117
2022.06.17 14:53
Min ev romana ha di sala 1986an de bi navê Dr. Poloço wergerand bi kurdî. Paşê gava me di destpêka salên 90î de dest bi we- şandina kovara Nûdemê kir, me di du hejmarên Nûdemê de; di hejmarên 2 û 4an de beşê pêşî ji romanê weşand. Hingî kêfa xwendevanan jê re hatibû û wan xwestibû ku em hemû romanê li dû hev biweşînin. Lêbelê, her ku çû hejmara nivîskarên kovara Nûdemê zêderir bûn û loma her ku çû cih jî di Niademê de tengtir bû. Ji berwê weşandina romanê, me maqûltir dît ku em cih bidin nivîskarên nû û em bêtir berhemên nivîskarên zimanê kurdî biweşînin. Ji ber vê sebebê ev romana ha wilo ma. Ji ber ku min ew bi destan wergerandibû û ji ber pirbûna kar, min di xwe re nedidît ku ez wê derbasî komputerê bikim. Lê gava di sala 1996an de min Yaşar Kemal li Stockholmê dît û soza çapkirina pirtûkê dayê, êdî ji min re bû barek ii min xwe mecbûr dît ku ez wê derbasî komputere bikim Û mîna pirtûk çap bikim. Mîna tê zanîn min bere bi nave Dr. Poloço hem werdigerand hem jî dinivîsand. Lê min niha dev ji nave Dr. Poloço berdaye Û ez bi tene navê Firat Cewerî bi kar tînim. Bi hêviya ku wê bi dilê we be... FiratCewerî