1. Li tirkiyeyê cara ewil Bi pêşengiya ajansa anadoluyê di 29 ê gulanê de “Pirsgirêkên Nûçegihaniya Kurdî û Pêşniyarên Çareseriyê” komxebatek were çekirin.
Heke objektîf û zanistî were çekirin Xebatek baş e… ji bo standartkirina zimanê medya gelek rind e…
Lê, min ji vî fêm nekir, çi eleqe “Wezîrê Xurek, Çandinî û Heywandariyê Mehdî Eker” vî xebatê da heye * gelo “Wezîrê Xurek, Çandinî û Heywandariyê” pisporê ziman e… ser cîhanê, welatên din da dîmenek wusa tune… zimannas û zanîstan têrê nake, ewan a li kune…
Hemû Nûçe:
“Bi mazûvaniya Anadolu Agencyê (AA) û tevkariya Zanîngeha Alparslanê ya Mûşê û Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê li Tirkiyeyê cara ewil dê li ser pirsgirêkên nûçegihaniya kurdî dê komxebat bê lidarxistin.
Di çarçoveya vê xebatê de "Komxebata Pirsgirêkên Nûçegihaniya Kurdî û Pêşniyarên Çareseriyê" dê bê lidarxistin.
Bi komxebata AAyê ve li Tirkiyeyê cara ewil pirsgirêkên nûçegihaniya kurdî dê bên nîqaşkirin.
AA ji bo ku bigihêje armanca xwe ya Vîzyona Sala 100emîn a ku dê bi 11 zimanan weşanê bike, xebatên xwe didomîne. Di vê çarçoveyê de, di 1ê Îlona 2013an de bi kurmancî û soraniya zaraveyên kurdî dest bi weşanê kiribû.
Bi destpêkirina weşanê ve pirsgirêkên di qada nûçegihaniya kurdî de jî rûyê xwe nîşan dan. AA ji bo ku ev pirsgirêk bên helkirin û li ser pêşniyar û çareseriyan hevdîtin bên kirin li navenda xwe ya Ankarayê di 29ê Gulanê de dê komxebatekê li dar bixe.
Serokê Lijneya Rêvebiriyê û Midûrê Giştî yê AAyê Kemal Ozturk dê axaftina destpêka komxebatê bike. Wezîrê Xurek, Çandinî û Heywandariyê Mehdî Eker, Alîkarê Rektorê Zanîngeha Artukluyê yê Mêrdînê û Midûrê Enstîtuya Zimanên Zindî Prof. Dr. Kadrî Yildirim û Rektorê Zanîngeha Alparslanê ya Mûşê Prof. Dr. Nîhat Înanç jî di destpêkê de dê xeberbidin.
Akademisyen dê nîqaş bikin
Akademîsyenên Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê û Zanîngeha Alparslanê ya Mûşê di "Komxebata Pirsgirêkên Nûçegihaniya Kurdî û Pêşniyarên Çareseriyê" de dê li ser pirsgirêkên nûçegihaniya kurdî bisekinin, nîqaş bikin û fikr û ramanên xwe dê parve bikin.
Di komxebatê de zehmetiyên weşana bi zimanên din, ji Osmaniyan heta îro çapemeniya kurdî, li derveyê Tirkiyeyê nûçegihaniya kurdî, di kurdî de ferhenga hevbeş û bikaranîna rastnivîsê, di nûçegihaniya kurdî de pirsgirêkên zimanî û rastnivîsê, rewşa çapemeniya kurdî û pirsgirêkên nûçegihaniyê û gelek mijarên din dê bên nirxandin.aa”
|