inception

 Christopher Nolan

 Christopher Nolan

 2010


 amerîka îngîlîstan

 Îngîlîzî Japonî Fransî

 148

 Xeyalê zanistî nepenî rageşî aksîyon

  (1970.01.01)

 simurg56 (2014.12.02)

 dizên ku karê xwe bi teknolojiya hevparkirina xewnan dikin vê carê pêwist e tenê ne temaşevanên/xwendekarên xewnan bin.


inception - Tirşik

inception


. bi ya min fîlma herî xweş ya christopher nolan e. 2010an de hat weşandin. me bi çend hevalan re, li sînemayê hema bêje di salonek vala de temaşe kiribû. heval pêşîn gotin kuro te me anî fîlmek çawa? kes nîne i vir.. lê piştî fîlmê hemûyan jî jê hez kiribûn.

fîlmeke macera û honaka zanistiyê ye.



Array. filmeeke bi aqilê mirov dilîze û ev yek jî kêfa mirov tîne. hebuna tiştên kurtir mirov zindîtir û mereqdar dike.





Array. fÎlmekÎ ku tÊ de endezyarÎya xewnan tÊ kirin. mirov dikevine nava xewnen dijÊ xwe Û fikirekÎ nÛ dikine sere wan de.



Array. yên ku seyr dikin dibejin şerefsizim benim aklıma gelmişti.



Array. fîlmeke baş e, lê ne tenê ew qas. di heman demê de felsefeyek e. fîlma herî xweş ya christopher nolane yan na nizanim, lê jixwe hemû fîlmên wî baş in. rastegînî û xeyal, hebûn û nebûn hemû di hindirê fîlmê de bi hosteyî tê jêpirsîn. tişta ku hişê mirov jê diçe jî sehneya dawîya fîlmê ye.



Array. Fîlmekî gelek serkeftî ye. Û di nav xwe de gelek mesaj dihevîne. Ji vanan yekî mijara wê fîlmê li ser xewnê ye. Û navê kîmyagerê misilman wek yûsif(joseph) hatiye bijartin. Jixwe di serguzeştê hezretî yûsif pêxemberê de xewnê hezretî yûsif silavê xwedê lê bê ciheke grîng digre û gelek balkêş e. Di qur'ana pîrozê de wek bi navê yûsûf sûretek heye divê werê xwendin. Maceraya hezretî yûsif li vê sûretê de gelek bi bandor hatiye ravekirin. Bere dirêj nebê ango navê yûsif ne bi tesadifî wilo ketober hatiye bijartin. C. Nolan di vê fîlmê de gelek rexê ve mesaj şandiye bi gelek aliyê re.



Array. Fîlmeke 11 sal berê ketiye weşanê lê belê ez hêja nû lê darî dikim. Ew jî min navê wê bi xeletî li ser înstagramê dît û weha lê darî kir. Çima ewqas dereng, jbk ez guh li pêşniyariyên kesî yê filîman nakim. Lewra çiqas ji min re gotibin filan fîlm xweş e û min lê darî kiribe, ew fîlm nexweş derketiye. Ji loma min jî dev ji guhdariya wan berda. Ev serê çendik û çend sale li gor populerite û pêşniyaran fîlma darî nakim. Lê min dît ku min gelek tişt ji dest daye. Yanê fîlmeke weha ku ez bi çalepûka lê digerim bi tesadufî derdikeve pêşiya min. Ya rast ez ji filîmên ku canawar, kujer, zombî mombiyan natirsim. Dijberî wê ji fîlmên bi vî terz û şêwazî gelekî ditirsim. Heya ku ditirsim heşê xwe wenda bikim. Ji xwe gelemperî a di van demjimêran de darî dikim. Û ev demjimêr pir bi talûke ne. Dinya tarî û bêdeng, tenê tu û fikrên te hene. Di nava hizr û fikaran de mêjî çelq dibe. Weke ku dê serê mirov biteqe. Heçwekî deriyek nû jê re vebûbe û asoya fikrên wî gihaştiye asta herî bilind. Hebûna xwe, rastiyê, wateya jiyanê, mimkûniyeta filîmê difikire û hey difikire.... heya melê sibehê, heya tav tavêje.





Array. Fîlmê ku Leonardo Dicaprio (bnr: kezebo)tê de dilîze. Camêr jixwe artîstek qerrase ye îcar bi vê çîroksazîya hêz çilo xelat nagire û ew ji bo lîstikvanîya fîlmeke din xelat dikin, hîn jî aqilê min jê nabire.






  • inception0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 91.6
(imdb: 8.8)
pûanê bide fîlmê: