Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    18 mijar û 20 peyam
    interstellar - tirşik

    komek astronot da ku ji bo mirovahiyê dinyayek nû bibînin ji "quleke reş" derbasî aliyeke din yê fezayê dibin....
    (8 şîrove)
    interstellar
    (0) (0) ecêb (0) (7)
    di mijarê de bigere

    1. fîlma christopher nolan a nû ye. hefteya borî kete vîzyonê. li gorî dengên ku di imdbyê de hatine dayîn, ku 50 hezar in, weke fîlmeke baş xuya dike. puana wê anşha 9.2 ye. lê em vê jî dizanin; hemû fîlmên nû bi puaneke bilind dest pê dike û dawiyê hêdî hêdî dikeve. mesela bi texmîna min puana vê fîlmê wê 2 mehên din bibe 8.2-8.3 felan..

    weke hemû fîlmên nolanî kadroya vê fîlmê jî gelek baş e: Matthew McConaughey, Anne Hathaway, Jessica Chastain, Matt Damon, Michael Caine*..

    Ez qet naxwazim pere bidim Nolan lê wisa xuya dike ku ezê bi mecbûrî bidimê....



    2014.11.08-16:16 | mergehez

    2. fîlma ku gelek meraq dikim lê ji ber keça xwe ya biçûk nikarim herimê. li bendê me ku bikeve hinek derdoran *



    2014.11.21-19:01 | simurg56

    3. filma ku xêra tirşikvanên me yên sînemahez haya min jê çêbû. * zû de ye min guhdarî tu filman nekiriye, min jî ji xwe re filmek digeriya bo temaşe kirinê. ez ê di demek nêz de herim temaşe bikim û li vir şîrove bikim.



    2014.11.22-01:49 | brusk56

    4. fîlma ku ji xeynî 20-25 deqeyên dawiyê fîlmeke hollywoodê ye. Dengên min daye wê 8 e. Fîlma 2001: A Space Odyssey ku di 1968 an de hatiye çêkirin li gorî şertê wê demê ji interstellarê çêtir e. Wekî din ne 3D ye jî mixabin..



    Li benda Hobbît bin çêtir e *



    2014.11.22-10:56 | berxweda

    5. filma ji ber ku pir dirêj e, min hê jî nekarî guhdarî bikim. ezê 3-4 saetan jê re veqetînim înşileh.



    2015.12.10-15:02 | azadixwaz

    6. yek jî fîlmeke herî xweş a christopher nolan e. her çiqas derexwezayî xuya bike jî temamê fîlmê li gor qanûn û teoriyên zanistiyê hatiye çêkirin. camêr tuyê bejî qey ev fîlm ji bo fem kirina (bnr: badana fezayê),rolatîvîteya demê û qulên reş yên fezayê çêkiriye. gelek gotinên (albert einstein) û stephen hawking yên min fem nedikir, di siya vê fîlmê de hişê min de bi cîh bû.



    2016.10.28-14:39 | nazim tolhildan

    7. Bi derengî be jî filma min bi kêfxweșî temașe kirî. Filmeke baş hatî nivîsîn û tiștin ji jiyana rastîn dianî bîra mirov. Piştî filmî mirov bêtir difikire ku wext tewandin û guherandin bêtir nêzik buye û êdî ne zêde dûr e.



    2017.08.02-20:22 | azadixwaz

    8. Hinekî bêhna bestsellera jê tê. Lê xweş e .



    2017.09.18-10:47 | robar cilo

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    lêkerên bidaçek [1]
    ew lêker in ku pê re divê hin daçek bên bikaranîn, da ku wateya wan ta...
    aktîvîteyên ku tenê nikarin werin kirin [1]
    Şer e, gerek e du heb kurd werine ba hev....
    stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
    ka li tehma wê binêrin, weke cixare li mirov dike, nikare dev jê berdî...
    aktîvîteyên ku tenê nikarin werin kirin [1]
    (bnr: pişt xurandin)...
    egon schiele [1]
    wênesazekî rehmetî ye ku dibêjin berî mirinê yek ji berhemên xwe dayiy...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » interstellar

    Kategoriyên mijarê:: sinemaflm
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî