1. Filîpînî ku bi navê filîpîno jî tê zanîn, zimanê neteweyî yê filîpînîyan e. Fîlîpînî, li gel îngîlîzî wek zimanê fermî yê Fîlîpînê ye. Fîlîpînî standardkirina zimanê tagalogê ye. Fîlîpînî zimanekî herêmî yê awistralasyayê ye ku li Fîlîpînê bi berfirehî tê axaftin. |
|
13.03.2021 10:27 ~11:15 |
yûsiv
|
2. di esasê de bingeha vî zimanî zimanê tagalog e ku di nav malbata awistronezyayê tên bicihkirin. sebebên wê nizanim lê di 1972 an de navê tagalogê ji qanûnê hatiye derxistin û li şûna wê fîlîpîno hatiye nivîsandin lê heman tişt in. gelek li bin bandora spanî û îngîlîzî maye. ji xwe ya duda jî zimanê fermî ye. min cara ewil di rêzefîlma gaya sa pelikula (like in the movie) de ev ziman bihîst. ew ê kengî îngîlîzî û kengî fîlîpînî bipeyivin, mirov nikare texmîn bike; di heman hevokê de nîvê gotin fîlîpînî nîvê wê jî îngîlîzî dibe. r-ya req tê de zêde ye, lê ji aliyê bilêvkirinê ve aksana îngîlîzî jî xwe dide hîskirin. her wiha xuya ye, fîlîpînî jî ji aliyê gelê xwe ve pir baş nayê zanîn ku dema qehremanê rêzefîlmê -Karl Frederick bi herikbarî bi fîlîpînî dipeyive, qehremanekê din bi heyranî dibeje "tu bi tagalogî çi xweş dipeyivî!" û heman qehreman ji yên din bêtir bi zimanê xwe dipeyive, mirov dikare bîr bîne ku ev bi zanebûyî wiha hatiye kirin. |
|
09.05.2021 10:21 ~10:23 |
biruya hayao miyazaki
|
3. Ew ne dikarin îngilîzî bipeyivin bêyî ku peyvên tagalogî lê zêde bikin, ne jî dikarin bi tagalogî biaxivin bêyî ku peyvên îngilîzî zêde bikin. |
|
31 roj berê 05:37 |
cinorek
|
4. Kesên ji Filîpînê ne, navê welatê wan ji navê keyê Îspanya tê. Destpêka sedsala 16mîn û heta vê sedsala borî bibûne kolonîya Îspanyayê, piştî şerê Îspanya û Amerîkayê kete bin destê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê. Li gor lêkolînan dîroka nîştecîhbûnê heta 67 hezar salan beriya niha diçe. Mirovên wî welatî piranî mesîhî ne, li gel vê gelek Misliman jî hene. Dema li dijî dagirkeriya Îspanyol û Amerîkayê şer dikirin, bi hev ra li dijî wan xwînxweran şer dikirin. |
|
30 roj berê 01:59 ~02:00 |
bayê xerbî
|
5. keçên wî ji xelkê xwe acizin ku li tînderê herdem mêrên nafilîpînî digerin. |
|
30 roj berê 03:54 |
hun çawane heval
|
brusk99 [2] |
|
hêklo meklo [1] |
|
payîzava [2] |
|
kylian mbappé [1] |
|
zwilling [2] |