200
2021.09.19 07:22
di vê dîstopyayê de teknolojîya çêkirina androîdan ewqas pêşve çûye ku êdî herkes nikare wan û mirovan ji hev veqetînin. ji bo cezakirina andorîdên sûcdar, loma dedektîfên taybet divên.
1. pirtûka Philip K. Dick e. di sala 1968an de derketiye. li gorî min dîstopyayek vedibêje. pirtûk bingeha fîlmên blade runner in. lê li gorî min fîlm ji pirtûkê xweştir in. min tiştek wisa hêvî nedikir ya rastî. ez ku heyranê fîlma wê me, dema min pirtûkê xwend, hêvîyên min zêdetir bûn. erê di pirtûkê de gelek kitekitên ecêb hene ku di fîlmê de behsa wan nehatine kirin lê belê fîlm gelek zêdetir dikare hest û atmosfera zemên derbasî mirov bike. dil heye wergerînim kurdî lê ka xîret? |
|