1. anku sosyal medya.. pergala çapemeniyê ya dihêle ku dido an zêdetir kes bi hev re li ser Înternetê bi riya malper an sepanên înternetî pêwendiyê danin û bi hev re zanyariyên xwe yên nivîskî û dîtbarî leve bikin e.. lê di ferheng û lîteratûra xelkê de dema tê blêvkirin bêtir facebook û twitterê tê fêhmkirin.. |
|
16.03.2014 01:26 |
endazer
|
2. tişteke pûç û betal e.. eger tu betal bî û tu karek tunebe tu bikÎ an xwe pê mijûl bikî, an eger tu yekî asosyal bî û nekarî wekê xelkê têkiliyê bi derdorê re danî, belkî bi kêrî te bê, û tu jê îstîfade bikî, lê wekê dî kutan û kuştina demê ye ne tiştek dî.. ev bi qasê hefteyekî min dîsa hesabê xwe yê twitter û facebookê girtiye, hiş û zêhnê min rihet e, berê jî çend cara min digirt û dîsA VEDikir lê êdî min dil heye çawa pêdivî pê çêbû vekim û bi dest xwe re dîsa dadim.. |
|
25.06.2014 02:17 |
endazer
|
3. eslê xwe de gelek caran tenê "medya"ya civakî ye. medya çi ye: vîdyo, wêne û mûzîk. |
|
25.06.2014 19:04 |
simurg56
|
4. carinan tişteke pûç û betal e, lê gelek caran jî tişteke baş e. mirov dikare jê kelk bistîne. xêncî wê bi siya çapemaniya civakî ve get cihek di dinyê de bêdeng namîme û bêkes namîne |
|
26.06.2014 17:21 |
nazim tolhildan
|
murat bektaş [1] |
|
ruşen çakır [1] |
|
xeste [1] |
|
xeste [2] |
|
şivan perwer vs ciwan haco [1] |