Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
erebmancî - tirşik
erebmancî
(2) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. Di lîteratûrê de heye yan tune nizanim lê êdî heye, me toximê wê li vir avêt.

Qasî tirkmancî belavbûyî nebe jî ev jî benîştê xelkê ye, ji devê xwe derxistine avêtine ber me, em ji xwe re dicûn.

Hinek Kurdên başûr û rojava bi vî re mijûl in.



20.05.2017 19:57 | mîr

2. Erebmancî na lê wek eremancî dihê gotin.



21.05.2017 00:25 | rûbar

3. Nivîskar, perwerdekar (bnr: şahînê bekirê soreklî) hevpeyivînekî xwe de ku di radyo sbs ê de beşa kurdî de tê çêkirin li ser vê mijarê wisa gotibû(berê rexne li ser tirkmancî kiribû);

''Di nav hinek kurdên binxetê de ziman tijî peyvên Erebî bûye. Heta bi hinek berpirsan ve ne bi Kurmancî bi "Eremancî" dipeyivin. Barê xwe bide vê nimûneyê vê roza;
-Me dû li îştima muşterek peymaneke siyasî neşir kir û tewzîh kir ehzabên cebha me hadîsa qewimî întînsar dikin.-
Di hevoka wek nimûne hatî dayînde ji nozdeh peyv û tîpan yanzdeh ji koka peyvên Erebî ye. Tenê heşt peyvik û tîpên wek dû, kir, û, me û yên wek van bi Kurmancîne vê roja.''



21.05.2017 00:37 ~00:42 | rûbar

4. barkem zêdetir Kurdên ji heleb û şamê usa xeber didin, carekî min parqê de ji xwe re rûdinişt 2 heb zarok ên kurd ji şamê penaberên sûriyeyî hatin ba min, 7-8 salî bûn me hinek bi hev re xeber da lê nîvî xeberdana wan erebî bû.



21.05.2017 00:50 ~00:53 | mîr

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
bernameyên ku ji bo tirşikê hatine çêkirin [1]
gelo min tiştekî wusa çêkir. hûn id-ya peyamê dinivîsin û bernameya ku...
xwekujî [1]
Xeletiyên ku wekî rast tê xuyakirin: Şaş: Mirov carekê de ...
dayikên şemiyê [1]
27ê gulanê Sal 1995 Komek li qada galatasarayê diciviya, xûyabû ku ...
abdullah kıran [1]
cehşê akademîk. Ji bo îbrahîm reîsî ku kujerê kurdan e û do ji...
cemaeta îsmaîlaxa [1]
Cemaeta ku piştî mirina mahmûd teqle dabû piştî hasan kiliç mir yekcar...
belki ev jî bala te bikişînin
» erebmancî

Kategoriyên mijarê:: ziman ziman ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî