Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


43 mijar û 84 peyam
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê - tirşik
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê

Navê mijarê ya ewil ev bû:pêşniyarên taybetmendiyê ji bo tirşikê
(16) (1) (1)
di mijarê de bigere
li bin vê mijarê dikarî pêşniyarên xwe ji bo taybetmendîyên/guhertinên nû yên tirşikê bikî. Çi hat bîra te, binivîsîne. biçûk an mezin!
em ê li pêşniyaran binerin û yên pêkan di "tirşik v3.0"ê de bisepînîn!

1. -divê 'blog' bê vekirin
-divê 'chat room" bê vekirin
-divê uî nû bibe
-divê Navigation bar nû bibe
-divê xêzên nav mijar û peyaman rabe (modern- divê ji sindoqan bên rizgarkirin.)
-divê bernameya mobÎl vebe
-divê font nû bibe
-cîhê kategoriyê divê were rast kirin
-Dema ku cara yekem têkevin, divê ne hewce be ku careke din têkevin
-cîhê Têketin û qeydkirinê divê were nûve kirin
-Beşên fîlm û pirtûkê pir tevlihev in. divê bê nûkirin.

(bnr: kuro, lê nexe te ew kuşt) *

Edît:
divê agahdarname bê vekirin.
Divê logo nû bibe
Tûşên bnr, vbnr û hwd Divê nû bibin
Bila forûm bê vekirin (forum.tirsik.net) -flarum



30.09.2023 18:12 ~2023.10.02 08:50 | horhorik

2. ger chat room vebibe wê hemû qûzperestên twitterê dagir bikin tirşikê û ew ê bibe qeşmergehek. lê bi rastî jî dîzayneke nû û malpereke bikaranîna wî hêsantir teqez lazim e.



01.10.2023 00:23 | kurê xelkê

3. Li gel pêşniyarên Horhorîkî me.%100



01.10.2023 21:56 | bayê xerbî


5. Dema ji bihîstokê dikevî tirşikê, pê li pirtûkekê dikî, beşa pirtûkan vedibe. Lê li şûna ku pirtûkê bibînî, lîsteya "cûreyên pirtûkan" dûre jî lîsteya weşanxaneyan derdikevin pêşberî te. Ta di binê rûpelê de dimîne pirtûka te. Heya ku tu xwe bigihînî pirtûkê pênc-deh caran scroll down dikî.

Bona xwedê, Bila ev lîsteya weşanxaneyan filan li biniya rûpelê xuya bin. Çawa ku mirov pê li pirtûkekê kir, berî her tiştî bila agahiyên wê pirtûkê derkevin pêşberiya me.



01.10.2023 23:40 | mirovekirind

6. Mijara ku ez jî bi pêşniyarekî tev dibim e.
-li bin peyama da nîşanxistana hejmara ku ew peyam çend caran hatiye xwendin. Dibe tenê endamên tirsik.net ê jî bizanibin.



02.10.2023 13:16 | pêşewa

7. - rengê jor bê gûhertin. Reş tew xweş xûya nake
- logo bê gûhertin
- sembola profîl, peyam û agahiyan her tim li jor xûya bike
- kesên nivîskar ninûn bila deşta tirşikê nikaribin bixwînin
- di bin peyaman de sembola parwekirinê (twitter û Facebook) hebe.



02.10.2023 14:32 | cinorek

8. - şûna rûpela spî rûerdekî reş an jî gewreke tarî
- ux û ui'ek bikêrhatî. ji kerema xwe li reqîbên xwe binêrin *

jixwe ev mesela ui û ux were çareserkirin wê demek dirêj têra me bike. lê ew jî ne bes e. çawa ku goethe tîyî ronahiyê bûye u gotiye "licht, mehr licht" yanî "ronahî, hîn bêhtir ronahî" em jî tîyî sepanekî ne. ji kerema xwe "sepan, hîn bêhtir sepan" Here lînkê



