Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


4 mijar û 4 peyam
îngilîzî - tirşik
îngilîzî
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. berî her tiştî zimanê xelkê îngilîzan e. lê îro ne bi tenê îngilîz bi vî zimanê qise dikin. li welatên wek amerîka, kanada û awistralyayê jî zimanê fermî ye.

îngilîzî di nav xelkên gelek welatên din de pir navdar e wekî zimanekî bîyanî û ji alîyê gelek kesan ve kêm zêde tê axaftin. (bnr: simple english) (bnr: globish)

- can you speak english?
+ hell yeah.
- what about your own language, kurdish
?
+ ji d'ya xwe hinkî fahm dikim lê niza'm çima, ez nikarim.
- f.ck you bitch!



20.02.2018 21:01 ~2022.08.18 20:14 | mirovekirind

2. îngilîziya îngilîzan pir xweş te guhê min. ew gloverkirina dengan û trîba rûyên wan pir nazik xuya dike. tu yê bibêjî qey biryarek fermî standine ku dê di nav bêjeyan de dengê r dernexin. dibêjim qey, ji ber wê ye, jê hez dikim. her wiha bi ya lêkolîneran bilêvkirina îngilîziya rastî ya amerîkayê ye. ya îngilîzan di bandora frensiyê de maye. çiqas rast çiqas derew nizanim.



03.12.2019 20:45 ~20:48 | biruya hayao miyazaki

3. Sepaneyek min daxistîye bi navê duolîngo. Ne xerabe. Lê lênûs û pênûs tunebe di nav kar de betale ev



03.12.2019 23:58 | rizgarm

4. Zimanekî navneteweyî ye. Hînbûna wî ji ya Kurdî hêsantir e. Lê divê mirov li ser wî bixebite. Ji rêzimana îngîlîzî netirsin. Ger hûn dixwazin vî zimanî baş bizanin, hînbûna rêziman girîng e.



04.12.2019 00:37 | serfirazh

5. zimanekî xweş û lihevhatî ye. di rêzefîlma (bnr: peaky blinders) de devokek pir ecêb û xweş tê bikaranîn. bi ya min îngîlîzî ya herî xweş ew e.




6. vîrûsa zimanan e. ew bixwe di dîrokê de hingî li bin tesîra frensî û latînîyê maye piřanîya peyvdanka wê ne xwemalî ye. lê îro ka bê ji ber medyaya civakî ye yan ji ber berbelavîya wê ye, vê stemê ew li zimanên din dike. peyvên nûjen êdî bi îngilîzî ne û gelemperîya zimanan wan řasteřast tev li xwe dikin. tenanet tirkî jî, tevî ko weqas li xwe miqate ye û hewl dide peyvên bîyanî nehewîne, li ber lehîya îngilîzîyê naşê xwe bistrîne û gelek peyvên nuh jê werdigire. heya zimanên mezin ên ewropayê jî peyvên xwe êdî ji îngilîzîyê distînin. helbet ev tiştekî asayî ye, ziman bi danûstandinan pêş dikevin, lê dîsa jî mero naxwaze wan zimananê spehî bi vî halî bibîne. peyvên bîyanî yên ko ji zû de tev li zimanî bûne zêde cida xuya nakin, lê peyvên nû yên îngilîzî derasayî xuya dikin. bi řamana min, erê řast e berê ziman bi danûstandinan pêş diketin lê îro dewlet an ziman hay ji xwe hene, divê êdî li xwe miqate bin û peyvên nû dařêjin. bo wêne almanî vî karî xweş dike lê wê jî çend peyv jê standine.



Duh 15:09 | keyomerd

dengdanên dawîn (yên din..)
ameno [2]


Rojekê ez bi şeveqê re rabûbûm. Min ji do ve...
qehwe û felsefe [1]
bernameyekê podkestê ye. li spotify (lînk: https://open.spotif...
almanî [1]
zimanê ko bi řamana min mirovên herî guncav ji bo hînbûna wî kurdên ko...
tirşik v3.0 [4]
guherînên dawîn 01.06.2023: - beşeke nipûnû heye: "bipirse&quo...
pere li erdê dîtin [2]
ez û kekê xwe li malekda bi hev re diman.Ew dem xwendekarbûm, nedixebi...
belki ev jî bala te bikişînin
» îngilîzî

Kategoriyên mijarê:: ziman ziman ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî