Tirşik-Pirtûk


Cûreyên pirtûkan
Roman, Çîrok, Helbest, Lêkolîn, Dîrok, Dîn, Ziman, Zarok, Bîranîn, Şano, Bîyografî, folklor, Çand, Tendûristî, Tip, Hevpeyvîn, Portre

Weşanxane
.
alan Yayıncılık
Altın kitaplar
American Psychiatric Association
Anansi International
APEC
Aras
Ava
avesta
Ayrinti
ayrinti yayinlari
Belkî
Bloomsbury
Cambridge University Press
Chatto & Windus
Dara
deng
dipnot
Doğan Kitap
domingo
Doubleday
Doz
Element
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
epsilon
Everest
Evrensel basım yayın
Harper Perennial
Hedef Ay Yayınları
hêlîn
hîva
İletişim
İsmail Beşikci Vakfı
ithaki
J&J
Kolektif Kitap
kor
lîs
Malpera torê (https://sites.fas.harvard.edu/~iranian/Kurmanj
Metis
morî
Na
nûbihar
Nûdem
Penguin Books
pêrî
peywend
Pinar
Riverhead Books
Ronahî
Roşna
Rûpel
sewad
Sîtav
Teach Yourself
Thames & Hudson
Tmmob
Touchstone
tubitak
TÜRKİYE İŞ BANKASI KÜLTÜR YAYINLARI
tutku
Vadî
vate
Vintage
Vintage International
wardoz
weqfa mezopotamyayê
Weqfa Tahîr Elçî
Weşanên AVA
Weşanên avesta
Weşanên Bangaheq
Weşanên berbang
weşanên Dara
weşanên darayê
Weşanên do
Weşanên Kurdistan - Kurdistan Verlag
weşanên lîs
Weşanên Lîsê
Weşanên Na
Weşanên Peywend
Weşanên Ronahî
Weşanên si
Weşanên Vate
weşanên wardoz
weşanên wardozê
Weşanên Welat
Weşanên Weqfa Navneteweyî ya Jinên Azad (International Free
weşanxaneya belkî
weşanxaneya j&j
weşanxaneya sîtav
weşanxaneya wardozê
weşanxaneya ykyê
Weşanxaneyê Roşna
YAY
Yordam Kitap
Yurt Kitap-Yayın

Gotinên pêşiyan

 Abdurrahman aydoğdu

 

 Weşanên na


 2015


 kurdî

 

 119

 Zanistî

 2021.12.09 00:10

 merwano

 li ser gotinên pêşiyan kedan 2 salan hatiye berhev kirin.


gotinên pêşiyan - Tirşik

gotinên pêşiyan






3. gotinên di demên gelekî pêşiya me de hatine gotin, bi aliyê kê ve hatine gotin ne eşkere ne û wateyek kur di xwe de dihewîne ne.
(bnr: berde bin te de erd e)
tima ji pîstir e
(bnr: tira xwe têxe şalê xelkê de)
(bnr: dinya ne bi zorê ye, bi dorê ye)
(bnr: derdê nezan û neguhdaran zehmet e)
(bnr: roviyê digere ji şêrê razayî çêtir e)





15. Dîkê ji mêranî dikeve, dibe qeşmerê mirîşkan
îmana qijalkan ji bilbilan dihere
dengbêjê heywanan bilbil e lê ji gulê pê ve kes lê guhdarî nake
xilt piştî ku dimrin derdikevin ser axê
qeşmerê heywên meymûn in
kulî di xew de bi xwe de namîzin
qure bilind difirin, lê nizm dikevin
ev ji jî min (kêfa çêlekan ji zayîna sezaryanê re nayê)



16. zani xêl e lê nizani li ber derîyê kê ye.



18. piştî tiré kezî kuré *



19. heta kurm ne ji darê bê , darê nabirê.



20. se goştê se naxwe.



21. 'mal a pîrê sitara pîrê' an jî 'mala pîrê gor pîrê, xweştire ji mala mîrê'



22. ev jî gotinê pêşiyaye: Zilamê bitirse, sînga spî nabine *



23. (bnr: destên tirsonek singên gewr nabînin)
(bnr: çê kiro bi xwe kiro xirab kiro bi xwe kiro)
(bnr: heft çîrokên hirçê hene, her heft jî li ser hirmê ne)
(bnr: her kes dibêje “elîf û bê”, kes nabêje “elîf û biçe.)
(bnr: her kes di eyba xwe de kor e)
(bnr: her kezîzerekê simbêlsorekî wê heye)
(bnr: hernê û wernê başqe ne)
(bnr: hespê qule seyê tûle mêrê file çil rojên çille lê nebe ewle)
(bnr: heta bê bîra pîrê nadê ser pira cizîrê)
(bnr: heta hebe şilik û milik dema nema keser û kulik)
(bnr: heta keç e mîr e heta dergisti ye wezîr e piştî mêr kir yexsîr e)
(bnr: heta mirov kêrik xwê bi havalê xwe re nexwe mirov wî nas nake)
(bnr: heta mirov li ser lepê xwe negere qedrê lingê xwe nizane)
(bnr: donê genî nabe rûn; qereçî nabe xatûn)
(bnr: rûvî tu çima xwe dihejînî go li min tê û ji min tê)
(bnr: serî hingî bimîne qûnê ecêban bibîne)
(bnr: serve ellah û binve neûzûbîllah)
(bnr: siha pelkê ye ne li xwe û ne li pelkê ye)
(bnr: sibhan li wî xaliqî dido li hev aliqîn yek kor û yek çavşeliqî)
(bnr: sofiyê remezanê wek kerê nav garanê)
(bnr: se be ji qewmê xwe be)
(bnr: şûrê qetlê li destê te belê rehma xwudê li dilê te)
(bnr: şêx ne batin e belê şixul bi ser de hatine)
(bnr: şam şekir e welat şirîntir e)
(bnr: hê gunikreş li ser xwe re nedîtine)
(bnr: yê ne ji hinava nayê pêş çava)
(bnr: başê wan behdîn e ew jî hîz e diz e û derewîn e )
(bnr: şerê hovan di nav garisê feqîran de ye)
(bnr: gotin qehbê tu çima ber nagirî go heta yek çêdike hezar xirab dikin)
(bnr: teyr bi çengan difire mêr bi mêran dixwire)
(bnr: tir li ku das li ku) *
(bnr: heciyo, neçe hecê, solan neqetîne li rê, hec ew e ku tu lê)
(bnr: kinca ku kete ber pîneyan, serê ku kete ber şîretan, xêr jê nayê)
(bnr: bi qîzan re neçin qîz ter in, bi jinebiyan re neçin zehf digerin, bi dayîkên dergûşan re herin, zû vegerin)
(bnr: çil heramî nikarin rûtekî bişelînin)
(bnr: barê ketî li erdê namîne)

gur got: 'te li pîreka xwe bixista, wê jî li qîza xwe bixista, hinek mû (bend) birista, lingê kerê reş bixista, min jî li van sirtan ew nekuşta. *

got: ‘ziyaretê, min gelek caran bi te derew sond xwar, te tiştek bi min nekir. ’ got: ’min jî gelek caran mala te xera kir, haya te jê tune.

gotin: ‘kul hatiye gund wê ji her malê du kesan bibe. ' hemû kesî li çavên xulam nihêrî. xulam got: 'belê yek ez lê ka yê din? *



24. Agir berda kayê û xwe da aliyê bayê.



25. tajiyê ku tu bi zorê bişînî nîçirê ji tere tu nîçirê nake



26. Xwedê mirov şaş neke, şaş kir fahş neke,fahş kir bira di erdê re kaşkaş neke...



28. Dengê kerê bi kerê xweş tê.



29. Heft sala çû seferê disa hat kerê berê.



30. behr devê sa naherime



32. çi kiro li xwe kiro çi xerakiro li xwe kiro



34. divên;pişê gûyê te derman e?
pişê dibê; na huburman e.



35. ecelê sa tê,diçe nanê şivan dixwe...



36. Ne xwar ne da hevala, genî kir avêt newala..



37. Mêraniya li pişta xelké xweş e..



38. gayina nav kayê, cixara ber bayê...



39. Tişte çu nede du..



40. kurdê têr, xew jê re xêr



41. bi bêhna kebab çû, rastê daxa kerê hat





51. kevirê leqiya nakeve cî



52. şêr şêr e, çi jin e çi mêr e..



53. barê giran aqilê sivik..



54. jîna xîrab ne tê berdan ne tê kuştin..



55. Bi gurî re goştî dixwe,bi şivên re şînê dikşîne



67. Tehba gerokan çû ber bablîsokan



68. Diza ji dizan dizî; erd û ezman tev lerizî..





70. Dinya mirine; bikene * /Li der dûra şirnexê/



71. me hevûdû biha kiriye, em hevûdû erzan nafiroşin.



73. Kurmê darê ji darê ye.



74. bila bejin xençera xaço heye.



75. mijara go pesîyan tistek ji mere ne hîstîye,

"goste diziye naxwe le pariye xwe di avsore dike" *)
"xwedîyê fisê zû pê dihesê."
"dilêwî bi jinavî ne xweş bû, di go wextê hevîr di kê çima kunaxe di hejînê..."

(bnr: ) twitter.com/felsefeyajiyane



76. hûr bajo
kûr bajo
û
ga ne êşine



77. sonda bızınê, heta dîtına nêrî ye



91. Darê zorbetiyê zû dişkê



95. aqlê sivik barê giran e...



96. bi tajiyê xelkê nêçîr çênabe.



97. ez qurbana wî kurî, dims firot pekmez kirrî.





104. gotinên ku yek ji wan ê ku ez gelek jê hez dikim ev e ;
(bnr: kuştiyê şêran be lê ne girtiyê roviyan be)



105. Li serê neê$andî benik nayê lefandin.



106. aqlê sivik barê giran e .



107. her biji apo



108. mîr jî dimire êvdalê mîr jî







111. go kurmê darê ne ji darê bê dar narizê.
heçîyê nekê haseban wê bibîne aceban.
mirovê kurmanc xwarinê dixwe û pehînekê li sêniya xwe didê.



112. go meriv dizbe, şevê reşîn zehf in.





114. xwedê noka dide bêdiranan



115. xwedê heqê bizina kol ji bizina qoç ra nahilê



116. se di irê karwan di rê.



117. bi kirdkî / zazakî: vateyê verênan



118. Bi dinyayê bişewire bi ya xwe bike.



119. (bnr: bereket berketinê de ye)

min duh ji bavê xwe bihîst. gelek kêfa min jê re hat.
(bnr: ber ketin)
(bnr: ber tiştekî ketin)
(bnr: teserruf kirin)



120. hêmam bi tir û fisan germ nabe
kes nakeve gora kesî
rû ji rû fedî dike





127. Tirro rûreşo; fiso bihnxweşo...



128. jin e, stÛna nava kon e.





133. gotineke dayikan ji bo lawê xwe gotine "min mezin kir bi çiçikan, bûkê hat bir bi navranan."



134. gava dî li ser têlevîzyoneke kurdî min bihîst: "kes bi pilekê nagehîte ser milekê"





136. KERÊN GUH SIST TIRÊN ŞIDANDÎ DIKIN



137. KEÇELO NAVÊ MIN NAVÊ TE,KUMÊ MIN LI SERÊ TE



138. GOTIN 'PIŞO GÛYÊ TE DERMAN E', PIŞO GOT 'NAVÊ MIN LOQMAN E.'



139. JI HEV DIREVIN TEV DIREVIN



140. TÊJIKÊN MARAN BÊ JAR NABIN



141. xelk nabêje te çi xwar, dibêjin te çi da hev.







146. (bnr: jin derketiye ser serî û dê daye ber derî)
ev gotina ku min ji rêzefilmê can û cegerî bihîst.
belkî xeletî tê de hebe serrast bikin



147. bila xwedê yar be dinya hemu neyar be



148. ye ku bikeve govendê, dive xwe bihejine.



149. jin û mêr şer dikin, ehmeq jê bawer dikin. bila ev jî bo rojeva tirkiyê bîtin



150. heçîyê bêjê û bikê mêr e,
heçîyê nebêjê û bikê şer e,
heçîyê bêjê û nekê ker kurê ker e.



152. diz ji dizan dizî, erd û asîman lerizî..



153. mere pîrsê dîherê Xurs e.



154. Zikê têr hay ji yê birçî nîne

Gur ji birçîbûna nikarîbû reva here, digotin: "Mîratî wisa xwariye ku, nikare di bin zikê xwe de reva here



156. (bnr: mezin reqisî, piçûk hewisî)
(bnr: ebayê qetiyayî çêtir e ji kûrkê mîr)
(bnr: jana serî ji bo zimên e)
(bnr: ku hewes e carek bes e)
(bnr: kûçik birçî dibe, gûyê xwediyê xwe dixwe)
(bnr: li pey ewran baran e, li pey tengiyan firehî ye)
(bnr: dema masî dikeve torê, aqil tê serî)
(bnr: mirî venagere bi girî)
(bnr: cîranê nêzik çêtir e ji birayê dûr)
(bnr: bila mirov ne biçûkên birayan be, bila çêlikê guran be)
(bnr: bila mirov mêr be, bila rojekê li dinê be)
(bnr: dizê bostanan mikur tên zivistanan)
(bnr: a ku bike nivîs û qelem, nikare bike mertal, şûr û rim)
(bnr: a her kesî pê xweş e)
(bnr: a kasê kasil zane, ya rehlê bivir zane)
(bnr: a ku te nedît nebêje)
(bnr: adar wekî jinan bî ye geh dikene geh digirî)
(bnr: bûka bêxesû wekî rezê bêsinc e)
(bnr: cîran deriyê malê ye)
(bnr: cot bi gayê pîr nabe)
(bnr: çavê dil kor in)
(bnr: çavên mela her li miriyan e)
(bnr: melevanî bi bask û milê xwe)
(bnr: tu herî erş, dîsa tê bikevî erdê reş)
(bnr: malê mazlûman nake xêrê li zaliman)
(bnr: kevirê havînê biavêje kadînê)
(bnr: ji herkesî re edet e ji me re qebhet e)
(bnr: gû bi berfê nayê veşartin)
(bnr: agirê bidû aşkere ye)
(bnr: dilê fireh pîr nabe)
(bnr: mû bi mû dibe rihek)
(bnr: li ba mele bi zimanê xwe li ba şêx bi dilê xwe qane be)
(bnr: dewê ceribandî ji mastê neceribandî çêtir e)
(bnr: li cihên hespan qesp nayên girêdan) - (bnr: qesp)
(bnr: serê xwe li gorî mêrê xwe girêbide)
(bnr: piyê xwe li gorî bera xwe xwe biavêje)
(bnr: min ne bostan çand ne jî zebeş xwar)



157. carna mirov ji yarê diya xwe re dibê yabo *



161. dile xweş her lê bihare.



162. mala meriv, gora meriv.



163. me xÊra mirÎyÊ xwe derxist, pozbilÎkÊ xwe pey xist.



164. Kurikekî ji semsûrê, derheqê axiretê gotû bû ji mi ra. Nîvî tirkî nîvî jî Kurmancî ye
"amel iyi ye, kuzu kebap bixwe, lê Amel kötü ye kıllı topuz lê xe"



165. Hûr bajo, kûr bajo, pir bajo, ga jî neêşîne



166. "Dinya xan e, hinek çûne û hinek jî mane, yên mayîn jî mêvan e"



167. (bnr: piştî tirrê kezi kûrê)
(bnr: quna tazî tembîlê dixwazî)
(bnr: kuro yên pêşîyên kurdan gellek hanekwarên)
(bnr: serê kolanê virek kir binê kolanê wî bi xwe bawer kir)
(bnr: agir berda kayê xwe da ber bayê)
(bnr: dema aqil bê serî bila bizêrê weke kerî)
(bnr: hiceta na nêmijker a pixasîye)
(bnr: malê naxwaran rizqê zalimaye)
(bnr: dûr be şirîn be)
(bnr: jinê were piştê te bigarinêm dora dinê)
(bnr: derdê faqîran nane derdê axa keyf u dîlane)
(bnr: bike zahmet bixwe ni'met)
(bnr: dema te girt ber ne de dema te berda pay ne keve)
(bnr: hespan ne danin cem mehînan da ne çin hev tir u pehînan)

(bnr: rûvî u seyran hirç u govend) pêş gotinek dewsa (bnr: tir kîdê das kîdê ) de ye. lê ev pêş gotin hema rast bi rast bê xwendin tê wateya nadê dive dawîya seyran u govendê bê dirêjkirin bi vî avahîyê bê ser dev.

(bnr: tir kîdê das kîdê ) pêş gotinek tê wateya "çi alaqa" ji xeynî herem a botanê min ne bihîstîye

"pişta wê da dîwarî haçe ku min şekir xwarî" bêla ev jî kîs min be ji zarok u nevî u nevîçirçirekên mere *



168. "çiqas gû tevdî aqas bîn dide"





184. ban qul be, binban şil e.



185. gotinên ku watêyên pir kûr têde hene..
ji we re du sê minak:

ha cixara ber bayê, ha gayîna nav kayê..
heta mirov dojehê nebîne, bihûşt pê xweş nayê..
kûçik ji kê bitirse bi wi alî dirreye..
rêyên dirêj bi gavên piçûk dest pê dike..



187. heta nîveka destî reş nebît tama devî xweş nabît.



188. eyarÊ bÊnamusan fireh e.





200. par birdî, pêrar birdî, nûka îsal dikî şildî bildî



201. tendûr bi tir û fisa germ nabe



207. (Bnr:#59670)









215. piştê tirrê kezî kurrê.











238. Bedewiya mirov fam û feraseta mirov e.
Roj bi bêjîngê nayê veşartin.
Pêşî bibe dîk, piştre bang bide.









261. min ji pîrika xwe seh kir.malê têr a kevanekî wek şêr a. ji alîye meletî.