02.10.2023 22:59 | kurê xelkê

9. Ya herî girîng divê sepana tirşikê bê derxistin



04.10.2023 22:56 | cezmîkurd

10. ji bo nav-barê: Here lînkê



13.10.2023 20:03 | horhorik

11. -Seo : Seo off page , on page a tirşikê hîç tune.
-Webdesign: mini web design , li çepê menû û rastê tenê naverok.
-Fînansekirina tirşikê: Bila bo alikariya malpera tirşikê (hosting + domain).Bo wî Rûpelk hebe , wir de Salane mesrefên tirşikê çibe bila li wir binivîse wek skala bixûyê. her kesên ku alîkarî kiribe tenê navên wan hebe û skala dema ku çiqas hatibe dayîb bila yên mayî bide nîşan.
-Wergerî ; kesên ku fîlmek û ango tiştek wergerand bila mafê xwe ji vir ji tirşikvanan bigre.Mînak: bila kesê ku dixwaze fîlmek werger bike bila bêje ez ê vî fîlmê wergerînim (50 coins).Kesên ku bûn alîkar, piştê ku 50 coins bexş kirin, bila ew kes wergera xwe bike û 50 coinsê xwe ji tirşikê bigre. (coins bila ji tirşikê were kirîn û tirşik %10 komisyon jê hilde yên din bide wî kesê.) .Pergalek bi fantazî ye lê bila ne zêde bi detay bibe , hêsan bibe. ya din min bo wergerê got lê tiştên din jî dibe.Kesên ku bexş kirin dikarin bibin vîp , çend taybetiyên piçûk li ser profila wî bila bixûyê.
- chat room , forum bila nebin.
- naverokên sîyasî/politik bila ji vir rabin.
- Blog : wordpress dibe , bila mîjarên derbarê bi kar anîna tirşik , vpn , dns hwd. hebin.
- Pirzimanî: bo formalîte bi zimanên din de bila tirşik hebe wek rûpelek html û wir de tirşik çi ye , çi hene çi dike filan bêvan.Armanc ev e ku naverokên bi zimanên din hÊsanî dikare bigîhe kurdên ku tirkî digerin ,farisî û erebî digerin tenê bibînin. (on-page web site) .
- danasînek baş li ser twitter , telegram ,facebook , pinsterest, hw.d
- Bila "Destpêk" wek Home button li vir were zêde kirin.
- Alîkarî bo amadekirina naverokan dikarim bibim alîkar



13.10.2023 22:01 ~22:03 | brzn

12. dark mod:
Here lînkê

light mod:
Here lînkê

cihê blogê min guhart. lê wusa dibe.



17.10.2023 21:30 | horhorik

13. tirşik.store bila hebe. Bila tîşortên tirşikê lê hebin.

Bo peydakirina tiştan

https://pezkoviart.com/

binêre minak;

https://urbandictionary.store/



17.10.2023 22:14 | brzn

14. bnr'yên vala/143469



28.10.2023 18:43 | mirovekirind

15. Nizanim berê hatiye gotin an na, lê jkx bila rûpel ji nû vê neyê barkirin gava bikarhêner deng dide peyaman. Çi taybetiyekê tirş e.

Heke malpera nû xwedî vebijarkên temayan be, wê gelkî xweş be.



31.10.2023 08:51 | biruya hayao miyazaki

16. Pêşniyarên em diçin tên eynî tişta pêşdiyar dikin jî hê jî pir bi pêşneketiye bila berpirsiyar simurg56 dilê xwe nehêle û tiştek nebe ba dilê xwe ev rastiye .. ez tirşikek biaqil pêşniyaz dikim bila mijara veke, bira peyama binivîse, bila reşika bide bira şer û pevçûnê bike bila me nede zehmetê, hewcedarî bi ti nivîskarî nemîne tena serê xwe xwe birêve bibe. pêkane lê zehmete, ez we qet nedim zehmetê tirşik wiha bikêrî min tê ji xwe salê mehê carek bi silav û bê bismîllah têm bi peyamek xwe nîşan didim dibêjim hê jî telqîna min nexweynin û bê xatir diçim.. bila wiha be qet nûjen nebe , çiqas taybetmendî pir dibe hewqas bê sir dibe
bê henek divê hinek ser û goyê tirşikê bêhevdan film pirtûk radyo û tiştên wisa bên rakirin, bira înteraktîfek ne aktîf be berî hertiştî navê wê bê guhertin ku em bibêjin malpara demek navê wê tirsik.net bû



01.11.2023 23:34 | shorbevan

17. pêşnîyarên ku çi qas zû werin gotin wê ewqas baş be çimkî piştî bingeha sîstemê hat avakirin, guherînên bingehîn wê zehmettir be.
mergehez karekî gelek xweşik derdixe holê. vê peyamê ji sîstema nû dinivîsim * kêmasî hê gelek in lê belê suppper e.



03.11.2023 11:53 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
wunken [1]
li gor fehma min li kurmancî wisa ye: îro roj e, rojê newroz e Ce...
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
xwarzî [1]
Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za...
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5]
ez dinivîsînim.* lê dixwazim ser vê bipeyivim. mixabin wekî (vbnr:...
tirşik forûm [1]
(bnr: kengî jan kete hestiyên ciwan haco)...
belki ev jî bala te bikişînin
» pêşniyarên navên kurdî yên tirşikvanan ji bo prezervatîvê
» tirşikê bixwin lê nebin tirşikçî

Kategoriyên mijarê:: tirsik tirsik tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî