1. li gor min, tiştekî gelek ne xweş e. dema bi xeletî bi goreyan radikevim, ji wê xewa xwe tu xêrê nabînim. eyn weke wê dema ku bi cilên rojê rakevim. dema mirov di nav nivînên paqij, rastkirî de û bi cilên şevê razê, xew gelek xweştir e. jixwe herkes vê zane. lê ji bo min meseleya goreyan jî gelek girîng e. eger gore di lingên min de bin, xew li min heram dibe. |
|
27.04.2020 22:35 ~22:59 |
simurg56
|
2. tu nebêje ne belasebe ye, performansa min... tobe estxfirula... di vê şeva ma'rûm... * |
|
28.04.2020 01:04 |
biruya hayao miyazaki
|
3. Kiryara ku wexta nigên min cemidî bin ez jî dikim. Lê wexta nigên min germ dibin jî min nerihet dike û bi zanebûnî an jî ne bi zanebûnî bi şev ji nigên xwe derdixim. |
|
28.04.2020 09:56 |
xabûrî
|
4. Razana ku bi feydeya xwe ya dawîn bala kesên orgazmhez kişandiya.* |
|
28.04.2020 12:38 ~12:39 |
xelîl
|
5. Çawa alîkarîya eyarkirina germa laşê mirov dike fêm nakim, carinan dema pirr zêde xewa min were ji bîr dikim goreyên xwe ji piyên xwe derînim, piştî xeweke kûr ji ber germbûna lingên xwe ji xewê bi eciziyeke mezin şîyar dibim. Çimkî dema gore di piyê min de be, piyê min zêde zêde germ dibe û Eyn wek difetisim, êdî wê kêlîyê ji pê derxistina goreyan dibe mezintirîn zilumata cîhanê, bi lingekî xwe dikim goreyê li lingê dî derxim paşê bi lingê dî goreya dî ji xwe dikim, lê pirrî caran nikarim bi ser kevim, lazim e ku rabim û bi destên xwe vî emelî bikim lê laşê min î bêzar bi hêşê min ê xewar re dikeve têkoşînekê, dawiya dawîn germbûna laşî li zora xewariya hişê min dibe û radibim goreyên xwe bi destên xwe ji xwe dixim |
|
28.04.2020 15:52 ~15:54 |
ferhenga şikestî
|
6. dinya çiqasî sar bê jî, razana bi goran ne li gorî min e. |
|
30.10.2020 00:44 |
merwano
|
7. biçûkayî dema ku bi goreyan diketim nav ciha bavê min an diya min di gotin goreyên xwe derxe tê kor be. min derand lê dîsa kor bûm. çaveke min hema bêje tune . * |
|
30.10.2020 09:27 |
xwelî li ser
|
brusk99 [2] |
|
hêklo meklo [1] |
|
payîzava [2] |
|
kylian mbappé [1] |
|
zwilling [2] |