Ferhenga înteraktîf
evînên mezin bi pevçûnê destpê dikin
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-evînên mezin bi pevçûnê destpê dikin

1. tiştek mîna gotinên pêşîyan e. çiqas rast e nizanim, lê ev yek rast e ku hezkirinên piştî pevçûnan bihêztir e.

tabî li gor strana soluk soluğa ya grup yorumê; evînên mezin bi rêwitiyê destpê dike



27.03.2015 19:28 | simurg56

2. gotina ku qey ne wisa bû yaw "evînên mezin bi nefretê despê dike" .



27.03.2015 19:34 ~19:34 | brusk56

3. (bnr: mala bavê derewa)



15.04.2018 18:41 | xwelî li ser

4. Nexwe keçika ku kêfa me jê re hat, gijika wê bigrin û pev kevin!



15.04.2018 18:44 | xwelî li ser

5. ne evîn, lê hevaltîyeka baş bi pevçûnê dest pê kir.

dema ez bi 13-14 salî bûm, diçûm dibistanê. di fêrgehê me da keçeka bi navê gulşa hebû. niha nayê bîra min çima, nîqaşek di navbera me da dest pê kiribû. me li hevdu bi dengê bilind qîrîyan. me çend nifir ji hev ra avêtin û ji hêrsa hema di nav sanîyeyê da xwe avêtin li ser hev. hevalên me gişt kom bûn. li me temaşe dikirin. kes nikarîbû me ji hev biqetanda. bi kişandina poran em ketin erdê. bi têra dilê xwe li hev xistin. cilên me di nav tozê da, rûyên me ji xwêdanê şil û sor man.

di jîyana min da bi tenê yek car ez bi keçikekê ra pevçûme. ev jî bi vê awayê bû. dû re em bûn heval. Me di fêrgehê da bi hev re rûniştin. piştî xelasbûna dibistanê jî çi çax em li derve rastî hev dihatin, bi rûkenî ji hev dipirsiyan.

dema ez çûm zanîngehê, em ji hev dûr ketin. pir bûbû min hevala xwe ya kevin nedîtibû. dawî, hayam jê çêbû ku zewicîye. Bi xêr be îşela! gelo em hîna jî dikarin bi hev ra hevaltî bikin? îcar bi carinan di rê da wê dibînim, niza'm çima, naxwazim herim li cem wê û bibêjim hello!



16.04.2018 15:39 ~2019.07.29 18:26 | mirovekirind

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
tiştên ku tirşikvan jê ditirsin [2]
Beq (。•́︿•̀。) Nîşe: emojî ji lewendî hatiye girtin. Bi...
devê xwe li yekî vekirin [1]
Biwêja bi awayekî Di romana Şampazê de derbas dibe. biwêjên kurdî yên di tirkiyê de jî hene/145342...
onedio.com [1]
Jê birine. Onedio jixwe malperekê beradayî bû veca li ber çavê min bêt...
mêr çi dixwazin [1]
Em dixwazin daxwaza horhorik were cîh ; bnr; (lînk: https://tirsik.n...
onedio.com [2]
ker di zotika wan û heft bavê wan bigê! çend roj berê li amed û mêrdîn...
belki ev jî bala te bikişînin
» evînên mezin bi pevçûnê destpê dikin
» mezinên me digot
» destpêk

Kategoriyên mijarê:: jiyan tekili
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî