Tirşik - Profîl
tirşik-profîla keloş

profîla "keloş"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nexweşiya mirovê vî wextî] de;

9. Pirsgirêkek din: her kes di bubble-ê xwe de dijî. Tenê mijarên hilbijartî ji bo bûyerên welatê an cîhanê hene... wekî din hema hema her sepan li gor kesê yê ku ber ekranê telefonê de be, taybetmendiya wî/ê berhev dike û li gor wî/ê bûyeran/ agahiyan/profîlan ditîne ber çavên wî/ê, da ku meriv li ser ekranê zeliqandî bimîne. algorîtm wî karî dike. Mînak, google li gorî ku bajarê ku tu lê bî pêşniyarên lêgerînê nîşanî te dide. facebook, instagram hwd li gorî tercîhên kesane pêşniyar û reklaman tîne ber hev. Ger meriv saniyeyekê bêtir pisîkan li tiktokê temaşe bike, vîdyoyên wiha dê li ser erkranê we kom bibin. wikipedia û tirsik.net bê algorîtm dixebitin (?), pêşiya her kes heman tişt heye. Dawiya dawîn: ji ber ku her kes di bubble-a xwe de dijî, meriv zêde û zû bi tiştek an mijarek ve mijûl dibe û xwe nav de wenda dike. Meriv dûr dikeve ji têkiliyan derdora xwe û li gor zewqa xwe ye. Ji vî rehetiyê zû bi zû kes dernakeve, di nav de dijî û tenê bi mijarên ku li wir cîh digirin mijûl e. Ez bawerim ev tişt jî fanatîzm, nijadperestî û celebên din ên -îstan pêşve dibin. Wekî din: zêdehî agahiyan li pey hev şopandin, jiyana kesên xerîb bi jiyana xwe miqayese kirin, bê fikir biryar dan, bi hêsanî li pêy şopa fikrekî ketin, di rihetî de mayîn, hema her tişt bûye: pir, kurt, kin, zû, .. hêdî hêdî aqil diçe, empatî diçe, mirovanî diçe û ev dibin sedemên nexweşiyan mîna depresyon..



10 roj berê 19:32 | keloş