2001: A Space Odyssey

 Stanley Kubrick

 Arthur C. Clarke Stanley Kubrick

 1968


 amerîka dya îngîlîstan

 îngîlîzî rûsî

 149

 honaka zanistî macera nepenî

  (2020.07.24)

 simurg56 (2016.11.01)

 li ser rêwitiya mirovatiyê û keşfa gerdûnê destanek ji destpêkê heta dawiyê an jî bêdawîntiyê. fîlm li gorî serdema xwe dîmenên gelek serkeftî yên fezayê dihewîne ku wê demê hê dinya ji derve qet nehatibû dîtin.


2001: a space odyssey - Tirşik

2001: a space odyssey


. fîlmeke ji cûreya xeyalê zanistî, ye.
her çiqas di sala 1968an de hatibe kişandin jî, him ji aliyê dîmenan ve him jî ji aliyê senaryoya xwe ve qet li mirov nade hîskirin ku fîlmek kevin e.
derhênerê fîlmê Stanley Kubrick e. ev efsaneya yekemîn e. senaryoya fîlmê jî aîdê Arthur C. Clarke e. û ev jî efsaneya duyemîn e. jixwe ji van her du efsaneyan, fîlmek efsane dernekeve wê ecêb bûya.
heta dikarim wisa bêjim ku heta niha jî tu fîlmeke tirkan de efektên feza û teknolojiyê evqas serkeftî nehatiye emilandin.

wateya navê fîlmê "2001: destaneke fezayê" ye. û mijara fîlmê destana pêşketina mirovatiyê ye.
fîlm li ser teoriya werarê hatiye avakirin û ji serdema meymûniyê hetanî serdema fezayê, guherîn û wekexwe-mayînên mirovatiyê radixe ber çavan.

fîlmê de zêde aksiyon tune û sahneyên "dişiyin dişiyin" tune ne. kesên ku fîlmên xeyalê zanistî weke fîlmên aksiyonê dibînin, wê ji vê fîlmê destvala vegerin, serî de vê bêjim.
fîlmê de navbera sahneyan de, ber mûzîka klasîk re çend deqeyan tenê dîmena reş tê nîşandan. ev belkî him derbasbûna demek dirêj temsîl bike him jî belkî ji bo temaşevanan ji bo fikirandinê hiştina wextek be.
hember vê yekê û dirêjahiya fîlmê ya bi qasê 2.5 saetan, mirov qet ji fîlmê aciz nabe û naxwaze fîlm biqede.

ji sahneyên ewil pê ve, meraqek mezin mirov dipêçe. piştî fîlm xelas dibe jî, piraniya vê meraqê serê mirov de dimîne û heta çend rojan jî dikare serê mirov tevlîhev bike. jixwe ev jî tam ew tişta ku ez ji fîlmek an jî ji pirtûkek hêvî dikim, e. fîlm an jî berhemên din yên hunerê, pêwist e mirov bidin fikirandin û tesîr li ser raman an jî hestên mirov bike. neyse, em vegerim fîlmê.

hê min ji bîr nekirî, dixwazim behsa çend xalên balkêş bikim.
sahneyeke fîlmê de astronotê cîhazek bi dîmender bi kar tînin ku gelekî dişibin tabletên îro. heta tablet bixwe ne. lê bifikirin, wê demê hê bihêlin tablet û laptopan, hê komputerên mezin yên ser maseyan jî gelek kêm deran hebû.
dîsa hineek sahneyan de xuyaniya dinyayê ya ji fezayê, tê nîşandan. lê dîqat bikin, wê demê hê mirovatiyê nekarîbû ji dinyayê derkeve û wê demê hê tu wêneya dinyayê ji fezayê nehatibû kişandin. lê hember vê yekê jî, wêneya dinyayê ya fîlmê de ku li gorî texmîn hatiye afirandin, gelekî dişibe rastiya ku em niha zanin.

fîlmê de hemû zagonên fezayî hatine parastin. eyn weke rastiyê, sahneyên fezayê de, tenê bêdengî heye. ji ber ku bi rastî jî li fezayê ji ber tunebûna atmosferê deng tune ye.

heta niha min behsa taybetiyên giştî û sere sere ya fîlmê kir. ji ber ku ditirsim ku bikevim meseleya naverok fîlmê. lewra, ewqas kûr û tevlîhev e. senaryo gelek hêsan e eslê xwe de lê fêhmkirin zehmet e. bi taybetî dawiya fîlmê komple metafîzîk e ku herkes dikare jixwe re wateyek din jê derxîne.
weke mînak gelek kes îdîa dikin ku ya ku dawiya fîlmê de tê nîşandan Ubermensch (üstinsan - bi kurdî?) a teoriya Nietzsche e.

bi kurtî em dikarin bibêjin ku derdê fîlmê nêrînek derbarê pêşketina mirovahiyê û çavkaniya vê pêşketinê ye.

piştî evqas agahiyan pêwist e tirşikvanan biryar dabe ka fîlm li gorî wan e an na. ji ber ku ev demek dirêj e ku min temaşe kiriye, zêdetir nayê bîra min. lê jixwe fîlm hêjayî temaşekirina çend caran e. heta dîsa temaşe bikim, gotinên min ev in hakim beg.


kevira ku fîlmê de her cara ku xuya dike dibe sedema pêşketinê û derbasbûna serdemek nû, ji aliyê hinekan vê tê gotin ku sembola mûdexaleya xwedê ye. lê ji aliyê din ve fîlmê de tê qqebûlkirin ku mirov ji meymûnan hatine. yanî fikra fîlmê ya derbarê xwedê de ne net e.



Array. stephen hawking zanyarê navdar yê fîzîk û astronomî û kozmolojiyê, di meqalateka xwe de dibêje tirsa min ew e ku siba dusiba zekaya sunî, sîstemên komputerê filan, ji kontrolê derkevin û mirovahî nekare çar jê bike, di vê fîlmê de jî nimûneyek ji vê metirsiyê heye.. neyse min duh darî vê fîlmê kir, berî her tiştî divê bêjim ku heta fîlm xilas bû min sê çar cara fîlm sekinand, du sê çaydank çay vexwar, çûm ji derve û hatim, yanî li cem min edetek heye tişta ku min destpêkirî nikarim di nîvî de bihêlim nexwe ne ji wê girê bûya bawere fîlm tu carî dediçû serî.. lê ne poşman im baş bû ku min darî fîlmê kir, çendî eger sehnenin zêde zêde hatine dirêjkirin û gelek caran fîlm di nava metaforan de hatibe fetisandin jî peyamên ku fîlmê dixwest bide hêja bûn.. fîlm behsa çÎrok û serpêhatiya temambûna tekamûla mirovahiyê dike, dibêjim temambûn ne pêvajo ji ber ku kêm kes lê warqiliye di dawiya fîlmê de qiyamet radibe, beden û gewde diçin û bes bîr û hişmendî dimîne..



Array. fîlma ku min jî bi xêra fîlma interstellar temaşeyî wê kir. f^lm bi zor qediyabû. lê li gorî şertê-fikrê 1968an de gellek serketî ye.(fîlm di 1968an de hatiye weşandin. ne ku 2001ê de*)



Array. fîlma ku êdî bi kurdî dikare were temaşekirin. fîlm wek xebatek ya koma wergera fîlman ya tirşikê ji alîyê simurg56 ve, li kurdî hat wergerandin. hûn dikarin binnivîsa kurdî ji rûpela fîlmê daxînin: Here lînkê ji bo daxistina fîlmê, lînka torrentê: Here lînkê

têbinî-1: #118142
têbinî-2: Eger xwendina binnivîsên kurdî ji we re zehmet be, hûn dikarin leza fîlmê jî kêm bikin. Ji bo vê yekê bernameya (stur:smplayer)ê daxin û saz bikin. (jixwe di mijara bernameyê de gelek agahî û kurdîkirina wê heye: (bnr:smplayer)) ji eyarên wê zimanê wê bikin kurdî. ji bo kêmkirina leza fîlmê ji menûyan bikevin bilîze>lez û ji vir weke mînak lezê %10 kêm bikin.



Array. Ji bo sebra mirova de werê pîvandin amûreke baş e. Fîlm mîna kîsoyan hêdî hêdî diherike, xwedê ji kubrick razî be * Lê heqê wî nexwim, di sala 1968an de bi wan derfetê wî wextî fîlmekî baş derxistiye. Û texmînan wan li gelek jê bi cîh hatin e. Mînak: axaftina online fîlan..






Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 86.5
(imdb: 8.3)
pûanê bide fîlmê: