Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 17 peyam
sendroma eisenmenger-î - tirşik
sendroma eisenmenger-î

Navê mijarê ya ewil ev bû:sendroma eisenmenger
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Têgiheke gelemperî ye. Ev mefhûm ji bo wê rewşê tê gotin ku zexta dilê rastê bi ser zexta dilê çepê dikeve.



Axlebe pey asd , vsd , tof tê holê.



Pêşî zexta dilê çepê zehftir e. Û ya normal jî ev e. Peyre ji nexweşîya bingehîn pulmoner hipertansiyon derdikeve û demarên kezeba spî ji bo kû bi zextê re îdare bikin , dest bi fîbrozê dikin. Fîbroz damara stûr dike û îrreversîble e. Yanî nexweşî paşve navegerê. Xirabtir dibe.



Dil jî xira dibe, kezeba spî jî xira dibe. Dermanê vê sendromê nîne. Divê dil û kezeba spî werê guherandin.



30.04.2016 01:57 | gumgumok

2. Xwîna paqij û lewitî di dil de li nav hev nakeve lê car caran berevajî vê rewşe xwîn li nav hev dikeve. vsd,asd,pda,avsd di van rewşên patolojîk de xwîn ji aliyê çepê derbasî aliyê rastê dibe. Di destpêkê de tiştekî mezin naqewime ji ber ku li aliyê çepê xwîna paqij heye û li aliyê rastê xwîna lewitî heye. Lê her ku ew xwîna paqij dikeve nav ya qirêj li aliyê rastê zexta xwînê bilind dibe. sordamarê pişîyê bo wê zexta ku bilind bûye berteref bike xwe stûr dike û bi wî awayî rezîstansa xwe bilind dike.

Ew qewînî li hember zexta bilind a rexê rastê kompansasyoneke baş be jî piştî demekê zexta aliyê rastê bi ser ya aliyê çepê dikeve. Êdî Piştî vê astê xwîna qirêj diherike aliyê çepê û dikeve nav xwîna paqij. Ew li nav hev ketin di xwîna paqij de asta oksîjenê kêm dike û rê ji hîpoksîyê re vedike. Jixwe semptomên nexweşiyê tev ji ber vê patolojiyê ne.

Çi ne ew semptom û şikayet:
1- sîyanoz
2- bêhntengî
3- betlandin
4- êş û şewta sîngê



16 roj berê 22:39 ~22:58 | çaya germ

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
bnr [2]
Heta niha kesî derbarê wê mîjarê ew heneka nekiriye. Ez bikim: (bnr: ...
hêvî (stran) [2]
Strana (bnr: Îbrahîm rojhilat) e. Sala 2008 da li albûma (vbnr: ji te ...
erling braut haaland [1]
Lîstikvanek fûtbolê ye. Berê li tîmên molde û (vbnr: dortmun...
ne merivekî ku tu pê ra dakevî binî bîrê [1]
Gotineka ku, Di navbera xal û xaltiyan de wexta li ser gengeşiya parve...
pv=nrt [2]
Pv=nrt min ti carî ne gotime paran varsa ne raxat gelemperî ez wan for...
belki ev jî bala te bikişînin
» sendroma roja duşemê

Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi zanisti zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî