interstellar

 Christopher Nolan

 Jonathan Nolan Christopher Nolan

 2014


 amerîka kanada îngîlîstan

 Îngîlîzî

 169

 Xeyalê zanistî macera

  (1970.01.01)

 simurg56 (2015.05.17)

 komek astronot da ku ji bo mirovahiyê dinyayek nû bibînin ji "quleke reş" derbasî aliyeke din yê fezayê dibin.


interstellar - Tirşik

interstellar


. fîlma christopher nolan a nû ye. hefteya borî kete vîzyonê. li gorî dengên ku di imdbyê de hatine dayîn, ku 50 hezar in, weke fîlmeke baş xuya dike. puana wê anşha 9.2 ye. lê em vê jî dizanin; hemû fîlmên nû bi puaneke bilind dest pê dike û dawiyê hêdî hêdî dikeve. mesela bi texmîna min puana vê fîlmê wê 2 mehên din bibe 8.2-8.3 felan..
weke hemû fîlmên nolanî kadroya vê fîlmê jî gelek baş e: Matthew McConaughey, Anne Hathaway, Jessica Chastain, Matt Damon, Michael Caine*..
Ez qet naxwazim pere bidim Nolan lê wisa xuya dike ku ezê bi mecbûrî bidimê....



Array. fîlma ku gelek meraq dikim lê ji ber keça xwe ya biçûk nikarim herimê. li bendê me ku bikeve hinek derdoran *



Array. filma ku xêra tirşikvanên me yên sînemahez haya min jê çêbû. * zû de ye min guhdarî tu filman nekiriye, min jî ji xwe re filmek digeriya bo temaşe kirinê. ez ê di demek nêz de herim temaşe bikim û li vir şîrove bikim.



Array. fîlma ku ji xeynî 20-25 deqeyên dawiyê fîlmeke hollywoodê ye. Dengên min daye wê 8 e. Fîlma 2001: A Space Odyssey ku di 1968 an de hatiye çêkirin li gorî şertê wê demê ji interstellarê çêtir e. Wekî din ne 3D ye jî mixabin..

Li benda Hobbît bin çêtir e *



Array. navê fîlmeke christopher nolan e û par ketibû vîzyonê. fîlmeke pir serkeftî ye. senaryoya wê ji aliyê jonathan nolan û christopher nolan ve hatiye nivîsin. fîlm derbarê fezayê, qulên reş ên gerdûnê û derbarê têkiliyên navbera dem û cîh de ye.
(bnr: albert einstein)




Array. (bnr: interstellar)



Array. filma ji ber ku pir dirêj e, min hê jî nekarî guhdarî bikim. ezê 3-4 saetan jê re veqetînim înşileh.



Array. yek jî fîlmeke herî xweş a christopher nolan e. her çiqas derexwezayî xuya bike jî temamê fîlmê li gor qanûn û teoriyên zanistiyê hatiye çêkirin. camêr tuyê bejî qey ev fîlm ji bo fem kirina (bnr: badana fezayê),rolatîvîteya demê û qulên reş yên fezayê çêkiriye. gelek gotinên (albert einstein) û stephen hawking yên min fem nedikir, di siya vê fîlmê de hişê min de bi cîh bû.



Array. Bi derengî be jî filma min bi kêfxweșî temașe kirî. Filmeke baş hatî nivîsîn û tiștin ji jiyana rastîn dianî bîra mirov. Piştî filmî mirov bêtir difikire ku wext tewandin û guherandin bêtir nêzik buye û êdî ne zêde dûr e.



Array. Hinekî bêhna bestsellera jê tê. Lê xweş e .



Array. 3 seatên têr û tije û derbaskirina demeke xweş ji bo temaşekirinê dereng mabûm.






  • interstellar0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 84.5
(imdb: 8.7)
pûanê bide fîlmê: