(5) (5) (1) |
|
1. pir kêm in. |
|
02.05.2021 13:35 ~13:50 |
merwano
|
2. Ku goşt nebe bila bimrim |
|
02.05.2021 14:32 |
azad517
|
3. ji ber ku em dikarin goşt bixwin, ne wekî t*rkan. |
|
8 roj berê 19:34 |
xemberzêr
|
4. Min qasî du salên xwe wek vejetaryen derbas kirin, lê dikarim bi dilrehetî bêjim ku tişteke beredayî ye ev şêwaza jiyanî. Belkû di aliyê wijdanî da başiyê wê hebin lê nexwarina goştî û berhemên ajalan bi tu awayî ne li gor fîzyolojîya mirovan e, wekî din jî jixwe dinyayeke vegan û vejetaryen pêkan nîn e çimkî eger tevahiya mirovan bi vê awayê bijîn xwarin têra mirovan nakin, dê zêdetir erdan ji bo berhemên çandiniyê bikar bînin ev yek jî dê bibe sedem ku qada jiyana ajalan kêm bibe. welhasilê kelamê pêkaniya vê şêwaza jiyanê tuneye. Xwarina ajalên dîtir û berhemên wan jî derehlaqî nîn e, em jî parçeyeke vê pergalê ne, me jî maf heye ku ajalên dîtir bixwin. Hişê me yê pêşketî li ber vê yekê astengî nîn e. Wek vejetaryeneke berê dê di demeke nêzîktirîn de biçim Îskenderekê li binê ûrê xwe bidim. Jdkdk |
|
8 roj berê 21:27 ~21:28 |
bayê xerbî
|
5. Li ber min vegan buyîn tiştekî luks e. Ji ber ku her tişt ne li gorî veganan hatiye dîzayn kirin. wexta ku mirov dixwaze bibe vegan tenê li devernan ew pêkan e. Tiştek li deverekê tenê karibe bi destê mirov bikeve biha dibe. Wexta mirov bi awayekî veganî xwarinan bixwe wî çaxî kêmasî jî li mirov peyda dibin. Lê dîsa jî li hember sektora niha sekneke sipehî ye. Mîsal hin jê hene wexta mirîşkek, hekek ji gund be ji destê gundî bixwe be dixwin lê ger bi destè sektorê derketibe piyasayê naxwin. |
|
8 roj berê 00:03 ~00:04 |
çaya germ
|
6. Ev qasê du salan e ez jî vejeteryan im, lê min jî fam kiriye ku goştxwarin karekî beredayî ye. Em kurd bêçaretî û zilm û zorê baş dizanin. Em baş dizanin per û bask şikandina li hember dijminê xwe çiye, em baş dizanin girêdayîna dest û lingê me û biriqandina kêrek kalanî li ser qirika me tê çi maneyê, em baş dizanin qedera ku ne di dest me de be û kêfa dijmin çawa bixwaze emê weha bibin hîsekî çiloye. Hasilî kelamm mesele wijdan be divê kes bi qasê me rewşa ajalan nizanibe û fam neke. |
|
7 roj berê 03:02 |
rizgarm
|
7. Rizgarm hêrs bûye xwezil me nenivîsiya ;) |
|
6 roj berê 14:56 ~21:01 |
çaya germ
|
8. (bnr: çi guneha gîha û kivarên reben heye?) |
|
6 roj berê 03:14 ~03:15 |
bayê xerbî
|
murat bektaş [1] |
|
ruşen çakır [1] |
|
xeste [1] |
|
xeste [2] |
|
şivan perwer vs ciwan haco [1] |