Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    11 mijar û 12 peyam
    mirov - tirşik
    mirov
    (1) (0) ecêb (0) (6)
    di mijarê de bigere

    1. peyvê ku ez bawerim, ji lêkera mirinê hatiye çêkirin û hatiye xwestin ku wateya fanî bê dan. cêwiyê mirov, wekî herkes dizane meriv e. dibe ku meriv, varyasyonê mirovê ku di devoka de ye. piştî vê vegotina bêzanistî, têkiliya mirov û mervatî jî eşkere bikim û bazdim herim:



    (bnr: adem û hewa)

    (bnr: hestiyê parsûyê adem)

    (bnr: rebenê hewa)



    2014.01.01-13:48 | biruya hayao miyazaki

    2. esasê peyvê "mirhov" e. ev peyv ji lêkera mirin û navdêra "hov"ê pêk tê.

    mir+ hov= yê/a ku hovîtiyê nahundirîne.

    wersiyona wê yên li hin deveran:

    miro

    mo



    mere

    meriv



    2014.03.25-17:26 | zero

    3. Bedena bi gel giyan



    2014.03.25-21:14 | mam selam

    4. Mexlûqatê ku pirraniya endamên wî xwediyê "fikrên bêyî zanîn"in



    2014.04.09-22:11 | ceso

    5. mexlûqatê ku bi psîkolojiya garanê tevdigere. te dî ji deh kesan sê çar kes bêjin filano yekê xerab e wê yê pêncan bêyî agahî bêje bêşeref e, yê şeşan bêje kîrquzdê ye, wê yê heftan bêje ez di jina wî nim ji sedî dehê mirovan bi aqilê xwe yên din bi kîrên xwe difikirin lew.



    2015.02.18-21:44 | ceso

    6. bi serê xwe ne tu tişt e û bi saya civakê dibe kesayetekî/ferdekî, bê civak jî dibe heyberekî jirêzê û qûrbanekî paşhatî. hegel gotiye lê kurd kirine gotinên pêşiyan: *

    (bnr: eger hûn nebin yek, hûn ê herin yek bi yek)



    2018.10.03-16:23 | biruya hayao miyazaki

    7. hinek av, hinek xwîn û zêdetir kul û elem..



    2018.10.03-18:48 | hozan serhad

    8. Bela ye.
    Me xêr jê nedît. Hemû ajal û giyandar jê aciz in. Dar û kulîlk, av û kevir, Erd û Esman jê aciz in. Hindik ma stêrk û feza jî ji mewlida mirovan birevin. dibêm qey xwedê bela me daye lê Haya me jê tune ye, tobestefirullah.
    (bnr: ka aqil)



    2019.06.27-14:10 [guhertin:2019.06.27 15:17]| mirovekirind

    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    frantz fanon [1]
    gotibû "sîleha serhildêran, ya îsyankaran, nîşana mirovbûna wan e...
    li ser rexneyên kurdiya çêkirî û standart [10]
    Li ser rexneyên kurdiya standart (zimanê çêker) çend têbiniyên min
    ji înternetê bêdestûr daxistin guneh e [5]
    Hukmekî rast e. Ya rastî, hukmekî rast xuya dikê. Lê meriv naxwazê go ...
    what can i do sometimes [1]
    dil heye bibêje "sometimes there's nothing you can do" lê zi...
    lêvanê [2]
    gotina ku ji bo curetevgerên mirovan yên wek maçkirin, firikandin, bih...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » mirovên ku ji zextên bavên xwe rizgarbûyî

    Kategoriyên mijarê:: yendin
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî