364
2014.12.07 17:51
Berhemek menzûm e, bi şiklê “mesnewî”yê hatiye amadekirin û ji 70 malikan pêk tê. Wekî mijar li gorî rêbaza Sunnî/Eş’erî bi kurtahî behsa bingehên baweriyê dike. Di vê berhema ku di çarçoveya îlmên ‘Eqîdê û Kelamê de cih digire de bingehên baweriyê li gorî rêbaza van ‘îlman di bin beşên bingeh de hatine nirxandin ku ew beş ev in: 1)Îlahiyyat (meseleyên girêdayî bi Xwedê ve): Hebûna Xwedê, yekîtiya wî û sîfetên wî; qeder û azadiya însan; têkiliyên di navbera îman û ‘emel de; rewşa kesê ku gunehê mezin bike li axretê; atom (cuz’ê layetecezza); heyûla (madeya eslî ya ku kaînat jê çê bûye) û afirandina dunyayê ji tunebûnê hinek ji mijarên vê beşê ne. 2)Nubuwwat (meseleyên girêdayî bi pêxemberiyê ve): Hinek meseleyên ku di bin vê beşê de cih digrin ev in: Hewcebûna baweriya bi temamê pêxemberan; bêrîbûna pêxemberan ji gunehan û ji avêtina ji wezîfeya pêxemberiyê; di pêxemberiyê de pêkera cinsiyetê (ango jin jî dibin pêxember yan ne?). 3)Sem’iyyat (tiştên ku hebûna wan hatine bihîstin): Ev beş ji wan tiştan pêk tê ku li vê dinyayê bi çavan nayên dîtin lê ji pêxemberan û ji kitêbên ku ji wan re hatine şiyandin hebûna wan hatiye bihîstin. Hinek ji wan tiştan ev in: Pirsên ku di qebrê de ji mirî tên kirin; piştî mirinê saxbûna ji nû ve; hesab û lêpirsîn ji bo xelatkirin û cezakirina qenc û xeraban; derbasbûna di ser Pira Siratê re; hebûna cennet û cehennemê û ketina wan; ji heyînên metafîzîk hebûna melek û cin û şeytanan. Meseleyên ku Xanî li gorî hersê beşên navborî girtine dest, di vê xebatê de wekî beranberîkirina bi fikr û ramanên mezheb û fîrqeyên îslamî yên din re hatine tehlîlkirin. Tradisyona ‘eqîdeyên menzûm û stûnê wê yê kurdî Ji bo ku mijara ‘îlmê ‘eqîdeyê rasterast bingehên baweriyê ye, di nav ‘îlmên îslamî de cihek xwe yê taybet heye. Di sîstema perwerdahiya medreseyê ya ku bi giranî li ser jiberkirina metnan hatiye avakirin de şagirtên medreseyê metnên menzûm ji yên nemenzûm hêsantir û bizewqtir jiber dikirin. Ev jî bû sebeb ku nivîskarên ku qabiliyeta wan a helbestî hebûye berhemên xwe menzûmkî binivisînin. Çawa ku di medreseyên Osmanî yên fermî de zimanê perwerdahî tirkî bû û kitêbê ‘eqîdeyê yên ‘erebî bi tirkî dihatin dersdan, ‘Eqîdeya Îmanê ya Xanî jî di medreseyên kurdan yên fexrî de ku zimanê perwerdahî di wan de kurdî bû wekî kitêba dersê cih girtiye. Bi vî awayî zimanê kurdî cara yekemîn di ‘îlmekî îslamî yê girîng mîna ‘eqîdeyê de bûye zimanê nivîskî û perwerdahî. Bi xabetindina Xanî di cihê ‘erebiya sîfetên Xwedê de berdelên wan yên kurdî, cara yekemîn ev sîfet ji bilî şiklên xwe yên ‘erebî bi zimanek din hatine bikaranîn. Ehmedê Xanî zimanê kurdî yê ku bi Nûbehara Biçûkan kir “zimanê zimên”, bi ‘Eqîdeya Îmanê jî kir “zimanê dîn.” Tradisyona ‘eqîdeyên menzûm yên kurdî ku Xanî da destpêkirin, piştî wî jî di serî de Mele Xelîlê Sêrtî, ji aliyê gelek ‘alimên kurd ên ku rasterast yan jî nerasterast di bin bandora wî de mane ve heta bigihîje roja me hatiye domandin.