1. mafê ku piştî şoreşa fransî 1789, di heyama avabûna netew-dewletan de li gelek welatan hatiye nîqaşkirin û parastin lê cara yekemîn bi awayek siyasî li enternasyonala duyemîn hatîye nîqaş kirin û di sala 1903'de ketiye bernameya bolşevîkan. vladimir lenin di pirtûka xwey bi heman navî di sala 1914'an de vê rêgezê teorîze dike, hetka sosyal-şovenên serdema xwe dibe û bi awayek zelal mafê diyarkirina çarenûsa netewan diparêze. piştî şoreşa cotmehê ev maf ji bo fînlanda û polonya tê sepandin û welat wek dewletên serbixwe ji sovyetan cuda dibin. |
|
07.05.2020 16:24 |
hespêsor
|
2. Mafê ku tu carî ji bo Kurdan wekî "heq" nehatiye dîtin. Hema kî tê di derheqê vê neteweya belengaz û bindest de biryaran dide, fermanan radike. |
|
07.05.2020 18:32 |
biaqila malê
|
3. Peşiya şoreşa fransî, di sala 1648 an da aştiyê Wesfelya (Peace of Westphalia) bingeha dewletên neteweyî ra rê dide ku wan çêbe. Wesfelya peymaneke perçebûna dewletên împaratorî ye û îdarekirina miletên xwe bi xwe ye. |
|
07.05.2020 20:32 |
mîr
|
4. (bnr: ji zanayan bipirse ji nezanan bitirse) |
|
07.05.2020 23:39 |
hespêsor
|
rûviyê zirav [1] |
|
nilipek [2] |
|
gotinên pêşiyan [1] |
|
botantimes.com [2] |
|
gotinên pêşiyan [1] |