263. mezinan ji me re hin gotinên wisa hîştine ku di wan de wateyên kûr û dûr hene. mînak vê gotina estetîk û ji estetîkbûnê jî zêdetir xwediyê wateyek kûr:

''dest destan dişo, vedigere rûyan dişo.''

belê, di nava salekê de belkû min vê gotinê bi dehan carê li ser rûpelên facebookê dît û cihê xemgîniyê ye ku her carê jî wateya vê gotina bedew û kûr tenê bi tifaqê re hatiye-dihêt sînordarkirin. nizanim em çima wisa mêldar in ku li dora tiştên hêsan bigerin û her "li wir" bimînin? bi vê "gotinê" re wateyek ji ya "tifaqê" wêdatir û kûrtir he ye, ango temam destek tenê nedikare xwe "bişo", jê re destek dîsa divê ku ew jî hebûna destê din e. lê piştî hevûdu şûştinê, ber bi "rû" vegerîna van destan û di encama de jî " paqijiya rû"? ango ez dibêjim li vir remza "paqijiya rû" destnîşankirinek e ji bo "abûr, prestîj, serbilindî, anor û rûmet" a ku di encama tifaqê de derdikeve holê.







266. kê bada bira ew birîse





270. "Ji xelkê re yar in, Ji hev re gûr û mar in"

Tu dibêjî qey ji bo rêxistin û siyasetmedarên kurdan gotine.



271. Yên ku dilomînin bila bitehmînin. Ji herêma dêrika çiyayê mazî.



272. ji qûnê da tir nasekine=agzında bakla ıslanmıyor



273. tira dîya xwe venaşêre=agzında bakla ıslanmıyor



274. ji mirûzê wî gû dibare= karadenizde gemileri batmak



275. Carina mirov ji mecbûrî goştê kewan jî dixwe









279. Dikina mariyon didina bar dariyon.
mariyon/merivan bar dari/ber derî
herem :Meletiyê









283. Gotinekî kalkêminê rehmetî bû, rehmetî xwedê rehma xwe lê ke mêrikek wekî feylezofek bû...

"pereyê meriv hebe, hêlikê xwe re jî zingil dixe"



284. Hemû çêlek tên dotin, hemû gotin nayên gotin.







287. (bnr: ji pelî velî, ji velî pelî derdikeve) yanî; zarokên kesên xerab, dikare bibe kesên baş, zarokên kesên baş jî dikare bibe kesên xerab.











292. "ne di dîna(ne) bi)nin nejî qûna xwe bidin dîna"



293. Delingê jinan sor e, çavê mêran kor e*



294. Meriv neke bi gotinên mezinan, diçe qûna mêriv re sirkê bizinan.*



295. gotinên di sernivîsa gotinên pêşîyande gelekin.



296. "malê axa diçe canê xulam diêşê"













302. tîr bikî dan diçe rohn bikî av/nan diçe.



303. Te tir kirê, min xetayê



304. Tirekan ji wetrê tavehîv sibe ye*



305. Mêrê qels du cara şer dixwaze.



306. gotinên kû aniha dîya min mînakeke ji wan ji bo birayê min bi kar aniye ne :ez dibêjim nêr e,tu dibêjî bidoş e.











311. te tirşik dî bixwe, te tirşik dî binûse.



312. Mar ji pûngê aciz e. Pûng diçe li ber qula mar de şîn dibe.



313. Ji xelkê re jîr e, ji xwe re kwîr e.
Bila zik têr be, bila ji qaşilê dêr be.
Berxê nêr bona kêr.
Ga dikeve kêr pirr dibe.



314. Gava hinek meriv ji jînbavan gazinan dikin ji bona zarokén héwéyen wé pîrek wî gotinî dibéjin; Panîa min li ser wan ne buye xwîn, ez li ser wan nakim gîrîn û şîn.



315. Jin bavê! Jin bavê! Ez birçî me ber dolabê.

Meseleya vê gotinê aha ye: Dibêjin keçikek hebuye dayîka wê dîçe ber rehma xwedê keçik dimine li ber destê jin bav ê.
Keçik birçî dibe dibêje
-Jin bavê jin bavê ez birçîme ber dolabê
Lê jin bav keçikê dixapîne dibêje:
-bavê te çuye genim bavêje erdê. Bila were ezê nan bidime te.

Çend roj derbas dibe keçik hê birçîye û disa dibêje:
-Jin bavê jin bavê ez birçîme li ber dolabê
Jin bav: Bavê te çuye gîha bidiru bila gîha bidu bine emê biherine aş bihêrin bînin têxine ar; ar jî têxine nan û buxin.
Lê qîzik disekine û disekine bavê wê nayê dîsa dibêje:
- Jin bavê jin bavê ez birçîme ber dolabê
Jin bav: Bavê te rêdane tê.
-Jin bavê jin bavê ez birçîme ber dolabê
-...
...
Dawîyê da keçik jî birçîna diçe ber rehma xwedê.

Bi vê hîkayetê da gere em xwe ra mesajeke civakî û ferdî derxînin:
Ku heqê mirov hebe gere mirov stûyê xwe ber bê bexta xwar neke. Gere mirov heqê xwe here bi xwe hilde. Ku meriv xwe bavêje ber bextê bê bexta; merivê zehv belengazî bikişîne.
Qusurê mêze nekin hinekî dirêj bu *)
Beyanî baş..



316. (bnr: paşîpenîya min zikê te be) Ku du mirov hev ra dikevîne munaqaşayê yek yekî tehdît bike yê/ya din jî dibêje: De bike em te bibînin. paşî penîya min zikê te be.





318. "Dê û bava hezar tillê dikevin" Maneya "tilîyê desta hemu ne yekin" eynî ye. An jî: Memed Uzun jî nivîskarê Kurd e û Muhsîn Kizilkaya jî. êê pîr û kalên me zehv xwaş gotîne.



319. "-ez bum gur min malê dinê xwar; min çîyê te xwar?."



320. -Şêr şêr e çi mê çi nêr.

-kuçik kuçikê me ye lê diçe li ber derê xelqê diewîte.

-jin jin gotî mêr mêr gotî
(ev gotin her çiqas jî xaşa hinek hevala neçe jî gotineke aha li ba me heye (serhed))



321. tûtika meye di koxika xelkêde/cîranade hêk dike.







324. Bi qûnekê li du hespan nayê siwarbûn.



325. Kerê barê te ne li ser be nebêje "çoo" *





327. (bnr: ava xwestî naçe hestî) Hefteyek ewil hevalekî min ê xelqê xîzana bedlîsê hînê min kir. Dibê ku yekî av xwestîbe, bi formalîteyê dirêjê merivê civakê dike. Ahan wira da yek jê re bêje "ava xwestî naçe hestî." ew gotina, li ser qenepeya xwe dirêj dike û kefa xwe dinhêre * Yanî dikeve şuna "afiyet be bavo, te xastîye, tê vexwî"



328. "Birçîbûna axa mirovî, ji têrbûna axa xerîbîyê çêtire.". Ez vê gotinê heta xewnên xwe heta ew wêneyên ku me di dibistana seratayî de çêkirî hîs dikim. Erê willah le'net bît vê devleta ku me ji gûndê me ji evînêt me ji çanda me dûr kirî.







331. (bnr: ji nefsê kete hepsê)

Ji bo insanên çilorîk, çavberçî tê gotin.





333. gotinên yek ji wan jî eve dibe biwêja pêşîyan bejî *
ji azana mele bawernake ji zirîna kerê bawerdike





335. Her çîlek tê dotin her gotin naye gotin





337. Newroza Sultanî
Darê gopalê xwe hilanî
Bihar û zivistan ji hev deranî



338. roj bi rîtinê naçê ava.



339. Kerê digot dahşikek min çêbibe wê barê min sivik bibe lê yêm lê kêm bû. (bnr: Gotinên ca min)



340. ez kor tu kor icar wê kî here jor?,
tu nekî ez nekim îcar wê kî bike?,
ez axa tu axa wê kî çêlekan bibe baxan?





342. 'Bi gotegot meriv naçe cot '







345. Aqilê sivik barê girane.
Vî gotin a hatî gotin rast nabînim ji bo ku aqil sivik bi zîrek an jî tûj in.





347. Jûji têjikên xwe timar dikir û got: ez qurbana pûrtika we ya evrîşim bim









351. bira meriv ne piçûkê birabe bira meriv kûçikê ber deri(ya be)yê heft dewalên ecnebiya be





353. (bnr: Çavê xwêyan li biraye çavên bira li çiyaye ) Versiyonek din jî heye lê ez nebêjim wê çêtir be *



354. (bnr: Zengîn dikire dibêjin ser xêrê bi , feqîr dikire dibêjin te ji ku anî )
Gotinek pêşiyan e ku bi tecrube hatiye peyitandin *











360. (bnr: berfa hûr avêt ranê stûr) (an jî Berfa hûr, xwe davê rana sitûr)











365. Çiyayê millan zozan e. Lê derdê mihan şivan e. Ha şivan e.



366. Tirs bavê gur e.





368. Tu min bixwerînî ez ê te bialîsim!



369. (bnr: ferqa biwêj û gotinên pêşiyan) not: entrya jor biwêj jî nîn e, de neyse...















376. Gava ku nêçîra min tê, gûyê tajîya min tê.





378. 'Xwarin xwarina Gurcî ye Nav navê Hecî ye.' Dema ku yek bi ser navê yekî tiştekî ji yekî dixwaze mirov dikare vê gotinê ji qulebaz re bêje











384. Bê xwedê dibe, bê xwedî nabe.





386. Heft kurê pîrê hebûn, ya herî baş qûna xwe dida.











391. minê minê, êdî naçe berê jinê







394. Ku hebe barê ker e, ku tune be xirê ker e.



395. gure hevdune, kuçikê xelkêne.





397. ku poşmana gû xwariba, gû di tiwaleta de nedima.



398. Heke ne mêre Kerê nêre Berde bila biçêre



399. Çavê kor, hêstirek jî jê bê baş e.



400. Kevirê havînê bavê binê kadînê Şalê min li xweke tir û fisa pêde neke Heft sala çû seferê hate dîsa kerê berê Dîkê çê di hêkê de bang dike Me xwedî kir bi gûhana ji me sitendin bi navrana



401. xwidê kazonon dit bê didonon



402. tu kuçik biqusînî jî nabe tajî



403. Têgeha ku min gelek mînakên wê bihîstine lê yek jî di bîra min de nemaye. Ez pirr aciz dibim ji ber ku di bîra min de namînin.



404. Gava mirtib birçî dibin dawata tînin bîra xwe.



405. xelkê ra masî girin ji xwe ra kûsî girin



406. bila diz hebin şevereş gelek in. bila mirov karekî bixwaze çebikê, dem pir e. dil hebe her tişt tê holê û her pirsgirêk çareser dibe



407. ku dehşikên meriv hebin barê meriv li erdê namîne (li ser zaroka hatiye gotin, kesê zarokên wan hebin karê wan diqede, çêdibe, tenêbûn ne baş e)



408. Hebekî zayendperestî filan tê de heye lê tê bîra min hevalê min digot: " tu beranî lê heyfa te mîya qoçê te şikandine."



409. Destê ret li ser dilê rihet. Ret yan jî raet, westandî, westayî, yorgun. Ku meriv biweste, westandî be, wî destê meriv ret be lê wê dilê meriv rihet be, ji ber ku meriv karê xwe kiriye.



410. Ji bo mirovên dinyanedîtî "nedît nedît di xwe de rît"





412. Di strana (bnr: kazo) de derbas dibe belam haya min jê nîne ku gotinên pêşiyan e an gotinê kazo ne lê divê êdî mîna gotinên pêşiyan bê hesêb. "Nêçîra teyrê baz bûm lê kundê kûr ez dixwarim." Yanê dibêje ku hêza min beramberê teyrê baz bû lê neçariyê ez kirime xwarina kundê kûr. Stran:















419. (bnr: pîrê yeqîn nekir mêr biki de'wa heştik û heftika dike ) wate kör istedi bir göz allah verdi iki göz





424. Dinya deme, ge zebeşe, ge leme







427. (bnr: Silav li mîya ye, ne li rûya ye) kalê min her dem digot ev temiya. Ji bo hilbijartina hevalê qenc wiha digot.



428. Qûn qetandina pêşiyan li paşiyan dibe rûmet. Gotineke paşiyan.



429. Gulanê ba çêtir e ji baranê. Ev gotina çend roj berê dema ku bavê min bi telefonê xeber dida bikaranî û min jî li ba xwe qeyd kir. Bi minasebeta meha gulanê jî ez pir watedar dibînim. Nîşe: bê destûr kopîkirin qedexe ye *



430. Kerê nebe cem mihînan de jev nealimin zîtirk û pehînan



431. Çavê li der, xwelî li ser







434. hesnê kêrkê, gûyê li ser bêrkê.. iyi parti û mhp çi ne? hesnê kêrkê, gûyê li ser bêrkê ne. bi tirkî ayni bokun laciverti.



435. ya mêrek çê ya çiyakî asê bir kahraman yada güzel konumlu bir mevzi helbet bi vê gotinê pîroz bûna çiyan jî tê seh kirin.



436. Mala min tewla te ye - yanê tu kengê bixwazî dikarî werî mala min û çiqas bixwazî dikarî bimînî, ne hewceye tu bipirsî



437. Suhbeta bi hevalekî re ev gotinana xist tûrikê min: - Ji xelkê re vir û vir diwo(dibe) Ji me re serê vî girto - Yê mala meriv xera dike derew Yê dilê meriv rehet dike dew



438. Sê exmeq hatîne dinê. Yê ku di evrazan de dikişîne titûnê, yê ku şev dide rê bi tenê, yê ku mala xwe dibe ba malbata jinê.



439. Ji kûçikan re marîfet ne lazim e.



440. alem hemî neyarê me ye, em jî neyarê xwe nin





442. rasto rast be, ji qeda û bela xilas be.





444. jina fediyokî bi gundekî ,mêrê fediyokî bi kundekî.





446. *ters, mergê lûwe ro. (Tirs, mirina gur e.) *Hag yeno qin ver to dima vanê karê xo bikerê .(hêk tê ber qûnê tu hîn dibêje karê xwe bike.) *Şarî re moz o, ma re xoz o: yanê şarî re çim akerde yo la xo rê jî gêj o. *To qertel, dar ser ke wişk(te qertel li ser darê hişk kir): yanê to îş û gure kena zor. *Ma wayirê heran nêgenî, wayirê hespan jî ma nêgenî.(em xwediyê keran nagirin, xwediyê hespan jî me nagire.)



447. Li ser rêya xerab ranekeve, xewnên nebaş nebîne. Wate, di rêya nebaş de nemeşe, bila tiştên nebaş neyên serê te.



448. "Bûkê heft xwesû kuşt, ji dengê biq biqa cer xwe tirsand." Gotinek ji hêrema Omeryaye ji gundê meye. Çîrokek wê jî heye. Wateya wê jî, kesên ko xwe gelekî tirsonek radikin bi rastîyetê de ne ewqasî bi tirsin. Carnan hin tevdigerên xwe de vê eşkere dikin.







451. "Bûkê heft xwesû kuşt, ji dengê biq biqa cer xwe tirsand." Gotinek ji hêrema Omeryaye ji gundê meye. Çîrokek wê jî heye. Wateya wê jî, kesên ko xwe gelekî tirsonek radikin bi rastîyetê de ne ewqasî bi tirsin. Carnan hin tevdigerên xwe de vê eşkere dikin.



452. (stur: Gavan ber bi mal bû, Jina gavîn bi şixûl û bi kar bû .)



453. Zimano leq û leq, Seriyo teq û req.



454. Şor bû, şorbe nebû. Di vira de şor bû, yanî axaftin bû, Rihayî ji axaftinê re şor kirin dibêjin. Îro hevalekî Rihayî vê gotina pêşiyan bikar anî, min jî qeyd kir. Em li ser wateya wê jî hinekî rawestiyan lê me tiştekî teqez negot. Gelo kesekî ji aliyê Rihayê heye ji me re şirove bike?



455. #134665 şor bû şorbe nebû dema ku karek meriva hebe divê wê karê bikî lê bi axaftinê de bikevî bi kesekî û wî karî nekî dibêjin şor bû şorbe nebû. li vir şorbe nebûyin şibandine karê ku nehatiye kirin . Mînakek : te dît em bi şora de ketin me karê xwe nekir şor bû şorbe nebû. Şor kirin : axaftin , xeber dan , qise kirin



457. Pîremêrd î nemir gotinekî pêşînanî heye ke pêşkeş î êmey kirduwe ellê: le zalim çak e naweşêtewe giya le ser bincî xoy errwêtewe hîwa exwazim kurmancîjêrînîş/soranî çalakî hebê û zimanî kurdî be pêştir bikewê bijî zimanî şîrîn.



464. Ez kuda biçim dilê min birîndar e Birîna min welatê min e



465. Ez kuda biçim dilê min birîndar e Birîna min welatê min e



466. kes berxê meriv nake beran, yanê çavên li deriya xwelî li seriya ***



467. min jê dayika xwe bihîst û gelek kêfa min jê re hat. mêvan ji mêvanan ne xweş e û xweyê malê jî ji her duyan ne xweş e



468. "Rih dibe bost, dijmin nabe dost" "Barê ketî, Xwedê li erdê nahêle"



469. Beza pisîngê, heta kadînê Meriv çiqas ji tiştekê bireve dê taliyê bi wê tiştê re rû bi rû bimîne.



470. solker pêxwas e, cawker bê kiras e.



471. Qenc kirê xwe kirê, xirab kirê (dîsa) xwe kirê...





474. diz dizan nas dikin.



475. Min neka di Facebookê de bi soranî vê gotina dît: قسەی خۆش بەهاری دلانە Ji bo kesên nizanin alfabeya erebî: Qisey xoş beharî dilan e.





477. Adarê, berfê dayê heya guliya darê, nema heya êvarê.(04.03.2022 - dêya min) Bi minasebeta berfê, serma û seqemê dêya min vê gotina pêşiyan gotibû û min jî qeyd kiribû. Min xwest di vira de jî par ve bikim ji bo ku wenda nebe. Edît: şaşiyên nivîsê û lêzêdekirin





479. (bnr: Destê betilî li ser zikê têr e. ) Gotina ku min îro ji devê pîrka xwe bihîstîye. Dema şîretan li ser xwendinê û pêdivîya pîrekan bi xwendinê kir şitexalîya xwe bi vê gotinê xilas kir.



480. Bigurije lê nebare.



481. Xebat çek e bin milê xwe ke, kelîya pêwîst bû pê bike. Dema heye şilik û milik, go nîna keder u kulik. Xebat bike ji asas de dil nekê waswas.



482. Xwarin gend û gû ye, şûştin reng û rû ye.



Berga pirtûkê:
Berga pirtûkê
Puana tirşikê= 70
pûanê bide pirtûkê: