(12) (0) (1) |
|
1. Kampanya ku ji niha de min daye dest pê kirin. Bila hemû jimareyên plakayên tirkan ji ber navê tirşikvana bên rakirin û hilbijartina van navan jî bê qedexe kirin. Ji serî de ji navê min dest pê bikin û "21" ji ber bikin. |
|
23.12.2020 22:58 |
tîrêj zana 21
|
2. piştgiriyê didimê. lê divê mesela hejmara 21a qenc were fahmkirin. hejmara 21 ne tenê plakaya amedê ye. cihê vê hejmarê di çanda me de zahf giring e, ji ber ku newroz di roja 21ê adarê de ye. wekî dî, roka ku li ser ala rengînê jî 21 nîçikê wê hene. yanî hejmara 21 ne tenê plaka ye. |
|
23.12.2020 23:23 |
hueyn
|
3. Kampanyaya dereng jî maye. Ez jî Piştgiriyê didimê ✋ |
|
24.12.2020 14:45 |
xabûrî
|
4. kampanyaya heta niha neçuye serî. law hûn bi qedrê xwidêkin hûnê wê 21 ji ber navê min bixin. dema ez dixwînim dibêm qey sûtê esrarkêş yê amedê ye. li navêxwe diheyirim. vê hejmara ji ber bikin, cezê min çiye ezê bidim bavo nelazim. |
|
15.10.2021 20:31 |
tîrêj zana 21
|
5. ya trajîk jî ev e ku gelek kurd hene nikarin bi plakayên 21, 47 û 72an herin bajarên tirkan wek osmaniye, mereş, qeyzerî, trebîzon û wd. loma plakayên seyareyên xwe bi ya bajarên tirkan diguherînin da ku rastî êrîşan neyên. |
|
16.10.2021 01:09 |
ezcan
|
ruşen çakır [1] |
|
xeste [1] |
|
xeste [2] |
|
şivan perwer vs ciwan haco [1] |
|
gotinên pêşiyan [2] |