Tirşik-Pirtûk


Cûreyên pirtûkan
Roman, Çîrok, Helbest, Lêkolîn, Dîrok, Dîn, Ziman, Zarok, Bîranîn, Şano, Bîyografî, folklor, Çand, Tendûristî, Tip, Hevpeyvîn, Portre

Weşanxane
.
alan Yayıncılık
Altın kitaplar
American Psychiatric Association
Anansi International
APEC
Aras
Ava
avesta
Ayrinti
ayrinti yayinlari
Azad
Belkî
Bilgi yayınevi
Bloomsbury
Cambridge University Press
Chatto & Windus
Dara
deng
dipnot
Doğan Kitap
Doğan solibri
domingo
Doubleday
Doz
Element
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
epsilon
Everest
Evrensel basım yayın
Gollancz
Harper Perennial
Hedef Ay Yayınları
hêlîn
hîva
İletişim
İsmail Beşikci Vakfı
ithaki
J&J
Kolektif Kitap
kor
lîs
Malpera torê (https://sites.fas.harvard.edu/~iranian/Kurmanj
Metis
morî
Na
nûbihar
Nûdem
Penguin Books
pêrî
peywend
Pinar
PM Press
Riverhead Books
Ronahî
Roşna
Rûpel
sewad
Sîtav
Teach Yourself
Thames & Hudson
Tmmob
Touchstone
tubitak
TÜRKİYE İŞ BANKASI KÜLTÜR YAYINLARI
tutku
Vadî
vate
Vintage
Vintage International
wardoz
weqfa mezopotamyayê
Weqfa Tahîr Elçî
Weşanên Aram
Weşanên AVA
Weşanên avesta
Weşanên Bangaheq
Weşanên berbang
weşanên Dara
weşanên darayê
Weşanên do
Weşanên J&J
Weşanên Kurdistan - Kurdistan Verlag
weşanên lîs
Weşanên Lîsê
Weşanên Na
Weşanên Peywend
Weşanên Ronahî
Weşanên si
Weşanên Vate
weşanên wardoz
weşanên wardozê
Weşanên Welat
Weşanên Weqfa Navneteweyî ya Jinên Azad (International Free
weşanxaneya belkî
weşanxaneya j&j
weşanxaneya sîtav
weşanxaneya wardozê
weşanxaneya ykyê
Weşanxaneyê Roşna
yapi kredi
YAY
Yordam Kitap
Yurt Kitap-Yayın

rojek ji rojên evdalê zeynikê

 mehmed uzun

 

 ithaki


 2018


 kurdî

 kurdî

 149

 roman

 2022.01.30 18:53

 biruya hayao miyazaki

 “Navê min Ehmed e. Ehmedê Ferman. Ehmedê Fermanê Kîkî. Yanî Ehmed navê min e. Ferman hem paşnav hem jî siûda min e. Kîkî jî ji Kîkan tê, navê eşîra min e. Hin navên min ên din jî hene; dengbêjê kovarê, stranvanê Hawarê û hwd... Heta carina ji bo min weha jî tê gotin; ‘dengbêjê me yê delal, kalemêrê Kîkan, roniya çavan, îxtiyarê civatan, berdevkê maqûl û axan û berdilê ciwan û xortan...’ Gava meriv zarşêrîn be û bixwaze dilê yekî xweş bike, gotin û qise pir in. Belê, rast e; ez dengbêj û stranvan im. Ji stran, kilam, çîrok, mesele, serpêhatî û gotinan pê ve, ez bi kêrî tu tiştî nayêm. Gotin jîna min e.” Ji devê Ehmedê Fermanê Kîkî, dengbêjekî ku gotin ji xwe re kiriye jiyan, rojeke bi qasî umrekî a şahê dengbêjan Evdalê Zeynikê.


rojek ji rojên evdalê zeynikê - Tirşik

rojek ji rojên evdalê zeynikê


1. romaneke mehmet uzun e. ne xelet bim bi qasê ji 150 rûpelan fîlan pêk dihat.
pirtûk sala 1991ê de hatiye weşandin.
mixabin min vê pirtûkê li kampûsa zanîngeha stenbolê wenda kir loma cem min niha tune. heçiyê bibîne ji kerema xwe re bila li min vegerîne *



2. ji ber hawara dîcleyê krediya mehmed uzun li ba min bêsînor bû. lê rastiya vê pirtûkê bû şîmaq û rûyê min sor kir. nav lê roman e lê wekî cure di navbera çîrok û çîrvanokê maye. nivîskarê rehmetî "mehmed " uzun usluba dengbêjî jî daye lêkirin û dema lehengên sereke dipeyivin hema "e/ye/ne" li paş hemû hevokan in û ew hevokên kinik/kurtekurt xelas nabin. ji aliyê mijarê ve hingî neteweperestiya romantîk giran e, hilma min bêhnteng bû, min got wele dê ev pirtûk xelas nebe. hema her kes baş û çê, her tişt bêqisûr û mirês in. yê nebaş jî ji nebaşbûnê difire. ma qey di vê cîhanê de ji bilî reş û spî, rengê gewr tune ye yeaaqqq... ji aliyê avakirina lehengan ve berbad e. ji aliyê vegotinê ve kirasê dengbêjî hîç lê nehatiye û bûye îşkence. ji ber vegotinê mirov dikare ev "roman" wekî nîv-qesîdeya pexşanî bihesibînî. hema di her firsendê de pesna yekî/ê tê kirin û hema hema bi eynî peyvan/bêjeyan. wele bi quran meraq dikim, xwezî yekî rabaya û xêra xwedê vê "romanê" têxista bernameya indekskirina bêjeyan. texmîn dikim pirtûk bi kêmzêde 200 bêjeyan hatiye nivîsîn. nivîskar di gelek gelek cihan de çêtir dîtiye, li ba bêjeyan hemwateyên wan an jî peyvên nêzî wan bi kar bîne. ev metod hingî pir û pir e, kakafonî ji esmên dibare. ez qala aforîzmayên lehengê sereke, evdalê zeynikê nakim.* sûreta pirtûka destê min çapa 4an a 2018an e û ji çewtiyên rastnivîsê tije ye yên ku ji gava kopîkirinê mane. wekî di gelek beşan de dehan dehan peyvên ş dihewînin bi fl mane. wekî şev=flev, şapik=flapik hwd. hewqas ku rûpela 30em nedihat xwendin.... mirov karê redaksiyonê jî hewqas paşguh nake. heyfa kurdî... her wiha ji aliya honakê ve "roman" îdîa dike ku rehên xwe ji dîrokê hildigire. lê belê malpera riataza.com bi me re parve kiriye ku mehmed uzun hemû rastiyên dîrokî bi zanebûyî an jî bêhemdê xwe tevlihev kirine û honakekê xeyalî ava kiriye: Mehmed Uzun û rastîya jîyana Evdalê Zeynikê -1 Here lînkê Mehmed Uzun û rastîya jîyana Evdalê Zeynikê -2 Here lînkê heyfa wextê min.

ew çi mirin bû? serleheng yanî dimire, lê wekî xortê "çardeh salî" hema ji xwe re distirê*





Berga pirtûkê:
Berga pirtûkê
Puana tirşikê= 70
pûanê bide pirtûkê: