snowpiercer

 Joon Ho Bong

 Joon Ho Bong

 2013


 dya koreya başûr fransa

 îngîlîzî

 109

 xeyalê zanistî aksiyon dram

 2015.11.18 23:24

 Ev fîlm hê li kurdî nehatiye wergerandin

 brusk56

 dinya ew qas sar dibe ku, êdî mirov nikarin bijîn û ji xeynî mirovên di trênekê de, herkes dimire. lê di wê trênê de jî rewş ne gelek baş e.


snowpiercer - Tirşik

snowpiercer


. navê fîlmeke Joon-ho Bong e.. di sala 2013'an de hatiye kişandin
bi rastî jî fîlmeke gelek xweş e..
tevahiya fîlmê di nava trênekê de derbas dibe, li ser gerbûna dinyayê çend ezmûnên zanîstî tê ceribandin lê axirê bi ser nakevin ji nişkê ve pîleya germahîya cihanê dikeve binê sifirê de û dinya cemed girêdide, zilamek beriya ku dinya biqerise têrenek îcad dike ku ew trên dikare xwe bi xwe bi rê bibe û hemî pêdiviyên rêwiyan pêk bîne, seleksiyoneke xwezayî dike, di nava trênê de jî cudatiyên çînî hene û fîlm jî li ser wê geş dibe..
pêşniyaz dikim..



Array. fîlmekî gelek cûda ye. min eciband. ji xwe ji bo min ger di fîlmekê de fikrên cûda hebe ku me beriya niha nefikiriye an jî me xeyal nekiriye, ew fîlm bi avantajekî baş despê dike. û ger senaryo û lîstikvanî jî ne xerab be bes e. ew ê ji min puanek baş bistîne.

fîlm eslê xwe de peyamên cûda jî dide. senaryo jî hinek li gor van fikran hatiye çêkirin. axaftina Wilford ya di dawiyê de tijî peyamên felsefîk bû.

fîlmek hêjayê temaşekirinê ye. puana min jê re ; 81



Array. filmeke li ser fikreke cuda hatî avakirin. ji bo germbuna dinyayê bê sekinandin madeyek bi navê cw7 berdidin atmosferê, kes nabihîse ka çima lê ji nişka ve dinya dicemide û bi tevahî diqerise. trêneke ji bo geştê hatî çêkirin ku qet nasekine û ji ber wê jî naqerise pê ve tu kes namîne. di nava trênêde şerê dewlemendiyê û xizaniyê destpê kiriye û film li ser serhildaneke vî awayî ye.
Çiqas senaryo resen be jî bi ya min tam nehatiye bicih kirin. filmê nekarî min bide bawer kirin loma kêfa min zêde jê re nehat. ji xwe ji imdbê 7 / 10 standiye.

di trênêde ekosîstemeke nêzikî ya dinyayê ji bo masiyan heye lê ji ber çi û çawa? di filmêde yên xizan li derekê goştê mirîşkan dixwazin paşê demek din hêk didin wan û jinek dibêje min digot qey mirîşk li ser ruyê erdê nemane.

werhasil ez vî filmî pêşniyar nakim.






    Afîşa fîlmê:
    Afîşa fîlmê
    Puana tirşikê= 76.5
    (imdb: 7.1)
    pûanê bide fîlmê: