Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


7 mijar û 14 peyam
jan dost - tirşik
jan dost
(38) (3) (3)
di mijarê de bigere

1. hetanî min nebihîst tev polîtîka qrêj bûye, li ber çavên min nivîskarê hêja bu. bi kela dimdimê dihate bîra merîv. herkes mafê xwe heye tev polîtîkayê bibe,

le mafê tevgera kurda reş kirin tune. wek tê dîtin merîv bi xwe reş dibe.



01.08.2013 20:47 | urartu3000

2. (bnr: dîwana jan)



01.08.2013 21:27 | seydayê_peyvan

3. duelloyên wî û helîm yûsiv pir navdar in, nizanim dewa çi li hev dikin, wek dîk û mirîşk li benda hev in.



01.08.2013 23:16 | maro

4. Di fuara pirtûka stenbola 2013'ê de romana xwe ya "Martînê Bextewer" ji min ra imze kiribû. lê mixabin he min pirtuk neqedandiyê



02.08.2013 00:57 | newenda

5. mijabad û 3 gav 3darek romanên wî ên serkeftîne, diwana w3i jî heye ji helbasta klasîk nû da geş bike wekê klasikan nivîsiye............

kovara rewşende hevpeyvîneke de dibêje '' kemalîmz bûye hestî nav hişê rewşenbîrê kurd de'' hejmar: 5 an jî 6 bawer im



10.08.2013 01:04 | kelha bayê

6. taca serê romana modern a kurmancî ye.



20.08.2013 19:33 | terkexem

7. (bnr: peyama jan dost ya ji bo karayılan)



20.08.2013 19:33 | simurg56

8. îro helesteke wî derket holê ku derbarê serdana aysel tugluk û ahmet turk ya li rojavayê ya ji bo sersaxiya şehîdketina şervan muslim yê kurê salih muslim, nivîsandiye û qaşo henekê xwe bi kurdînezanîna ayselê kiriye.



"ehmed türk li kobanî

aysel jî bi mêvanî

bû şildim bildima wan

mecbûr bû wergêr anî



tirkî çi xweş zimane

kurmancî çi erzan e

aysel bilbila tirkî

bi kurmancî nizane



daweta te ye kurdo

serkundiro pirr derdo

tirkî ziman e îro

kurdî maye para do



ayselê tirkî bêje

ji bo te ev nimêj e

vê kurdiyê fêr nebe

ew zimanek qirêj e



welle bavo me ev dî

kurdî maye bêxwedî

li kobaniya kurdan

kurdo tirkî xeber dî?"





1- aysel tugluk ne kurmanc e, zaza ye û loma dimilî dizane (belkî wê jî nezane, nizanim) loma kurdiya xwe bizane jî nikare bi rojavayê re bi kurdî biaxive.

2- nezane jî nayê wê wateyê ku ji te hindiktir welatparêz e. kêmasiyek e kesayetiya wê ye.

3- li welatê de xortek şervan şehîd ketiye, ew hatine sersaxiyê. lê tu jan dost, dîsa li dû kar û barên beredayî û li pey hetikandina xwe yî.



bi rastî, pêwist e hinek mirov tenê wêje binivîsin û hew! qene bila ji odeya xwe jî dernekevin.



pênas: hunermendek kurd e ku weke lîseyiyan tev digere.



14.10.2013 16:59 | simurg56

9. xwediyê nameyeke ji bo ahmet turk e, li ser serlêdana wan a ji bo rojavayê. di nameya xwe da heta karî rexne dike ku neçune cem kesên ne ji ypg'ê.

http://www.avestakurd.net/nceyn-rojane/nameyek-ji-ehmed-turk-re-h4976.html



14.10.2013 18:24 | azadixwaz

10. pêwist e êdî tenê wêje binivîse.. (bnr: wêje nivîsandin) *



14.10.2013 21:04 | endazer

11. di nameya xwe ya ji bo ehmedê tirk de ji tehta eniyê heta nava guzekê mafdar e.. ji bo min serdana ehmed tirk ya bo ji bo şîn û teeziya salih muslim eyn wekê serdana erdoğan ya ji bo eskerên ku di şer de hatine kuştin e.. formalîte û resmiyet.. û xwe li ber dilê hilbijêrên xwe şirîn kirin.. ne ji mêj de ye li amûdê asayîşa ypgê li girseya xwepêşander reşand û 4 an 5 cwanan ji nav xwepêşandaran jiyana xwe ji dest dan.. berî hefteyekî cinazê muxalîfekê di destê ypgê de li beyarekî hate dîtin..

dixwazim bêjim ku aliyê aktîvîst yê jan dost hêjayî pesndanê ye.. gelek wêjekarên kurd ji tirsa hêz û hizbên ku nanên xwe jê dixwin newêrin tirrê ji qûna xwe berdin..



14.10.2013 21:19 | endazer

12. ev bêterbiye tirekekî nexweşe, ew û sed bavê wî nikarin bigihên axa di binê sola Ahmet türk de ye. ahmet türk û aysel wek camêr û ciwanikan cûn sersaxiya xwe kirin û hatin, yan vî qebraxî cawa cû bin xetê? Cû bû serokê heşhaşiyan ku nakokiyan têxe nava gel. lê gelê rojava di qûna wî de jî nemîst û hat li amedê qûna xwe da kuluba xwendinê..!



14.10.2013 23:56 | dîno

13. niviskarekÊ ku duçarÊ reşkirinekÊ bi aliyÊn tagÎrÊn pkkê dimîne ye.

wusa xuya dike ko hêj komara kurdistanÊ ava nebÛyî, the parti ji zû da bÛye partiya chp. alÎgirÊn wÊ hemÛ muxalîfan reş dikin. xwÊde xÊr bike...



15.10.2013 00:47 | cinorek

14. "ez qûrbanbim ser gindor him hekîme him tixtor", biracacanê(cinorek) tu bi her tiştî zanibî keremke bêje cima em reşdikin, ger tu nizanibî bi du gotinan neyar^ti ye neke. Ev bênamûsê edebiyata kurdî ji nêzik ve nas dikim û dizanim ku ji bo berjewendiya xwe û malbata xwe dixwaze qûne xwe di hin cihan de bide, dide jî kî binê, kî nenê ma tu parêzvanê doxîna wî yî lo?



15.10.2013 00:54 | dîno

15. nivîskarek karîzmatîk û qeşeng e..



18.10.2013 14:08 | rexnegirêtagirtî

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik v3.0 [2]
guherînên dawîn 01.06.2023: - beşeke nipûnû heye: "bipirse&quo...
îtîrafên tirşikvanan [5]
Rêza filma trt şeş'ê hebu navê rêzefîlmê siya mem û Zîn bu. Mêvanê me ...
çiyayê artosê [3]
Çîyayê herî bilind ê li nav tixumê bajarê Wanê da ye. Bilindahiya wê 3...
dîroka civakî [1]
zeviyekê dîrokê ye ku bala xwe ji ser hanedan û şer û serkeftin û hilw...
-e [1]
paşgireka devokî ye. di kurmancîyê de li qosar û badînan heye. dibe ko...
belki ev jî bala te bikişînin
» jana werther (die leiden des jungen werthers)
» dostoyevskî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî