175
2022.01.25 12:57
Katîtzî jiyana nivīskara kitêbê Katarîna Taîkon e. Katarîna Taîkon bi xwe romena qereçiya Swêdê ye û heta bîst û şeş saliya xwe jî bi xwendin û nivîsandinê nizanîbū. Lê di dawiya salên 1960î ū di destpêka 1970yî de piştî ku Taîkon bi salmezinî hînî xwendin û nivîsandinê bû, wê dest bi nivîsandina rêzekitêbên biyografî Katîtzî kir. Rêzekitêbên Katîtzî li Swêdê rexneyên pir erênî wergirtin û Taîkon kir nivîskareke naskirî. Katîtzî resimekî realîst yê keçikeke qereçî radixe ber çavan û di siya jiyana Katîtziyê de mirov rewşa qereçiyan bi giştî, zehmetiyên wan yên jiyanê, têkoşîna wan ya ji bo jiyaneke mirovane û rasîsma li hemberî wan ya ku ji çavkaniya nezaniyê dizê bi awayekî pir eşkere dibîne.
1. romanekê xweş a zarokan e. jiyana keçekê 8 salî ya romenekê (qereçî) ya bi navê katîtzî vedibêje. mirov -heke peyde bike- dikare wekî diyariya rojbûnê bide zarokên 8 salî û heta 14 saliyan. min çend sal berê ji medya kitabevî kirîbû. wekî giştî dikarim bibêjim ku nivîskara katîtziyê katarina taikon -ku jiyana xwe ya bi xwe kiriye roman- li bin bandora xaltîka astrid lindgrenê maye. bi rehetî bibêjim ku di hinin beşan rasterast pippi langstrumpf anî bîra min. (yên dixwazin her du roman dînin ber hev dikarin kurdiya wê jî bikire: pippiya goredirêj li humlegårdenê) katîtzî heta 8 saliya xwe li mala zarokan (~êtimxane) dimîne û rojekê bavê wê tê û wê dibe konika wan. heta wê demê katîtzî nizanîbûye ku ew romen e. piştre hinin bûyer tên serê wan û dibîne ku qereçîbûn tiştekî nexweş e li ber çavên xelkê. di hinin rûpelan de giriyên min bi pirsên bêguneh a katîtziyê hat ên ku digot, "mirov çima ji qereçiyan hez nake?" hwd. wekî di paşberga pirtûkê tê xwendin, ev rêzepirtûk e lê nizanim weşanxaneya nûdemê pirtûkên din ên vê rêzê wergerandiye yan na. xweş, hebe jî niha bawer im ketibe ber destê sehafên çavbirçî. ji ber ku weşanxane êdî tune ye. |
|