Dekalog

 Krzysztof Kieslowski

 Krzysztof Kieslowski Krzysztof Piesiewicz

 1989


 polonya

 polonî elmanî

 572

 dram

 2016.10.17 21:08

 Ev fîlm hê li kurdî nehatiye wergerandin

 simurg56

 10 beş fîlmên kurt di derbarê 10 fermanên Emrên Mezin. Têkiliya fîlman û fermanan carinan sist û bi riyek dûv û dirêj be jî nirxandina van ferman bi awayek hunerî, felsefî û serkeftî hatiye kirin.


dekalog - Tirşik

dekalog


. kurte-rêzefîlmeke krzysztof kieslowski ye. di sala 1989an de hatiye kişandin. ji 10 beşan pêk tê û her beşek li ser fermaneke ji deh fermanan e. ji bo qenala dewleta polonyayê hatiye kişandin. mûzîkên fîlmê ji aliyê zbigniew preisner ve hatine çêkirin. her beşeke rêzefîlmê nêzikî saetekê dom dike. lê beşên 5emîn û 6emîn hinek (bi qasê 25 deqe) hatine dirêjkirin û bi vî awayî bûne fîlmên serbixwe;
(bnr: li ser kuştinê fîlmek kurt) / (bnr: A Short Film About Killing)
(bnr: li ser evînê fîlmek kurt) / (bnr: A Short Film About love)

hemû beşên fîlmê li heman avahiyan derbas dibe. li sîteyek ku ji çend apartmanên mezin û sik pêk tê... li varşovayê...
her wisa dîsa di hemû beşan de zilamek heye ku teqez herî kêm carekê xuya dike lê kes nizane çi gû ye. (me got gû lê heye ku melayket be jî)

vê navberê de em deh fermanan jî li vir binivîsin;
1- ji xeynî min wê îlahê te tune be
2- tu wê ji xwe re qet sûretên putan çênekî û perestina ji bo wan nekî.
3- tu wê navê xwedê beredayî hilnedî
4- tu wê 6 rojan bixebitî û roja yekşemê wî bi bîr bînî.
5- tu wê rêzê ji bo dê û bavê xwe bigirî
6- tu wê nekujî
7- tu wê zîna nekî
8- tu wê nedizî
9- tu wê li dijî cîranên xwe şahîdiya derewîn nekî
10- tu wê çav bernedî malê cîranê xwe (jina wî, malê wî, koleyên wî, kerê wî û hwd.)


mirov bi hêsanî nikare têkiliya beşên fîlmê bi van fermanan re bike. hinek ji wan gelek berbiçav e lê hinek jê jî gelek bêeleqe xuya dikin.

kieslowski, hewl daye ku nîşan bide ka ev seh ferman di jiyana îroyîn ya modern de çawa dikarin derkevin pçşberî me. beşên fîlmê, nêrîna kieslowski ya ji bo van deh fermanan nîşan dide. loma carina ji mijarê gelek dûr dikeve.

berî salekê min her roj beşek jê temaşe kiribû û bi saya rêzefîlmê deh rojên min bi heyecanek derbas bûbû. hinek ji beşan, bi rastî jî gelek xweş bûn.
dixwazim ji nû ve û dîsa temaşe bikim û li ser her beşeke wê li vir şîroveyan bikim.



Array. rêzefilme an jî filme nizanim lê heke derhênerê wê krzysztof kieslowski (navê wî weke ku te random pê'l klavyê kiriye) ji bo ku dinav sînemayê de cihek ji xwe re girtiba ev tenê kişandiba jî bes û zêde bû. aniha ez bi heyecan û meraq lê temaşe dikim, hê xilas nebûye jî ji niha de ku xilas bû dixwazim careke dî lê temaş kim. her serê du rojan temaşekirina li beşekê jê ji rehê yekî re weke vîtamînê ye. tiştekî ecêb e, her beşeke wê ne mumkin e ku bandorê li yekî nekê.



Array. dekalog rêze-fîlm e. ne rêzefîlm û fîlm e. cure dibe çi ez jî nizanim. fîlm piçekî bi hev re girêdayîne hin serleheng di fîlma din wek lehengekî/ê ne.ji xwe lehengek di hemû fîlman de di sahneyekê an di çend sahneyan xuya dibe. û weke wî şîr jî heye. di her beşê de xuya dibe..

senaryoya fîlman gelek xweş in, lîstikvan jî xweş dilîzin. lê weke li jor gotî mijar ne zelal e. her beş li ser fermanekê tenê nasekine û heta meriv carinan dikare bibêje elaqeya wê beşê bi wê fermanê tuneye jî.

fîlm hêjayî temaşekirinê ne. dema we dît netirsin, temaşe bikin *






    Afîşa fîlmê:
    Afîşa fîlmê
    Puana tirşikê= 94.3
    (imdb: 9.1)
    pûanê bide fîlmê: