Tirşik - Profîl
tirşik-profîla hêja hûner

profîla "hêja hûner"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [manîheîzm] de;

1. ola ku senteza olên wek (bnr: budîzm), zerdeştî û xirîstiyanî ye. di sedsala 3. li rojhilata navîn di şaristaniya persan de peyda bûye. damezrînerê wê manî ye. (bnr: manî)14 Nîsan/avrêl 216an el-medayînê(tizpon) welidiye. pirtuka pîroz a manîheîzmê (bnr: arzhang)e.



manîheîzm ji rojhilata navîn peyda bûye lê demeke kurt de hem ber bi aliyê rojava hem jî ber bi aliyê rojhilata dûr ve belav jî bûye. hem li çîn û hîndistanê hem jî li ewropayê bi milyonan mirov ev ol pejirandine.



tiştên pir bala min kişandîn yên vê olê ev in:



*** giyanê ronî û giyanê tarî wekî du yezdanên kirde hemberê hevdu şer dikin. (Bandora Zerdeştiyê)

*** baweriya (bnr: reenkarnasyon) 'ê heye. (bandora budîzmê)

*** goşt naxwin yanê (bnr: vejeteryan) in (bandora budîzmê)

*** murîdên vê olê di bin gelek ceribandinên zext de derbas dibin dema ser bikevin dibin rêberê vê olê û wekî kesên bijarte têne binavkirin. Ev kes qet nazewicin, ji bo malê dinê qet naşixulin pêdiviyên wan ên xwarinê jî ji aliyê manîheîstên ji rêzê tê peyda kirin.



25.11.2015 10:03 | hêja hûner