1. (kul û derdê mîr bû) |
|
14.07.2015 08:14 ~2015.08.15 16:19 |
xendekî
|
2. (bnr: dehanminguk): welatê mezîn ya gelê han (koreyî) |
|
29.12.2017 20:24 |
cinorek
|
3. Dewleteke ji bo aboriya xwe pêş bibe, mirovên xwe gelek nav şertên dijwar da hiştiye û ji xwe re kiriye çand. Lê bila neheqî li vir neyê kirin ev ne tenê çanda koreya başure, çanda (bnr: koreya bakur) e jî. Ez bawer im hinek mijaran de k. başur dijwar e, hinek mijaran k. bakur dijwar e. Sala 1953 da dema şerê herdû koreyan xilas dibe k. bakûr bi aboriya sosyalîst, k. başûr bi aboriya kapîtalîst welatê xwe avadikin. K. Bakûr bin bandora Sovyetan dimîne lê ev rewş bi demekî dirêj nadome (ji ber ku dibe komarek dîktatoryal û dûrî sovyetan dikeve, pişt re sovyet jî alîkariyên xwe ji dewletên din re êdî hindik dikin) k. başûr jî bin bandora DYA dimîne û hê jî wisa ye. Ev bandor ne bi tenê mijara aborî da ye, her mijarî da didome. Niha çand, jiyana rojev, stran, hînbûnî, avahîsazî hwd. Her tiştê herdû koreyan hev cûda dibe heta cilên ku xwe dikin jî hev cûda bûye niha. Ev rewş mînakekî gelek başe ji bo peyitandina "çand, bi çalakiyên aborî ava dibe". Lê ev pêşbaziya herdû dewleta mixabin jiyana mirovê xwe teng kiriye. Niha mijar k. başur e ji ber wê ezê ji vir çend mînakan bidim. Li koreyê zarokên 7-8 salî dest pê dike heta yê ku diçin zaningehê hemû piştî dibistana xwe diçin fêrgehan û li wir em dikarin bêjin waneyên dibistanê dîtine jiber dikin. Dibistan û fêrgeh tevahî hinek caran bi 12-13 saetan demên wan hildigire. Mal-derbanên malbatên bi çend zarokên wan heye, tenê 70-80 m²ne. Mirovên wir li jiyana xwe da demekî pirr girîng li dibistan û karistanan derbas dikin salê da navînî tenê 4 roj betlaneya wan heye (helbet yê zêdetir jî hene niha). Ev rewşa ku jiyana giştî jî ya rojev jî hemû bi xebatê derbas dibe ji wan re bûye çand û ji bo pêşketina neteweya xwe vî rewşî pêwîst dibînin û pê şanaz dibin. Gorî min ev pirsgirêkekî giştî ye ne yeke taybet e, ji bo pêşketina neteweyekî xebata mirovan bi şertê dijwar gelo etîk e yan na? |
|
05.05.2022 00:14 ~01:38 |
pêşewa
|
ameno [2] |
|
qehwe û felsefe [1] |
|
almanî [1] |
|
tirşik v3.0 [4] |
|
pere li erdê dîtin [2] |