Tirşik-Pirtûk

dê û dêmarî

 egîdê xudo

 

 nûdem


 1995


 kurdî

 kurdî

 112

 roman

 2022.02.06 12:42

 biruya hayao miyazaki

 Şevekê, dayikeke Ûris li deriyê keçeke Kurd dixe… zarokê xwe li mala wê keça Kurd dihêle û sibê bi dizîkan direve, diçe eniya şer bo welatê xwe… keça Kurd wî zarokî wek Kurdekî mezin dike… piştî sal û deman jinik vedigere...


dê û dêmarî - Tirşik

dê û dêmarî


1. Navê romana egîdê xudo ye.



2. romanekê xwînbar e. lê divê bendewarî hinekî kêm be. ji aliyê herikbariya honakê ve qels e. lê belê dokumantekê xweş e bo rêdana jiyana kurdên sovyetê. ji xwe me got sovyet, divê kurdiya serhedê were bîra me. loma di hêrana xwendinê de hinekî zehmetî da min. di vê beşa jêr de ji ber peyva îsko pir êşiyam, hêsir ji çavê min bariya. piştî hewqas hezkirina karê ya ji dil bila strana bts a fake love bo îskoyê saşa-esil lêde:( [spoiler: - sînok!.. -û hemêza saşaye fireda dengê dêyî zirav û dilovan temirî. saşa, kû dema ewil nizanibî çawa bike, niha alaveke germ ji sîngê dê derbazî wî dibû. ewî jî dê hemêz kir, serê xwe ber jêr kir, kire nav porên wêyî qîçik, ber guhê dê hêdî got, "mama"... ji yên li wir gelekan ew xeber nebihîst, karê kû rex wan sekinîbû, ji devê kur cara ewil xebera "mama" bihîst. ewî timê ji karê re figot "inê" anjî "dayê" heke niha min xwe li tirşikê qeyd bikira, min ê ji xwe re navê "ewî timê ji min re digot inê anjî dayê lê ne mama" hilgiriba. :(]



Berga pirtûkê:
Berga pirtûkê
Puana tirşikê= 75
pûanê bide pirtûkê: