Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 19 peyam
the flash - tirşik

behsa serpêhatiyên superlehengê bi navê barry allen dike, ku piştî qezayekî beza dibe û leza wî digihije leza rohniyê....
(1 şîrove)
the flash
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. rêzefîlmeka televîzyonê ya amerîkayê ye, ji ber çîroka xêzeçîroka dc comics hatiye wergirtin. senaryoya rêzefîlmê ji aliyê greg berlanti, andrew kreisberg û geoff johns ve tê nivîsandin. sala 2014an destpê kiriye û li ser şaşa the cw tê weşandin.
rêzefîlm hê jî berdewam e, ji sê sezon û 69 beşan pêk tê, her sezonek ji 23 beşan pêk tê, herî dawî beşa pêncê ya sezona sêyê hat weşandin.
di rêzefîlmê de behsa serpêhatiyên superlehengeke bi navê the flash (barry allen) tê kirin. diya barry allen, barry hêj biçûk li malê di bûyereke balkêş û mîstîk de tê kuştin û bavê wî bi tohmeta kuştina diya wî tê girtin û dikeve hebsê de. detektîf joe west xweyîkirina barry allen digire ser xwe, barry ligel joe west û keça joe west, iris, mezin dibe, û bi karîgeriya kuştina diya xwe dibe zanyarê bijîşkiya edlî û di departmana polîsan ya central city dixebite. li central city, li laboratuvarên s.t.a.r ji aliyê harrison wells ve projeya ''particle accelerator'' (bilezkirina pirtikan) tê birêvebirin, lê di projeyê de ji ber xeletiyekî teqînek mezin çêdibe û bi tesîra vê teqînê li bajêr gelek meta-mirov peyda dibin, barry allen ango the flash jî yek ji van meta-mirovan e. piştî vê teqînê leza barry allen zêde dibe, şaneyên laşê wî di demeke zû de xwe nû dikin, ew qasî ku destê wî yê şikestî di sê saetan de ji ber de xwe dicebirre, dilê wî hingî ku bilez lêdide, tu mekîneyeka nexweşxaneyê nikare tomar bike.
pirraniya metamirovên ku piştî teqîna bilezkera pirtikan bûne xwediyê taybetmendiyên derîmirovan, ser û binê bajêr li bin guhê hev didin, banqeyan dişelînin, mirovan dikujin, bi kurt û kurmancî dibin bela, barry allen jî wekê superlehengeke baş li dijî van metamirovên nebaş bi alîkariya xebatkarên laboratuvarên s.t.a.r li dijî metamirovên nebaş derdikeve û dibe xewnreşka wan.



12.11.2016 01:29 | endazer

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» the'ya îngilizi û di'ya kurdî
» flashforward

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm sinemaflm sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî