170
2022.08.25 22:11
Bûyera romanê, li Qoserê (Qezê) derbas dibe. Kurdekî şampaz, bi dek û dolabên xwe xelkê dişêlîne, rût dike û dihêle. Kalekî me jî dikeve ber xezeba wî, lê kalo, dev jê bernade û bi dû wî sextekarî dikeve. “Ez jê pir aciz bûbûm. Min ji xwe ra got ew îro pê li can û cesedê min jî bike, ez ê pereyên xwe yên berê û yên ku min aniha dabûnê, wan tevan jê bistînim. Min got pere, wî got zerfa te. Min got, ka perê min û wî ji min ra xweş kir. Min got, ka perê min û wî bi derewên xwe qûç çêkir. De û de, wî lê nihêrî xelasî tune. Hêdî hêdî bin wî sincirî. Mehdê wî qulibî. Min lê nihêrî, çavê wî li revê ye. Pere xistibûn berîka çakêtê xwe. Min xwe çeng kir çakêtê wî û hişk pê girt.”
1. romana sadiq ûskan e di sala 2019ê de ji weşanên wardozê der çûye. şampaz ji kesê hîloker û xelkê dişelîne re tê gotin. di romanê de zilamekê yextîyar tevî malbata xwe ji gundê xwe mecburî berê xwe didin qezê, li qezê şampazek tê kalo dişelîne, lê kalo bela xwe jê venake. zimanê sadiq têra xwe zengîn e, sadiq ûskan li pey gotinên entîqe yên di nav xelkê de çûye û ev gotin û kalib di romana xwe de reşandine, ji ber wê zimanê wî zengîn û tamxweş e. weşanxaneya wardozê piştî berhemên folklorîk berhemên wêjeyî jî li wêjeya me zêde kir, seeta wan xweş. |
|
3. Navê Romana Sadiq Ûskanî. ji ber ku roman li Qezê/Qoserê derbas dibe bala min kişand û min destpêkir bi rastî kêfa min hîn di serî de ji gotinên nivîskêr re hat ji ber ku bi toz û herîyê destpêkir. Ên ku dizanin jixwe dizanin wexta mirov qala qezê kir divê weke bismilayê mirov bi toz û heriyê destpê bike * Di romanê de qala devereke Kurdistanê û zikakên wê tê kirin ev tişt jî bêtir dibe sedem ku balê bikişîne. Welatê mirovî çiqasî nexweş û bi pirsgirêk be jî a dawî welat e û şêrîn e li ber dilê mirovî. Ji aliyê naverokê roman li dora fen û fûtê Şampazî dizîvirin. Apoyê ku fen lê hatiye kirin û digihêje kê û ew jî qala xwe û fenên Adil Berdayîyî dikin a rast ev tişt di romanê de mirov hinekî aciz dike weke dikeve nava dubareyekê. Lê hevokên Sadiq têra xwe herikbar e û bi henekan hatiye xemilandin gotinên kevn ên li nav miletî de xweş û di cih de bi kar aniye. mînak: rêya Qubikê, a Girmelêva, a Dirbêsiyê û weke Dikana Balîfo, Camiya Xerabe navên li Qezê hîn tê bikaranîn tê de derbas dibin. Û weke gotinên herêmî mînak li Qezê ên ku diherin mêvandariyê û zû bi zû ranabin heta nîvê şevê dimînin ji wan re dibêjin ma bû "Şevbihêrkiya Cilîniyan" biwêjên bi vî rengî hatinin bi kar anîn. Jixwe roman li dora salên 2010an de derbas dibe, lê di navêrokê de carna di bîranînên Apoyî de xwe digihîne zemanên berê heta qala navê Tilermen û Dunaysirê jî tê kirin. Sadiq, pirsgirêkên civakî bi zimanekî edebî aniye zimên. derdên toz û heriya bajarekî ku tu caran tu kes lê xwedî derneketiye, derdên ceyrana qaçax, derdên bê zimanbûnê, derdên gundiyên ji axa xwe hatinin veqetandin û li bajaran ketinin nava devê guran, derdên bê dewletbûnê. Û derdên civakî ku ji ber mêrên wan tiştên hatine sêre jinan, kul û derdên feqîriyê. Û di civaka Kurdan de şerê xurt û qelsan. Min xwest çend tiştan li ser romana Sadiq bibêjim ji ber ku ez bi hêvî me dibe ku di wextên pêş de navê xwe bi esasî li edebiyata kurdî binivîsîne. Mefer Kurdil Here lînkê |
|
4. romana ku bi saya dîyarîkirina ferhega şikestî haya min pê çêbû. min îro dest bi xwendinê kir. hê di serî de, bala min kişand. |
|
5. romanek xweş e. gelek biwêj û gotinên pêşîyan dihewîne ku li tu ferhengan peyda nabin. min pêşîn xwest wan qeyd bikim. yek, du, sê min dît zêde zêde ye. min dev jê berda û biryar da ku carekî din tenê ji bo vî karî bixwînim û van biwêj û gotinên stranan jê derxim û li tirşik û ferhengê zêde bikim. wek roman jî serkeftî ye. mirov him dûmahîka bûyeran meraq dike û him jî bi edet, fikr û sosyolojîya gelê xwe ji nû ve kifş dike û dikene, şaşwaz dibe. ev demek bû ku min hêvîya xwe ji romanên kurdî birrîbû, lê vê pirtûkê keyfa min anî. |
|
6. Romana ku bi zimanê xwe yê folklorîk derketiye pêş. Hêj derfeta min çênebûye bixwînim. Heval behs dikin, dipesînin. Xwedê heske em ê bixwînin. |
|