143201. Tr. topuklu ayakkabi.
Nizanîbûm. Hîn bûm.
Bîska din, ji markêtê derketim. Du jinikên xavikspî di nav xwe de derheqê kasîyerê dipeyivîn a ku solê kabik li xwe kiribû û bi dengê teq û req ji qasê çû beşa zahirê û bi berhemê jî dîsa bi teq û req vegeriya. Bîstik din li hêla manavê, li derve diyalogekê hema hema wiha qewimî. Îja qey gotin ez ne kurmanc im, hema peyivîn û peyivîn bi pistepistî.
- keçê te dît solê wê yê kabik. Çi xweş bû.
- erê wele. Keçik bi xwe jî çi xweş bû, çavê xwedê lê be.
- e wile. Bi teq û req ji xwe re çû û hat canikê...
- min carekê got ez ê jî Solê kabik li xwe kim, feqet mêrik nehişt.
- êh..
- wile mêrik digot li te tê, li xwe bike... bavê wî... hema digot ev çi teq û req e...
- ne bi xêr... tehm nedan caniya me...
Hema min dev ji kirîna mêwe û sebzeyan ber da û cixarekê vêxist.
Edit.
|