9. navê pirtûka ronî war ya dawîn e. di hindurê vê mehê derketiye. piştî derketinê ronî war wê jî anîtibû 19.fuara pirtûkan ya izmîrê û min kirî. roja piştî kirînê min dest bi wê kir û di hindurê sê-çar saetan de qedand. Pirtûkek xweş e, mere qet ji xwe aciz nake. mijara pirtûkê jî bi kurtasî ev e: dema ku xwedê adem Û hawwa afirand ji wan re got mêweyê darekê tenê nexwin Û hûn çi dixwazin bixwin lê rojekê marek tê ji hawwa re dibêje xwede bi qazî ji we re got mêweyê vê darê nexwin. ji bo ku hûn bixwin wisa got Û hawwa û adem mêweyên wê darê dixwin Û xwedê wan dişinîn li ser erd. ji ber ku marê wisa li kir jî xwedê cezayek da wê û nêviyÊ wê kir mirov nêviyê wê yÊn din jî bi mar hişt Û hemû mar di bin erdê de dest bi jiyana xwe kir.. îja em werin li ser mijara pirtûkê: li welatekî zilamek li ser maran û newekheviya zindiyan pirtûkekê dinivîsî piştî mirina wî lawê wî vê pirtûkê dibîne û bi dû welatê şahmarênê dikeve û bÛyer diqewimin.. |
|
29.04.2014 18:32 |
mergehez
|
rojnameyên ku tirşikvan dixwînin [1] |
|
komîsyona edebîyata kurdî a zanîngeha boğaziçiyê [2] |
|
brusk99 [2] |
|
hêklo meklo [1] |
|
payîzava [2] |