Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


7 mijar û 14 peyam
her

her

4. fîlmek di derbarê aqilê çêkirî de ye. min 86 pûan dayê. (Here lînkê)

berevajî fîlmên din yên di derbarê vê mijarê de, di vir de keştiyên fezayê, cîhazên supersonîk fîlan tune ne. tenê komputereke bi aqilê çêkirî heye û mijara sereke evîn e.

mijar jixwe balkêş e, bi ya min hûnandina wê jî gelek serkeftî bû. ji vê aliyê ve, ji fîlma ex machina serkeftîtir bû. jixwe hema bêje serî heta binî ji axaftinan pêk tê, her wiha tespîtên gelek xweşik jî tên kirin di derbarê evînê û aqilê çêkirî de.






fîlm rexneyek li jiyana mirovên modern e. ji ber jihevdûrbûna mirovan êdî komputer cihê hezkiriyên mirovan jî digirin. di vê jiyana modern de, mirov êdî nikari bersivê bidin pêdiviyên hev û din û loma êdî ji wan re hezkiriyên wisa lazim in ku qet xemgîn nabin, her tim moralê û piştgiriyê dide wan û hwd.

ger aqilê çêkirî ya rastîn, rojekê were çêkirin bêguman wê mijara vê fîlmê bibe rastî. jixwe di rewşa heyî de jî ne bi riya pevgirêdana hestî be jî mirov ji ber pêşketinên teknolojiyê ji hev dûr dikevin.

min ji dawiya fîlmê baş fêhm nekir lê ez bawer im ji ber ku aqilê çêkirî her ku diçe bi serpêhatiyên xwe pêş ve diçe, êdî nikare bi mirovan re bide û bistîne û di dawiyê de têkiliya xwe bi wan re dibire. di eslê xwe de ev jî encamek normal e, ji ber ku ew komputer gelek zûhîn dibe, di saniyeyekê de pirtûkan dixwîne û di heman demê de bi 641 mirovan re têkiliyan bi rê ve dibe. loma têkliya mirovan, psîkolojiya wan û her tiştê wan gelek zû hîn dibin û di nava çend mehan de ez bawer im êdî pê bawer dikin ku tiştek nû tune ku ji mirovahiyê hîn bibin. bi rastî jî ger komputerek ji xeynî fikirînê bikare hîs jî bike, wê jê re zêde wext ne lazim be ku ji asta hişa mirovan derbas bibin.



19.07.2016 20:02 ~20:15 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik v3.0 [2]
guherînên dawîn 01.06.2023: - beşeke nipûnû heye: "bipirse&quo...
îtîrafên tirşikvanan [5]
Rêza filma trt şeş'ê hebu navê rêzefîlmê siya mem û Zîn bu. Mêvanê me ...
çiyayê artosê [3]
Çîyayê herî bilind ê li nav tixumê bajarê Wanê da ye. Bilindahiya wê 3...
dîroka civakî [1]
zeviyekê dîrokê ye ku bala xwe ji ser hanedan û şer û serkeftin û hilw...
-e [1]
paşgireka devokî ye. di kurmancîyê de li qosar û badînan heye. dibe ko...
belki ev jî bala te bikişînin
» heramsîker

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî