkan e nêçîra wan dike û wan dixe nav kitêban. Di beşên din de Xendan û hevala xwe jî li xilwetgeha ku lê têne pakkirin de heman tiştî dikin û li her derê wek xewn û xeyal perperîkan dibînin û wan dixin nav kitêbên xilwatgehê. Roman bi xêra paşveçûyînên Xendana Piçûk, bi metafor û îroniyan hatiye saz kirinê. Xerabiya rewşa awarte bi pêşhukmî an jî bi selimandineke xwerû nayê piştrast kirinê lê rewş bi xwe bi êş û azara xwe vê heyîn, bûyîn û çûyînê rexne dike. Di vegotinê de xeyal û rastî tevlihev dibin û sînorê di navbera wan de dimehe. Mirov di vegotinê de şaşwaz namîne, bi kelecan pel li ser pel diqelibîne. Hinek bûyîn efsûnî bin jî bûyîna wan tiştan ne derasayî ye. Xeyal û rastî li hev dilefin û her wekî şem û perperîkê bi hev re dihelin. Her karakterê Êvara Perwaneyê bi nav û tevgerên xwe yekta ne û dikarin bi tena serê xwe jî hebûna xwe ava bikin. Perwane jî, Ferîdûn jî, Nesredîn jî, Xendan jî, Midyaya Xemgîn jî dikarin karakterên beriya xwe jî yê li pêşiya xwe jî bidine jibîr kirinê. Navên ku di Êvara Perwaneyê de diyar dibin li heman war û bajarî bin jî çîrokên xwe vedibêjin û dikarin ji navên din bi hîkayet û qederên xwe yên taybet cudatir bisekinin. Kesên ku haya wan ji wan û dilê wan heye ji nav bajarê ku zilm û zorê ew dorpêç kirine direvin wî welatê navê wî hêj nayê gotin, nayê zanîn “dojeh e an bihûşt e” e de li hev dilefin. Ew der bi xwe jî têrî xeyalên wan nake. Dîsa Mîdyaya Xemgîn li paxaftina xwe ya bi heyvê re ye, Ferîdûnê Melek di gel Perwaneyê di xeyalê xwe yê berê de ye. Li Daristana Kûviyan, leşkerên reviyayî, evîndar tev de li vî welatê ku her çiqas di temsiliyeta welatekî efsûnî de xuya bibe jî her wekî wargeha pêşmergeyên ku bo xak û welatê xwe têdikoşin de ye. Lewma hem efsûn e hem jî rastî ye û ya girîng ev e ku ev li hev lefîn û xuyakirina dorbedor xwendinê tahl û xera nake. Şibandin, mecaz, mubalaxa, dubarekerin di Êvara Perwaneyê de wek kirasê edebiyata efsûnî xwe venaşêre. Cih û war bi derengî be jî derdikeve. Zemanê romanê bi paşveçûyînan xwe çerxîner jî dike. Bi vî aliyê xwe paşeroj û pêşeroj bi hikayetên lehengan yên balkêş tevlihev dibin. Romana Bextiyar Elî, bi şêwaz û dengê xwe di nav hêzên xeternak de wêrekiyeke wisa ye ku bi vê wêrekiyê ji jiyan û fikra ku ber her deriyê girtiye re “de ha ji we re ha/de ka werin ha” ye ke. Ji folklorê sûd wergirtibe jî di bikaranîna wê folklorê de bi vê wêrekiya xwe li dij temsîliyetên çavsor pêxistina agirekî ye. Romana Bextiyar Elî, Êvara Perwaneyê, modernîzekirina hîkayeta şem û perwaneyê ye. Ev roman jî nîşan dide ku edebiyata kurdî di heman hênê de gelek cureyên edebiyatê di nav çanda xwe ya taybet de dimehîne û ji van cureyên edebî li gor çand û seruvena xwe rewrewkeke rengîn diafirîne. Êvara Perwaneyê bi her aliyê xwe gazî perdeyeke spî jî dike. Hamid Omerî, www.kulturname.com, 28.02.2012


êvara perwaneyê - Tirşik

êvara perwaneyê


1. romana bextiyar elî. bi zaravayê sorani hatiye nivîsîn. li gorî haşîm ahmedzade romaneke efsûnî ye. mijarê û honandina vê gelek cuda û balkêş e.

lê mixabin wergera vê romanê qet nexweş e. besam mistefa* gelek caran hema rasterast wergerandiye û ji ber vê zimanê vê (kurmanciya vê) ne herîkbar e û dema ku mirov dixwîne gelek caran jê aciz dibe. divê wergereke din were amadekirin.



4. zûdaye min romaneke ev qas xweş nexwendibû. weke li jor ji hatiye nivîsin romaneke bi şêwaza realîzma efsûnî ve hatiye nivîsin. mirov hest dike ku qey salvador daliye ku ev roman nivîsandiye. paşê dibêji na lo ew wênesaz bû. lê dibe ku italo calvino be. erê erê ew e. lê ferq dikî ku ne ew e jî. dûv re devikê pirtûkê dinêrî: bextiyar elî... yanê ew qas di bin bandora wê de mam. di romanê de derbarê eşq, nîvçomayî, jiyana civakî, dinyayên xeyalî, ol, zordestiyên civakî, hebûn û mirin û hwd. gelek tişt hene. teqez bixwînin.



5. Di entrya ewil de jî hatiye gotin, mixabin wergêr tu merês nedaye wergerê û hetk û helaka wergerê biriye. Romaneke gelek xweş e lê cihê mixabinî ye ku werger hişk e carinan hevok nahêtin têgihiştin. Ger di çapeke nû de besam mistefa guh bidêre rexneyan û hinekî li ser bilîze wê baştir e. Besam mistefa mirovekî hêja ye bawer im hay ji rexneyan heye. Ger di çapa nû de li gor rexneyan guherînan bike ezê çapa nû jî bikirrim û bixwînim.



6. li gel balkêşbûna çîrok û naveroka pirtûkê, pirsgirêkên edîtoriyê û wergerê/transkrîpsiyonê hin pirsgirêkên wisa derdixistin ku mirov dihate ber devjêberdayina pirtûkê bi tevahî. Bi taybetî jî, di destpêka pirtûkê de min gelekî dijwariya têgihiştinê kişand ji ber ku dirêjkirina hin hevokan wateyên wan û mebesta nivîskar a xwedanfêmkirinê ji holê rakiribû. lê belê divê ev pirsgirêk nekevin navbera xwendevan/wêjehez û nivîskar. Bo wêjeyeke xurttir divê nivîskar û xwendevan bêyî astengên bi vî cureyî xwe bigihînin pirtûkan. Bi hêviya amadehiyên cîdîtir bo çapkirinê û edîtoriyê.



7. Romaneke Bextiyar Elî ye. Bo Kurmancî ji weşanên Avestayê çap bûye. Romaneke serkeftî ye. Roman li gor rêzikên realîzma efsûnî hatîye nivîsandin. Serleheng Perwane ye. Tê da ji evînên bêmiraz bigire heta bandora oldaran ya li ser gel heye. Teqez divê bê xwendin.



9. di lîsteya xwendinê ya ji bo vê mehê ya koma xwendinê ya tirşikê bû lê mixabin min nekarî bixwînim. ji ber ku wergera wê hetîketî bû. min nekarî ji 10 rûpelan zêdetir bixwînim. peyv tên fêhmkirin lê fêhmkirina hevokan tenê dihat texmînkirin. di ber xwedinê de te digot qet tiştek hinavên min teng dikir, paşê min got "ew gelo ez çima vê êşê dikişînim?" û min dev ji xwendinê berda. apê min cemşîd xan ku hertim bê ew li ber xwe dibir jî dîsa ji alîyê besam mistefa ve hatibû wergerandin lê di wê de problem tune bû. ji ber ku ev wergera wî ya ewil e, ji heq derneketîye. eger rojekê ji nû ve were wergerandin, ez ê dîsa xwe lê bidim.



10. Romana ku min biryar da piştî min soranîya xwe hinek dî pêşvebir ezê cara duyem bêwerger bixwênim. Yekemîn romana bextiyar elî ye ku min îro xelas kir. Jiber xwendina wê zewqek edebî ne da, min di heyamek dirêj de xwend. Tevî ku gelek şaşîyên wergêr jî hebûn min romanê jî zêde ne eciband. Bawernakim ev tenê ji ber neserkeftîbûna wergerê be. Romannûsê me hewl dide wek gabriel garcia marquez hevokên dirêj û komplîke saz bike lê ev hewldan pir "kotekî" xuya dike. Di heman hevokê de sê-çar-pênç lêker hene ku mirov dikare bi xalê dawî lê bêne. Romannûs pir zêde behsa deman dike, wê êvarê, wê rojê, wan deman, wan şevan.... "seyr" û "ecêb jî favorî-peyvên nivîskarê me ye. Ji bo ku mirov ecêbbûna dîmenekê, bûyerekê bi xwendevan bide zanîn pêwîstî bi wê peyvê nake, tu ji me re wisan behs bike em bêjin çi bûyerek seyr, çi zemanek ecêb e. Lê nivîskar xwe li teralî girê dide her dubare dike, wan demên seyr, wê êvara ecêb, bi awayek balkêş... Nexê. Min şêweyê vegotina vê romanê ne eciband.



Berga pirtûkê:
Berga pirtûkê
Puana tirşikê= 80
pûanê bide pirtûkê: