parasite

 Bong Joon Ho

 Han Jin Won Bong Joon Ho

 2019


 kore koreya başûr

 koreyî îngîlîzî

 132

 komedî dram rageşî

 2019.11.26 11:45

 Ev fîlm hê li kurdî nehatiye wergerandin

 xelîl

 Malbata Ki-taek a ku hemû bêkar û feqir in, derfetekî berfdar li mala Park ên dewlemend in de dibînin û xwe hêdî hêdi di nav mal da bi cih dikin. lê bi bûyerekî ji nişka ve ev xewn û jiyana birihetî dikeve di riyekê trajîk de.


parasite - Tirşik

parasite


. fîlmekê derhêner Bong Joon Ho yê ji koreya başur e. cûreya fîlmê em dikarin bêjin komedî û dram û rageşî ye. Fîlm behsa malbata Ki-taek a ku hejar û bêkar in dike. Endamên Malbata Ki-taek bi derfetekê xwe diavêjin mala park ê dewlemend û xwe li wir yek û yek bi cih dikin wekî parazîtan.* her çiqas fîlm bi dîmen û çîrokekê komîk dest pê kiribe jî ji nişka ve bi bûyerekî ku ew bixwe jî ne hêvî bûn her tişt tevlîhev dibe û rewşa wan ber bi dramatîkbûnê ve diçe. li gorî min fîlm rexneyekî mezin ji bo pergala civakî ya koreya başûr û dinyayê dike û cudayî û biyanîbûnên di navbera hêjar û dewlemendan de dide nîşanê temaşevanan. pûana min: 86



Array. xwedîyê xelata herî mezin ya cannes film festivalê ya vî salî (2019) stend. (bnr: Palme d'Or) Çend roj berê bo dîtina vê fîlmê rabûm çûm sînemayê. hîna fîlm neqedyabû, min got ne yek, du Palme d'Or bidana, wê çaxê wê têra fîlmê bikira. di beşa sînemayê ya tirşikê da Min puaneka mezin da. Sala çûn jî, 2018, Palme d'Or dan fîlmeka japonî (shoplifters). (beşa sînemayê ya tirşikê) Here lînkê ew fîlm jî nuwaze bû. heta dikarim bêjim ew her du fîlm ji alîyê çend tiştan ve dişibin hev. wekî din, ev tişt bala min kişand ku fîlma parasite ji koreya başûrî û fîlma shoplifters jî ji japonyayê, her du jî ji asyaya dûr in. yek bi yek xelata Palme d'Orê wergirtin. çepikekî xurt ji wan herduyan ra.



Array. fîlma ku xelatên fîlmê ya herî baş, derhênerê herî baş û serkeftirîn filmê navnetewî yên oscarê ya 2019an hilgirtiye. û yekemîn fîlma bi zimanekî ji xeynî îngilizî ye ku xelata fîlmê ya herî baş standiye.



Array. bêhna kim ki-duk jê difûre. çer min vê fîlma bong joon ho temaşe kir, min go eureka! di hilberînên hunerî de tesîra derhişê hevpar helbet xwe dide der. ji bo ezmûneka din a parazîtbûnê di derhişê hevpar a koreyiyan de berê xwe bidin fîlma 3-ironê jî.






    Afîşa fîlmê:
    Afîşa fîlmê
    Puana tirşikê= 96.7
    (imdb: 8.6)
    pûanê bide fîlmê: