annihilation

 Alex Garland

 Alex Garland Jeff VanderMeer

 2018


 îngîlîstan amerîka

 îngîlîzî

 115

 macera dram tirs nepenî honaka zanistî rageşî

  (1970.01.01)

 simurg56 (2018.12.03)

 piştî ketina meteorekî, li cihê ketinê teşeya xwezayê diguhere. ji hundirê vê qada taybet ku bi ronahiyek keskesor dorpêçkirî ye, tu agahî nikare were standin û ev qad her ku diçe fireh dibe.


annihilation - Tirşik

annihilation


. li gorî imdbyê 6.9 heq kiriye lê min 95 pûan dayê. fîlmek xweş û resen e. min gelek jê hez kir. mirov dikare bi saetan, li ser wê nîaşê bike. mijar orjînal e û mirov meraqê dike û dîmenên gelek xweşik dihewîne. dema mirov sere sere jî temaşe dike ji senaryoyê hez dike lê dema mirov hinekî di derbarê wê de dixwîne bêtir hez dike. ji vir pê ve spoiler e, ger we temaşe nekiribe, nexwînin. [spoiler: xaniya ku nêzikî fenerê ye û ajala hov êrîşî wan dike, kopîya mala lena ye. jixwe dema mêrê wê vegeriyabû malê jê gotibû ku hema ketiye malê û rasterast wê li hemberî xwe dîtiye. ango mêrê wê jî hatiye vê malê bi awayekî derbasî mala wan ya rastîn bûye. li gorî teorîyan, di vê fîlmê de fezayî, sembola "tunekirina xwe bixwe" ye. yanî çewtiyên ku mirov dikin û bi van kirinên xwe, xwe tune dikin. dîsa "çirûsk" jî belkî psîkolojiya me ya demên depresyonê ye ku eyn mîna çîrûska fîlmê, fikr û ramanên me xerab dike, hestên me tevlîhev dike, nêrîna me ya di derbarê xwe de diguherîne. çawa dema ku eyarên mejiyê mirov xera bibe, her tiştî çewt dibîne, çewt difikire û çewt tev digere: di bandora çîrûkê de jî mirov û hemû candarên din wisa tev digerin. him di warê tevgerên fîzîkî de, him jî di qada genetîk de. ji hinek aliyan ve dişibe fîlma arrivalê. di wir de jî fezayî li me didan nîşandan ku ziman çawa dikare li ser fikrên me û awayê têgihîna me bandorê bike. heçko vê carê psîkolojî, ketiye şûna zimên. di sahneyekî de hevala wê ji lena re dibêje "Dr Ventress riya rûbirûbûna bi wê (çirûskê) bijart û tu jî riya berxwedanê hildibijêrî. lê ez yekê jî naxwazim." û xwe berdide nav xwezayê û tune dibe. gelo ev jî ne bertekên mirovan ya li hemberî psîkolojiya xerab be: îhtîmala ewil: bi saya vê aloziyê, nasîna xwe îhtîmala duyemîn: li ber xwe dan û bêyî tu guherînek, ji vê aloziyê xelas bûn îhtîmala sêyemîn: xwe teslîmî vê aloziyê kirin. (belkî mirin belkî xwekujî) di sahneyek din de jî Dr Ventress ji lena re dibêje behsa xwekuştinê dike. dibêje herkes xwe nakuje lê herkes bi awayekî zerarê dide xwe. jixwe navê fîlmê jî tunebûn e. herkes bi awayekî, xwe tune dike. di fîlmê karakterê fîzîkzan dibêje ku ev çîrûsk tiştekî mîna prîzmayê ye lê ne tenê tîrêjêmn ronahîyê lê belê her tiştî dişikîne, diguherîne. heta dna'ya jîndaran jî. bi rastî jî çîrûsk rasterast zerarê nade tu tiştî. her tiştî ji nû ve diafirîne, weke mînak karxezal dibin mîna kîvroşkan û stûyê wan kûlîlk vedikin, tîmsah û hirç dîsa hov in. belkî her candar, li gorî kesatîya xwe, bertekê dide vê veguherînê. hinek jê erênî, hinek jê neyînî. mêrê wê kane, jixwe ji ber xîyaneta jina xwe, teklîfa vê operasyona xeternak qebûl dike. yanî mirinê dixwaze û çirûsk vê mirinê dide wî. yek ji ber êrîşa hirç, dikeve telaşê û dimire. yek xwe wenda dike, aqil davêje û xwe dibe mirinê. Dr Ventress jixwe li ber mirinê ye, tenê çirûskê meraq dike û digihe mirada xwe. noqteyek din, lena di fînalê de, cêwika xwe dikuje. îhtîmalek mezintir jî, xwe dikuje. lê bawerke ne mecbûr bû, ji ber ku karxezalên di daristanê de jî bûbûn cêwik û di nav ahengekî de dijîyan. lena, di sahneyekê de digot ku ji xwe nefretê dike. û bîngo, ji ber ku ji xwe nefretê dikir, xwe kuşt! xwe kuşt û çi bû. mêrê wê yê ku ji ber xîyaneta wê nexweş ketibû, sax bû. tabî kopîya wî. welhasil, li hemberî stressê an jî rewşa giran, hinek wenda dikin, hinek wenda dibin, hinek diguherin, hinek xwe dibînin û hinek jî bi ser dikevin. em werin dawîyê; kane ê ku vegeriyabû, ya sexte bû. lena a ku vegeriya, ya sexte bû. (ji ber ku ya rastîn, ji ber hînbûna mirina mêrê xwe, dev ji berxwedanê berdabû. an jî ne sexte bû û kopîya wê ya fezayî, ji ber ku taybetîya mirovan ya zerardayîna xwe jî kopî kiribû, xwe û mala xwe şewitand û întîxar kir. an jî, belkî ev fezayî hatibû da ku alîkarîya dinyayê bike. tambetîyên nû li tîmsah û hirç zêde kiribû da ku baştir bikarin nêçîrê bikin. taybetîyên nû li karxezalan zêde kiribû da ku baştir bikarin xwe kamufle bikin. lê dema dît ku lena wê naxwaze û dixwaze wî bikuje, hema dev ji xwe berda, hişt ku agir bi wî û mala wî bikeve. ]



Array. Fîlma netflixê ye. Derhênerê fîlmê alex garlandê ê ku derhênerê fîlma ex machinayê ye, ye. Û wek serlîstikvan natalie portman dilîze. Wek li jor hatiye gotin mijara fîlmê ne resen e li gor min. Pir dişibe fîlmên stalkera tarkovsky û aliena ridley Scott. Lê dîsa jî fîlmek têr û tişe ye ku bûye sedema ev qas nîkaşan. Gelek şîroveyên erênî û neyînî hatiye kirin lê yên neyînî zêdetir xwe daye nîşan. Pûana mîn a ji bo wê fîlmê 80 ye û bi min pûana ku li imdbyê ji bo wê fîlmê hatiye dayîn neheqîyeke mezin e. Hema tenê ji bo dîmen û mûzîkên di nav filme de ne jî mirov divê herî kêm 75 bide.



Array. mîna ku ji vê çîroka bi kurdî honandibin: Here lînkê dargerînk (paldayi: Birayê min wê payîzê ji derd û kulan şitleke dargerînkê çand. Sala ewil xwe gihand ser xênî. Me hin caxên ji darên hewra kir binî, sala duyem lê pahn bû. Te digo qe rojê şaxek lê zêde dibe, hingê dişuxilî. Sal li dû salê êdî tav di siya wê re xwiya nedikir. Cîh têrê nedikir. Li ser xênî tev de geriya. Edî bi dîwaran re jî berjêr dibû. Weke berê avahiyek wiha li wê rastê tune be der û dora mala me tevde girt, hew texma pencereyên me vekirî bûn. Karê min î her sibehê ev bû: birîna şaxên dor pencereyê. Nizam birayê min çend keç bi wêneyên xaniyê me xapandin. Keçê vî zemanî ji xwe kerin, ya li du peyvên xweş ya jî li çend qurişên belaş dinêrin. Min nedî kesî gotiye ez dilketim diranên te yî ketî. Dilketîne ew. Ez, diran ketî. Her yek û dilê xwe li derekê wenda kiriye. Çi hetîketî! Wext bi wext dargerînkê bêhtir xwe bi ser me de dicivand. Her roj şer bû li mala me. Xweha min bi yekî xeyrî xerîb re reviyabû. Bavê min her go dihat bîrê perçe perçe dibû, paşre em bi perçê wî diketin me berhev dikir, ji xwe re bavekî bi dilê xwe çêdikir. Me niha bavê xwe weke çîçegekê daniye cîhekî li pêş çav. Em ava wî bi dilê wî didinê û ji toz û dûmana cixarê diparêzin. Çi xweşik dixwiye bavê me. Êvaran piştî herkes radizê ji xwe re dipeyive, hemû wextê din min nedîtiye deng jê derketiye. Min çend caran ji diya xwe re got bavê min dipeyive. Go huş be guriyê heram bavê te dê çawa bipeyive, min di devê wî de rît dê çawa bipeyive? Diya min xurifî ye. Kêfa wê pir ji kulîlkan re tê. Her roj yek bi yek pelên dargerînkê dijmêre. Ti carî bi temamî nejimartiye, ha hevîr hiltê ha jî xwarina li ser êgir dişewite. Li dora xênî virvirê wê ye hey dizivire. Me gelek şevan paşîva xwe bi pelên dargerînkê kiriye. Ditirsim em rojekê bibin çêlek bikin 'orînî. Kêfa diya min ti carî ji bavê min re nehat. Bûye çîçeg jî me ti xêr jê nedî, kulîlkan venake malkemot dibêje. Diya min bi qasî ji kulîlkan hezkir ji me heznekir. Dibe xweha min ji lema reviyabe ne go ji qewlê bavê min digot kêfa wê ji kîrê xerîb re hatiye. Xweha min kitan li diya min qetand û çû. Dibe kitanek ji ya diya min xweşiktir li xwe kiribe niha. Dargerînk mezrîba xênî xetimandiye, ro bi ro bêhtir li me dicive. Xênî dilopan dike. Ez di ber vekirina mezrîbê nagihêjim êdî. Deng dikeve guhên min cîran dibêjin dargerînka tedeya wê negihê me dixwazî bila sed salî li wêde hanê be. Heqet dargerînk çima ji sînorê mala me dernayê? Ezê dîn bibim. Birayê min berî min dîn bû. Şaxên dargerînkê li sitûyê xwe digerîne. Heta ez digihêjimê ziman ji dev dikişe. Min meytê wî bi pelê daran nixumand, di ber serê wî kulîlkek ji kulîlkên diya xwe çikand, sibehê yek êvarî dudu avreşandî dikim. Birayê min şîn hat pel vekir. Şaxên wî bi şaxên dargerînkê re gihêştine niha. Dinya ro bi ro bêhtir li min dicive. Xênî li min teng dibe. Dargerînk li zimanê min digere, lal dibim. Li çavê min digere, kor dibim. Diya min hê li dor xênî dizivire. Hevîr li mal nema hilê, xwarin nema bişewite. Dinya li min teng dibe. Ezê bifetisim. Ezê bimrim. Ger bavê min kulîlk veneke, diya min kitanek nû li xwe neke. Ezê bimrim. Ezê bifetisim ji derd û kulên dinyayê.)






  • annihilation0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 81.5
(imdb: 6.8)
pûanê bide fîlmê: